Kongira (niştîmanî kurdî) û erkên pêşerojê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 29 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



EHMED QASIM

Bi rastî giringiya girêdana kongireyekî netewî di rojên hîroda, tevî bi derengî ketîye jî, lê pêwîstbû ji ber giringiya vê qonqxê ku sûrî têra derbas dibê û gihîştiye qonaxekî talûke, ku kesek nikanê asta wê di pêşerojêda nîşan bidê. Ême jî wekî kurd, ne cûdane ji wê pêşerojê û talûkaya bi tirs û ne li berçav. Bo vê yekêjî min gelek giringî dabû girêdana kongireya niştîmanî kurd, da ku pêşeroj ji mera ne ji nişkavda talûkeya di paşûla xweda vaşartî bavêjê pêşîya me û em jêra ne amadebin.


Lê tiştên ku hatine pêşiya partiyên ku bi karê amadekariya kongirê rabûne, yanjî tiştên ji wan hatine xwestin, di navbera wê û vêda ev bi wanra derket, û kanibûn 10 partî , teve li dorderê 150 serbixweyî li hev bicivin di bin navê(kongira niştîmanî kurd li sûrî)li 26/10/2011de.
     Di baweriya mide, eve asta pêkanibûna partiyanbû, û yên ji vê bîtir dixwazin li astekî dinin, û bi çavekî din li doze dinêrin. Bawernakim em kanibin tevayî hêz û rêxistin û hevrêz û kesayetî bighînin serhev û di kongireyekêda bicivînin, eger me ev kaniba, wê rewşa mejî li astekî dinba, û em hewqas li paş ne diman. Lê eger rastiyek hebê, eva ne qonaxa dawîye, pêwîste eva bingeha yeketiya dengê kurdbê, û li ser tiştên mayî ava bikin. Di jiyanêda bi gavekêda hertişt bê kêm û kurtî saz nabin. Eger em li dijî kêmasiyanbin, pêwîste em riya rastiyê jêra bibînin, ne tiştên têne avakirinê beravêtî bikin ji ber ku em ne hevparê wê avahîyêne. Pêwîste carekê her yek li xwe vegerê, û bê layane ji xwe bipirsê ka kêmasî di kudaye. Bawer dikim wê bi hesanî di xwe derxê ka çiqas kêmasî kirîye div ê rêda ji ber parastina (ez û ezê)  kesî bê gûneh nakim div î warîda, lê di rastiyêda evana kanibûn bi hevra ev kombûn bi navê(kongirê)li darxistana.
     Eger em li vê kombûnê bê layane binêrin, ka çi zirara yekbûna van partiyan û ev kesên serbixwe li rewşa kurdî heye bê ew hêz û kesên li dervayî  vê hevbendîyê, eger em kanibin vî navî lêkin, ku ne( kongireya niştîmaniya kurd be û encama wê ne encûmena niştîmanîbe) yanî eger evjî ezmûnekbê li ser riya rast, tevî ku bi hêz û piştewaziyên xweva em kanin bibêjin ew nûnertîya   piranîyê xelkê dikin, evjî giringe ku em li ser rawestin bê dijayetî, pêwîste em rêkê bibînin bo hevparê vê(encûmenê)bin da ku yeketiya me bi serî bibê û kesek nikanibê di vir û di wir ra di nav mera derbas bê.
     Gelek deng derdikevin li vir û derahan bê berpirs, hêvîdarim em nebin şkarteyên ezmûnan ji xelkêra, û diruşmên xelkê nebin nakokî di nav meda, bercewendiya me di yekbûna medaye, û sûda kesî di perçebûnêda tineye. Xwezî herkes hevparba di vê kongirêda, lê bê guman ji vê baştir ne dibû, yan dibû waba, yanjî qet neba. Bi min ev baştrîn pêkanî bû di vê qonaxêda, û em kanin yeketiya xwe li ser temamkin, eger daxwaza me yeketîbê. Ji bo hinek li xatirî xwe