Xetîra Azadiyê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 20 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



 
Zoryar Tehlo

Miþel e,herdem li bîre
Herkîn û sûlav û tîr e
Rewþenbîr û hem jîr e
Pêt û alaf û xetîr e


Xwezyarin bi dilê te
Kanî ji vî rengê te
çendî bêjim li ser te
Ndim te,mafê te

Bi hezaran dost û yar
Miþel e,gotin û kiryar
Nepejirand rêya xwar
Xwedî soz û biryar

Gel darbesta te hilanî
Ji rojê pejna nûranî
Nemir û pakrewanî
Li buhiþta yezdanî

Dinerim li wêneyê te
Geþbîne ew rûyê te
Digirnijin lêvên te
Nifþê nû,paþeroja te

Ji lêvan bêje û silogan
Natirse ji fortan
Doz ajot bê westan
wêreke li meydan

Li her çapemenî, û tê vî
Miþel e,bûye rêwî
Zêndî ye,her doza wî
Perwer e, ew nevî

Nabin xemgîn û kovan
Hêjayê awaz û stran
Rist û helbest û pexþan
Kurte jiyan û roman

17-10-2011









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2711