Agirê sar û vemirî
Dîrok: ÇáÎãíÓ 29 ÓÈÊãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Melevan Resûl
 
Di nava çend mehên dawî de lezgîniya rûdanên rojane bi xwere gelek pirsên bê bersiv dihêle , her kesî pêwindîdar dike û pêdiviye helwest ron eþkera bin , nemaze em dikarin helwesta tevgera reþenbîrî , civakî , komelayetî û siyasî ya kurd ji xwere bikin mînak ka çawe tev digere û xwedanê çi helwestê ne beramberî cada Sûrî bi giþtî û ya kurdî bi taybetî , ka dikarin bi çi þêweyî bersiva pingavan bidin û veguherînê bi xwere çêbikin , li ser hemû babetan û di hemî astan de , da bi rabûna pêlê re yan gur bibin û yan noq bibin ,


lê heger mebest ji xebata heyî siwariya li pêlê be ew me dixe metirsînek mezin , ji ber ku wê nikaribe ne bi pêþ keve û ne encamên erênî bi dest xweve bîne .
Ev sist û pistiya ji layê fermî ve û bersivdanên þermok tên wateya bêhelwestîyê di wê dema tê payin ku her hêz û rêxistin û heta her mirovek bibe xwedan ked û bibizavek layqî rewþê  .
Metirsîna mezin ji bêzariya nediyar heye , ya heta niha nedîtî tê diyarkirin û yan car caran eþkere sinyalên bivekiyê dighinin , mîna gotina di cada kurdî de tê gotin ku hinek kes yan sazî bi rijêmê re li hev dibanin û çavan ji kiryarên kirêt re dikurkusînin , ev geraviya di asoyên nediyar de bi rengekî ji rengan dikeve bandora alîkariya rizgarkirina rijêmê ji teqna çiravê û bînvedanê dide wî , mîna dibêjin ev bînvedana þervana ye , her wisa jî desthilat hêza xwe li ser hev kom dike û kar û bara pingava tunekirina dengê azad ji hemû rexî ve bike  .
Em hemî dizanin çawa çemper mîna bazin li dor gewriya wî hatiye pêçan û îskê mirinê dide , di vê dema kirîtîk de cih ji xemsarî û bazarên kesayetî re nema ye , îro agirê xinzirî ji binê erdê dipijiqe , hêviya sarbûna vî agirî bêhêvîtiye û bêbaweriye ji doza milet û netewê re , kîbe bila bibe , rewþ bi pêþ de diçe û bi þûn de nema vegere , kesên pêkhatî dikarin cihê xwe di neqþeya nû de bigrin , bazarên nehênî û qizincên biçûk xwekuþtine di vê demê de , ji destberdana derfeta zêrîn ya niha li rû dayî bi kêmanî di nava çerxekî de anceq carekî xwe dubare dike , ev baweriya her kesî ye lê mixabin hîna tu kesî ev mijar nekirye barê xwe û xwe ji vê kêþê re berpirsiyar nedîtiye , heger çav li bajarên Sûrî yên din be heta veguherînê bi rijêmê re çêke û ji nû wêrekiya me were me , hingî agirê me sar dibe û tîna mê namîne .  








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2675