nehêlin, rastîyek heye dibê em bidin ber çavan ewjî ewe: raste hinek partî hene di nava wan 10 partiyanda ku li 10 nûnerên xwe mand bûn çawa peyda bikin, yanî bi kêmanî em kanin bibêjin ku ew bi endam û piştgêrên xweva ji ewên ne hevpar ne bi hêztirin, lê tiştê ji dest derketî ev bû pêwîste li ser ava bibê, û ev avabûn ji herdû yacîyada tê xwestin, tevî em zanin çendek ji van 10 partiyan naxwazin ewên tevlî kombûnê nebûne car din neyên nav wan, lê berpirsyarê anîna wan partiyan ji partiyên sereke tê xwestin, wextê ez dibêjim sereke ew partîjî xwe nas dikin.
      Tiştekî din ma dibê ez nîşan bidim û dibê di bin cilêda nemînê: gava min xebat û çalakiyên partiyan şopand bo girêdana kongirê, û min bihîstibû rolekî PYDê serekî di wan çalakiyanda heye, ez ketim nava gumanan ku rastiya girêdana kongireyekê û PYDê endamê wê kongirêbê bi rastî min dûr didît jiber nelihevhatina stiratîcîya PYDê û duruşma vê kongirê li hêlekê, û nekanibûna PYDê xwe di erk û berpirsiyaria encamên kongirêda bibînê, û xwe bi stiratîcîyekêva girêdê ku nikanibê bi erkên xwe rabê, ji ber stiratîcîya wî yekser bi bercewendiyên PKKê va girêdayî, ewjî li gelek cîyan bi vacayî bercewendiyên tevgera kurdî li sûrî dişopê. Û tevlênebûna PYDê ji toplema tevgerê kêm nakê, û li her şûnekê PKKê taybetîyeke xwe heye, tenê ew taybetî nebê jêderê nakokiyên talûke û eniyên berberîyetiyê peyda nebin di nav kurdanda, lê bi vacayî wê eger dilxwazbin kanin bi yekva bi rêva biçin tevî ez li wê yekê bi gumanim, lê rastîya rewşê eve dibê merî rûyên xwe ji ber nedê alî.
     Encamên kongirê di naveroka xweda dîsa em kanin bibêjin ku ev pêkanînbû, yanî ji vê bîtir li vî alî yan li wî alî xuyaye nedhate ber destan, tenê min tiştekî nîşan bidim, ewjî bi mafê gelî kurdva girêdayî: piştî pêncî sal xebat 10 partiyan teve 150 kesên rewşenbîr û nivîskar û siyasetmedarên serbixwe nikanibûn dûman ji ser mafên kurd di sûrîda rakirana û dîsa di şûna tevlehevîyêda hîştin ku kes nikanibê bibêjê mafê kurd eve. Yanî çîye mafê çarenûsî yanjî mafên rewa? Bawer dikim endamên kongirê bi tirs çûne ser nîşankirina mafên kurd, yanjî nêrînên nûneran cûda cûda hev negirtine, ji tirsa serneketinê maf di bin dûmanêda hîştine, ku pêwîstbû berî her tiştî ev kêşeya mafrewî çareserbikirana, yanjî hîştine qonaxeke din ko ji xwe bi gumanin nikanin xwe bajone nav vê kêşeya giring.
         Li dawiyê ji me kurdan tê xwestin em li kêlek vê nûçeyê bisekinin û li ser ava bikin. Di baweriya minda şerê vê encûmenê nakevê bercewendiya tevgera kurdî , û yên nexwazin li teniştê bisekinin ji wan nayê xwestin li hember rabin, di eynî cîda ji vê encûmenêjî nayê xwestin ku ewên ji derva tewanbar bikin, çi rastiya tevgerê li herdu aliyane, û dîsa herdu alî hev temam dikin, û zanibin her alîyek firokekî bi baskekîye. Hêvîya serketinê bo yekrêzîya tevgera kurdî li ser gavên pîroz.
        
 Nivîskar û siyasetmedarê kurd ji sûrî
 
28/10/2011







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2733