Vexwendineke vekir ji bo Roja helbesta kurd li derve - 2011
Drok: 12 2011
Mijar: Ne



Ji sala 1993 an de, her sal, di roja koçkirina seydayê Cegerxwîn de, li rojavayê Kurdistanê, roja helbesta kurdî  tê lidarxistin. Herwisa li derveyî welêt, li Elmanyayê, ev cara eane ku, bi heman helkeftinê, helbestvan û wêjehezên kurdên rojava li hevdu dicivin. Bi xwendin û guhdarîkirina helbestên kurdî dara zimanê kurdî yê êrîn av didin û giyanên xwe yên li biyaniyê zuhabûyî didin ber barana wêjeya kurdî.
Bi navê komîta amadekar ya „ Roja helbesta kurdî li derve „ em, îsal jî, we vedixwînin bajarê Essen ê Elmanyayê, da ku roja yekemê, 23. 10. 2011, careke din, em rojeke wêjeyî û kurdewar bi hev re derbas bikin.


Em bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de helbestên helbestvanên ku dixwazin bedar bibin, li ser vê E-mailê ( rojahelbestakurdi2011@hotmail.com) bigihêjin ber destên me.
Herweha, wê roj bi muzîk û stranên hunermend Roj Elî bi dawî bibe.
Navnîana cihê: “ Roja helbesta kurdî li derve “ ev e:
Komela Hêlîn.  Werder   Str.  13.  45138   Essen
Dem: Katjimêr:  13: 00
 Ji bo têkiliyê:  0049/01637866977.   0049/160 92 44 44 29      
 Bi hatin û bedarbûna we, wêjehezên Kurd, em ê kêfxwe bibin.
Komîta amadekar ya „ Roja helbesta kurdî li derve ".
Keça Kurd 
Helîm Yûsiv
Elî Cefer
09. 09. 2011








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2647