Ēepka bidin kurd va dibin yek
Dīrok: ĒįĆĶĻ 04 ÓČŹćČŃ 2011
Mijar: Nūēe



Emer Îsmaîl

Miletê kurd weke miletekî bož li seranserî cîhanê yeke di maf û armancên xwe de û yekîtiya kurdan jî belî û diyare raberî her mirovekî ku dîroka kurdan xwendiye yan jê têkilî bi gelê kurd re kir ye.
Žorežên kurda di dîrokê de  û zincîra wan žorežan li peyî hev diyar dike ku xortên kurdan sînor derbas dikirin ji bo bibin pêžmergên qehreman di žorežên gelê kurdistanê de, bê ku xwe bi bînin ji vî parçî yan ji parçek dî û xwîna xwe bi merdî didan ji bo ku rojekî ji rojan kes ne bêjê kurd ne yekin û bi kul û derdên hev na êžin,


û herweha helwêsta hemî coreyên miletê kurd li her çar parçên kurdistanê jî di vê derbarê de yek bû. heger du nêrîn yan yazde partî di nav gelê kurd de peyda dibin,ev ne nîžana ku kurd ne yekin û nabin yek,daxwaz û armancên tevgera siyasî û miletê kurd tev de yekin û hemî bi hev re doza mafê rewayê gelê kurd dikin,wek netewa dudiwan di welêt de û  li ser xaka xwe ya dîrokî dijî.ev daxwaz ya her zarokek,pîrekek,zanayek,nivîskar û siyasetmedarekê kurde û diyare ku pižtî žoreža gelê Sûriyê  di 15/3/2011 ê destpêkir, tevgera siyasî ya kurdî civîn kirin yek, komîta yekîtiya civata tevgera kurdî li Sûriyê dakete nav qada žorežê de û giftûgo bi hemî hêzên siyasî yên Sûriyê re kirin û her yek ji aliyekî ve, ji bo çareserkirina pirsa kurdî wek heyî li welatê Sûriyê.heger yazde partî di nav kurdan de hene û zêdeyî sed rewženbîr û nivîskar dijî hev dinivîsînin û têbînî û rexnên xwe li ser karê tevgerê û partiyên wê diyardikin .ev nîžan didê û ron û ežkere dikê ku kurd miletekî pêžketiye,xwedî mejî û singek firehe,bi biratî danûstandinê dikê û bi aqilmendî û hižyarî rewža xwe ya siyasî žirove dikê,û pê re rêyên çareserî û rizgariyê ji gelê kurd re destnîžan dikê.
Bi rastî ez behit û matmayî dimînim dema ez ji mirovekê kurd ,nivîskar û xwedî bîr û bawerî ku di bêjê kurd nema dibin yek û dikê wek mizgîniyekî û ji gelê kurd re radigihînê.ez di bêjim nivîskarên kurda yên bejin bilind : nameya nivîskaran ewe ku žûna tariyê ronahî bikin û çirak gežbin di pêžiya žoreža azadiyê de û rêyên rast nîžanî miletê xwe bidin.îro roj dijîtî û režkirina xebatê bihêlin pižtî pêkanîna armanc û hêviyên kurdan.
Vêca çepka bidin va kurd dibin yek, û tevger û miletê kurd li Sûriyê ber bi girêdana kongirê netewî ve diçin û gelê kurd li Sûriyê bi tevaya tex û çînên xwe ve dakevin meydana vê žorežê û vê carê raste. dîsan çepka bidin va kurd dibin yek.








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2635