Dergehê Teng...!
Dîrok: ÇáÃÍÏ 23 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



 
  Qadir Egîd

Awirên wî, careke dî bi laþê wê ve hilperikîn , li ser sînga wê; qada cengan Sist bûn. Gotinan, careke dî xwe li ser lêvan kuþtin.
dema dîmena herikandina laþê  nazik di nav tiliyên wî de xwe li ser hiþê wî perixand, Pêlin ji  xemgîniyê xwe girtin ser dilê wî...
 Rondikek windayî da hev, peyalê bêdengiyê di navbera xwe û wê de þikand, perîka zimanê xwe di gola sewdan de dakir û got:


- Ey þaxa dilê min, Ji kengî ve min evîna xew ji te eþkere kiriye?
- Ji mêj ve... Ji rohilata yekem li ser riwê deryan!
-  Tu dizanî  ez ciqas ji te hez dikim, dixwazim ezmanan li ber lingên te raxim, ji ber te pencereyên  çavên min û dergehên  giyanê min ji nû  ve li jiyanê vekirin.                
- Erê …Tu jî  li ser cegerê min serm û aþtî bû, û buhara bihna te çîçekên dilê min yên çilmisî geþ kirin.

Xwest ku wê di deriya rastiyê; rastiya þemitandina wê di nav destên qirêj de, xewkirina wê bi kesên biyan re werke, lê hewldana wî - ji ber devê wî li ber nedigeriya - li ber lingan çû.
-  Stêra min ê... Hêjaya min ê :
 Tu bû… û ta çavê min bikutkutin li vê jînê, tê bimînî evîna min ya bêhempa. Ew çavên te wê bimînin du kaniyên ji hêviyan... Bîranînên te wê di dilê min de bimînin  gulîstanek ji wêneyan ta ku di þevê zivistanê de min bilorînin, û bê þevpest xew bikim... Lê dilê min yê mîna  beytikekî  serjêkirî di nav destên te de diperpite, û te berê wî  daye dojehê; baskên wî þîn hatine, vêca desmala spî li ba bike û rêdana wî ji girtîgeha dil bide, ta ku bi ezmanê azadiyê  bikeve.

- Dojeha çi….!!!?  Û serjêkirna çi…!? Dilê min hêlînek germ e, bi evîna min  nexiþandî ye.
- Lê ew ne cihê min e. Tu xanî nikarin me bi hev re bicivînin, û di tu xewnan de em nema hev dibînin.
- Ka peyvên di hingiv de dakirî, ku te di þevên havînê de di guhê min de dikir pistepist …Simfoniya helbestên ku min ji te re distra û serê te li ser herdû  girên Keçaniya min bû!. Ma tu nizanî ku dilê min ji evîna te di ser re çû ye?
-  Dil ji evîneke pûç di ser re nare, û ew simfoniya gelemþe, te li ser gelek sîngan lorandiye.
- Ma dema ku te þûrê evîna xwe li min kiþand, te mîna parçemokê , gerdûn berevajî  didît...??
- Lê belê Ez mîna yê ku riwê xwe bi neynikê ve bileziqîne,  yekcar kor bûm.
Di deriyayeke ji girî werbû û got:

- Tu merovekî dudilî yî, bênêrîn û raman e.
- Ez ê bênêrîn û raman bim, ger ez vê tenaziyê û pêkenînkê berdewam bikim… Tenaziya ku çivîkên dilê min li dor dara te bifirin ,û nikaribin xwe li ser þaxên te deynin; an dilopek av ji sulavê porê te vexwin… Tenaziya ku  dergehên hêviyê min li ser piþtê bin û sawîrê  te riya wan þaþ bike…Tenaziya ku ez ji te hez bikim û nikaribim te bikim kebanî, malê bi te  bixemlînim. 
Vêca bihêle ku ez vê evînê ji ser laþê xwe rêþ bikim…!






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2717