Rijm dirxe yan bi ser xweve t (2)
Drok: 18 2011
Mijar: Ne



Melevan Resûl

Serokê koridnasyona welatên Ereban Nebîl Elerebî heta vêga xwedan helwestek ermoker e û hêviyên xwe ji rijêma Sûrî nebirrî ne , çavlirê ne ku reformên çareseriyê ji layê desthilatê ve werin kirin , her weha dewletên alîgirê rawestandina pevçûnan û serhildanên heyî , di nava bazarê de tev digerin û di bawerya min de ewe ku temenê rijêmê di vê demê de dirêj bibe û derfetên mana desthilatiyê berdewam bike , sedema wê jî ewe ku hîna opzisyon nexwedan hêze , hêza berbiçav tenê partiya birên misilman e , hewldan hene ku wê ji kovîtiyê kedî bikin , lê hebûna wê di nava civaka Sûrî de lawaz e .


Di her halî de pêwistî bi xebatek ciddî heye , hemû rexên serhildêr , partî , hevrêzên Sûrî yên xortan û partiyan û saziyên civaka sivîl , rewenbîr û beên civakê yên hemereng , sandîka û kesayetên dilsoz , li rizgarkirina welatê Sûrî mijûl bibin û projeyek li gor demê di sazkirina dewletek sivîl û demokrat heye , hemû beên civakê xwe di navê de bi bandor bin û hemwelatiya wan were parastin ji mafên kesane û komikî bi êweyek fermî .
Ji berê de hatiye naskirin ku maf têne standin yan têne dayin ?
Em ne di welatek gerdenazad de dijîn da ku di riya guftûgoyê û dibin banê parlemento li hev bikin da mantelîta tepeseriyê ji ramanê xwe bavêjin û kesên irîkên xwe bi sanahî bi pejirînin ,  çimkî ramanê azad pêdawistî bi kesayetek azad heye , di seranserî rojhilat de kesayeta mirovane hatiye rûxandin , heta bi kesên lîbral û radîkal hîna di bin bandora ramanê piaftinê de dijîn , aha goman di virde ye , nexwe wê çareserî çawa çê bibe ?
Fere ku em di du astan de xwedan rêbaz bin , yek jê di hêla navxweyî de ( civaka kurd ) û di asta welatiyê de ( netewa Sûrî ). Di qûnaxekî de siloganek ji hêla tevgera siyasî de hate hildan ji bonî yekbuwîna gotara kurdî di bin banê beryargihek berpirsiyar , ango lidarxistina kongirek netewî , ew jî beryarek di cih de bû , lê hino hino goman têk çûn û xewna me firiya , nakokiyên dijwar derketin di navbera partiyên siyasî ji hêlekî û rewebîr û xortan û kesayetên serbixwe de , na partiyan û ne beên din nekarîn pî li cegerên xwe bikin û berjewendiya netewî bidin pê ji lew bang seqet maye û heta vêga hîna daleqandî maye , eve jî cihê xengîniyê ye , gelo ma dibe ku av ji bin me biherike û em bi bêvila hev ve bimînin û li ser mijarên demborî rikeberiyê bikin !!!!?.
Di baweriya min de ev derfeta li rûdayî zêrîne û dema qizinckirina mafe ( heta qunaxekî ) lê heyf û mixabin em ne wekî kêmnetewên di Sûrî de jî hîn nebûne xwedan helwest , nimûne çawa Dirzî , xiristiyanî û …. Di nava xwede ketine bazara li hevkirinê û hinek pêkhatin ji paeroja xwere dikin , heger hat û çi guherîn li rû bidin ew jêre amade ne , heta radeya xwebiçek kirinê jî amade ne , ji mafê her kêmnetew hebûna xwe di vê qûnaxê de biparêze , heger rijêm birûxe yan li dar bimîne .
Bi keserek tije kul ez li gotina nemir Ehmedê xanê divegerim : heger me hebû ya itîfaqek  …………
Dîsan jî ez di nava bêhêvîtiyê de namînim û baweriya min bi netewa kurd heye ku xwe ji nûve ragire û bibe xwedan beryar , helbete wê ev banga min bighîje partiyan û beên civakê yên corbecor û omîda nequrmiçînin û pî li cegerê xwe bikin û berjewendiya milet di ser bazarên kesayetî de bigrin , heger ew nebe bawer kin wê rol ji bêhelwestiyê re nemîne û seyr nemînin heger di eqaman de milet dijûn û sixêfan bibarîne , ka çawa serhildêrên Sûrî banga ruxandina rijêmê dikin , eynê wê siloganê wê li dij partiyên kurdî û kesên refor û bizdonek û xemsar re were gotin û pîvan ji binî ve werin guherîn .








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2656