Çîroka (Segvanê Xurikî), Ji Çîrokên Resen Yên Folklorê Beriya Mêrdînê Ye
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 24 ÃÛÓØÓ 2011
Mijar: Nûçe



  Konê Reþ

   Di van rojên dawî de mamoste Mistefa Cizîrî pirtûkek xwe a nû bi navê (Segvanê Xurikî) bo min þandiye. Ev pirtûk ji rex Enstîtuya Kurdî a Stocholmê di sala 2011 an de hatiye çap û belav kirin.
Piþtî ku min xwend, ew rojên min yên zaroktiyê hatin bîra min, dema ku zivistanên sar û bi baran bi ser me de dihatin, me xwe li ber agirê tifikê û sopa tepika gerim dikir û di ber re li çîrok û çîvanokên beriya Mêrdînê guhdarî dikir.. Erê xwendina vê çîrokê ew rojên zaroktiyê anîn bîra min.


Bi rastî Mistefa Cizîrî, ev çîrok ji nav dilê çîrokên Beriya Mêrdîmê bijartiye, nesaxim ku bajarê Amûdê, Mêrdînê û Beriya Mêrdînê navendin ji bûyerên wê re.. Wî, bi zimanekê sade kurdî û rewan berhev kiriye. Lê mixabin gelek þaþiyên çapê di nav re derbas dibin. Dema ku mirov dest bi xwendina wê bike, nikare xwe bi dawî ve negihîne.. Ev çîrok xweþ niþan e ji kevinbûn û dêraniya bajarê Amûdê re..

   Mamoste Amed Tîgrîs di pêþgotina vê pirtûkê de wiha nivîsandiye: Bûyer û çîroka (Segvanê Xurikî), Li herêma Mêrdînê derbas dibe ku wê demê bajarê Amûdê jî li ser Mêrdînê bûye. Li gor dema xwe rewþa civaka wê herêmê, çanda wê herêmê, helwest û kirinên dagîrker û zalimên wê demê dide xuyakirin. Ev çîrok mêranî, zordestî, bêbextî, bext û textî bi awayekî zelal û vekirî radixe ber çavan.

   Mamoste Mistefa Cizîrî di sala 1959an de li Qamiþlo hatiye dinyayê, dibistana seretayî li gundê herêma Omeryan (Kurka Çeto), xwendiye, lîse li Nisêbîn û Diyarbekirê xwendiye. Di ciwaniya xwe de ketiye nav refên azadîxwazên kurdistanê de û gelek caran ji ber xebatên xwe yên polîtîkî hatiye girtin. Di sala 1981 ê de ji br sedemên siyasî derketiye dervî welat û li Swêd bûye penaberekî siyasî. Li bajarê Stokholmê bi salan mamostetiya zimanê kurdî kiriye. Bi xebatên siyasî re xebatên çandî jî meþandiye.. Ji derî vê berhemê gelek nivîsên wî di kovara û malperan de derketine û ji Swêdî (Nêçîra Rovî û Mêrga Jêrî) wergerandiye Kurdî..
   Ez ji dil spasiya kek Mistefa dikim û jê bi hêvî me  ku vê zimanê xwe yê xweþ û hêsan di gelek karên wiha de bikar bîne.

Konê Reþ
Qamiþlo,23.08.2011








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2623