Miþ`el Temo.. Agirê te ne vemirî
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 12 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



 
Mihemed Ebdê

Bi mêranî ti çû gornê  * * * * te ev digot tim û her cara
Bi serbilindî tim tû dijî * * * *  eyî gelemê çevên neyara
Mêranî  nayê kirîn ti cerî * * * *  ti bû sernav ji mêrara
Sal bûrendin di zindenê * * * *  ti hat  û te got ez, bixortara


Bibin yek gelê kurda  * * * *  va Miþ`el ji bo me xwîn da
Ser bilind be bi wê xwînê * * * *  ser gornata  teva soz da
Ber em bimrin hezar carî  * * * *   ber derkevê kula di dilda
Karbikin hemû bi mêranî  * * * *  ber nemînê di dilê Miþ`el de

Azadîyê tû buha giranî * * * *  aþtî berxwedan û serhildanî
Golê xwînê teva ji bo te danî * * * *  ti ne li e`rd û ne li ezmanî
Azadî þêrîne ma tû kanî * * * *  roja qiyametê  bi bê xwyenî
Mûma azadîyê vêdikeve bixwînê * * * *  de were azedîyê li me bibe mêvanî

Oxir be ji tere evîndaro * * * *  evîna te ji evînê mizin tire
Evîna  welat û doza gele * * * *  dildaro ew evîn ma  bi tere
Ji ber tu mêr bû þehîd bûyî * * * *  ti bû mihvan li Me`þûq û giran mêra
De here bûhiþtê xwedê bi tere * * * *  hezar mêr çêbin wek te ji mere








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2690