M. Temo: tovê jiyanê û nîþana yekîtiya kurdî
Dîrok: ÇáÎãíÓ 13 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Dr.Zara Salih

Bêguman kuþtina pakrewanê nemir û hêja M.Temo bi destê rêjîma Al asad ya xwînmij û dictator, bûyera herî nexweþ û xemgîn bû sebaret gelê kurd li rojava. Lê weke berî vê demê þêxê þehîdan M.Alxeznewî  gotibû:( heger win bixwazin þehîdên xwe bi bîr bînin, gereke win mirinê biguherin û bixin jiyan ), loma vê buyera berz  derî vekir bo gelek xalan:


Yekemîn xal ku xwe tênê ziman, ku kurd weke bizav û millet qelenê wê tertûbelakirinê didin û ta roja îro nikarîbun yekîtiya xwe bighînin serî, ta ku karibin xwe bi parêzin ( kuþtina xebatkar M.Temo nimûne ye ), çiku heger kurd yekdest bana, helbet wê rêjîma Sûrî destê xwe dirêjî nûnerên kurda ne kiriba. Pêwîste me sûd girtiba ji kuþtina Þ. Maþûq û axaftinên wî div ê derbarê de, tevlî ku kurd yekîtiya xwe diyar dikin di rojên tengasiyê de, lê ew zû jibîr dikin ( ma gereke ku her û her em dibin çewsandinê de bimênin ta ku em tim yekbin???).

Xala duyemîn ew e ku pirsa kurdî di hundirê Sûrî de, derbasî bernameya guhertinê buye, nexasim piþtî qelenê lehengê kurd M.temo û giringiya beþdarbûna kurdan div ê þoreþê de, ku hate zanîn giranbuna rola kurdan, loma gereke kurd hayedarbin li vê rewþa nû û doza xwe bi mêranî diyar bikin û berevaniya wê bikin bi rêya yekîtiya xwe û beþdarbuneke xurttir di hundirê xwepêþendana de. Pêwîste em xwîna þehîdên xwe bi arzanî ne berdin, jiber wê rêjîm dest bi kuþtina gelekan ji kurdan bike.

Loma rikberiya erebî jî agahdar buye ku ti guhertin pêk nayên heger miletê Sûrî tev beþdarî vê serhildanê nebin, nemaze gelê kurd , yê ku xwedî giraniyeke mezine di vê pêvajoyê de, û ew beþdarbun wê deriyê bidestxistina mafê kurdî bêne ziman, jiber ti kes mafê te nadê te, heger ti bixwe doz neke û bistîne.

Îro roj heger kurd bixuazin xwedî li þehîdên xwe derkevin, berî her tiþtî yekîtiya xwe pêk bînin bê þert û merc, û derî li ber dijmin bigrin.

Û pêwîste ku li pey doza þehîdên xwe bikevin û wan armancên pîroz bighînin dawî, jiber ku dem derbas dibe û ev fersende nû û serhildana gelê Sûrî bi tevayi yek ji xewnên milletê kurd bû, ku ew jî bighêje azadiya xwe û bibe xwedî par di rewþa Sûrî ya nû de.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2698