Çirîskeke biçûk li ser þoreþa Êlûna pîroz
Dîrok: ÇáÃËäíä 12 ÓÈÊãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Sýyamend Brahîm
 
Nizanim Ez tu bahoz mijî yan moranî
Birûske yan tu tîrljî ya tu ewrê tarî
Qamçiyê te Berno yî her tu siwarî
Madem li ser riya mamoste Berzaniyî
                      Izet axayê Dêrikî

Belê her sal wekî vê roja gelê Kurdistana rengîn pêþbaziya vê bîranîna þoreþa Êlûna pîroz dikin, Belê pêþbaziya rojeke pîroz ku pêt û birûska giranbuha li serê çiyayê Kurdistanê hate vêxistin, kî ji gelê kurd dikare bi hesanî li ser bîranîna þoreþa Êlûna neyne li ser zimanê xwe, û bi rastî min ji mej ve dil heye ez gotarekê li ser þoreþa Êlûna pîroz binivîsînim,


Lê xameya min xweþik mafê wê nade ku ez mafê vê þoreþa han rist bikim, ji ber ku birastî di jiyana gelan de çendî xalin dîrokî hene mirov çiqasî xwe li ser van bûyeran çem bike, lê ya rast û durst ew kes nikare bi hesanî wê derbas bike, û çavên xwe bigre, û bêje ev bûyer ne giringe?!
Þoreþa Êlûna pîroz ya ku em her sal beþdarî bîranîna wê dibûn, lê seranserî Sûryê ahengin mezin li dar xistin, lê mixabin îsal welatê me Sûryê di rewþeke aloz de derbas dibe, Li her derê xwîn tê rijandin?!
Û li vir kî dikare rola qehremanê gelê kurd Melle Mistefayê Barzanî jibîra bike, kî dikare guhê xwe ji nav û dengê mêrxasê çiya bide alî û bi rêzdarî li dîrok û nûçeyên þerê vê þoreþê nebihîze!
Hêjaye gotinê ku em mukur bên bi rengekî ji dil û wijdan li ser mêrxasiya vî lehengê han dûr û dirêj nekin, ji ber ku dîroka wî tijî afsane û dasîtanên mezinin, koçbarkirina wî ji Mehabadê heya Sovyêtistanê, û bê çiqasî zehmetî û dijminên kirêt û hov ji Turkan û Farisan dît, ev tenê mêrxasiyeke bê hempaye, û ya dudyan vêxistina þoreþa Êlûna pîroz gaveke gelekî di dîroka me de cihê serfiraziyê, Nemir Barzanî ne ramangîr bû, lê EW sergevazê gelê kurde, generalekî xwedan pilanin leþkerî bû ku dijmin  li ber þerê wî matmayî dim, ew tu carî sernexwînî nas nedikr, her doza wî bi serkeftina þoreþa gelê kurd û kurdistan ji destên van dijmana rizgar bibe, û kurd bi serfirazî û hesanî tê de bijî û vaye gelê kurdistana Îraqê bi mêranî amedekirina dewleta Kurdistanê pêktînin.
Belê çi kesê bêje ez barzanî me, divê xwedan kesatiyeke mezin be, singa ji her kesî re vekirî be û xwedan sinçiyeke bilind be, ji ber ku her kes nikare serkêþiya milletekî bike, eger bejin û bala wî, nerînên wî ne wekî berzaniyê nemir be! Û mixabin niha li seranserî Kurdistana çendî mirov di van partiyan de hene, tu xebatê nakin, bê siçîne, derd û kulên wan xweþiya dunyayê ye û danheve peraye, û bûne mafyatin ji zihayên çolan mezintirin, lê ya rast ne Barzanî ne. Berzanîtî xebat û tekoþîne, serfirazî û rûmeta mezine.
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2648