Nameyek sersaxî ji Komîta Amadekar Ya fistîvala Helbesta Kurdî Li Sûriyê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 12 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



  Serkird û layîngirên Þepêla Pêþeroja kurd Li Sûriyê .
Malbata xebatkar û siyasetmedarê kurd Miþel Temo.
Bi êþ û janeka mezin me xebera terorkirina têkoþer û çalakvanê kurdê navdar Miþel Temo bihîst. bi rastî em pir ketin di xem û kovana vî xebatkar û ronakbîrê xwîngerim û peyvxweþ de û çûna wî netenê zirare ji malbat û partiya wî re, lê belê çûna wî û nexasim di vê dema nazik û hestyar de  zirareka mezine ji þoreþa gelê Sûriyê re bi tevayî û ji xebata miletê kurd û tevgera wî ya siyasî re bi taybetî.


em di wê baweriyê de ne,ku xwîna þehîdê peyva rasteqîn Miþel Temo beyhode naçê û wê li ber tîrêjên xwîna wî ya zelal çirayên azadî û azadîxwazan bimînin geþ û ronî.
Teror karekî rûreþ û þermezare,û hêz û rijêmên terorkar bergehê wan di komelgeha nêvdewletî de namînê,û hizir û bîrên wan tucarî cih nagirin.
Di vê helkeftina diltevzîn de,em bi navê Komîta Amadekar Ya Helbesta Kurdî sersaxiyê li tevaya gelê kurd dikin û hêvîdarin ku xwedayê banî cihê þehîdê me di nava qencên xwe de xweþ bikê,û sekin û hedarê bidê malbat,heval û hogirên wî.

Komîta Amadekar Ya Helbesta Kurdî Li Sûriyê.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2693