Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 23 ÃÛÓØÓ 2011
Mijar: Nûçe





Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî li Selahedînê di hevpeyvîneka eksklusîv de ji Nefelê re got divêt li Tirkiyeyê BDP û kurd şerê xwe li Parlamentoya Tirkiyeyê bikin û got şerê ko PKK jî dike xizmeta doza miletê kurd nake. Mesûd Barzanî got konferansa kurdistanî jî di van şertan de çênabe û ji bo Sûriyeyê jî got divêt mafên miletê kurd yê li Sûriyeyê bên qebûl kirin. 
Dinya di serê rêberê Libyayê Muemmer Qeddafî de hilweşiya. Trablus ket destê serhildêran, sê kurên Qeddafî êxsîr bûn û Qeddafî bi xwe winda ye. Rojên dîktatorê Sûriyeyê Beşar Esedî jî gelek nemane. Zû yan dereng selteneta wî jî dê hilweşe û Sûriye dê rizgar bibe.


Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî bi rêya eboqatên xwe berî demekî ji PKK-ê re got here û digel Îranê û Sûriyeyê di cepheyê li dijî “emperyalîzmê” de cih bigire. Niho li Qendîlê Îran û Tirkiye şer dikin ka kî dê PKK-ê di kontrola xwe de bihêle. 

Berjewendiya kurdan di guhortina dîkatorên herêmê de ye. Berjewendiya kurdan di cepheya Emerîkayê û Yekîtiya Ewropayê û demokrasî û azadiyê de ye. 

Di vê hevpeyvînê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî rêya rast nîşanî kurdan û nemaze nîşanî kurdên bakur û Tirkiyeyê dide. Yan kurd dê guhê xwe bidin Mesûd Barzanî û rêya biserketinê hilbijêrin yan jî dê guhê xwe bidin rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî û bikevin nêv cepheya li dijî “emperyalîzmê” û rêya têkçûnê hilbijêrin. 



Arif Zêrevan: — Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dema ko cara pêşiyê hat Hewlêrê û digel te civiya, piştî civînê wî got vîzyona Tirkiyeyê û ya cenabê te di heqê guhortinên RoJhilata-nêvê û herêmê de wekî hev e. Gelo guhortinên li herêmê û bûyerên li Sûriyeyê li gor vîzyona we çêdibin? 

Mesûd Barzanî: — Wekheviya boçûna me ew e ko divêt her miletek bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, ji ber hindê em li ser vê yekê mitefiq in. 

Arif Zêrevan: — Serokê Emerîkayê Barack Obama û rêberên welatên Yekîtiya Ewropayê berî çend rojan aşkera got ko divêt serokê Sûriyeyê Beşar Esed dest ji desthilata xwe berde û here. Gelo ji bo herêmê û ji bo kurdên Sûriyeyê çûna Beşar Esedî yan mana wî baştir e? 

Mesûd Barzanî: — Ji bo me, ya mihim ew e ko çi bimîne yan biçe, çi ew yan ewên ko li dûv wî tên bin, îtirafê bi heqê miletê kurd bikin. Ew marjînalîzekirin, înkarkirina miletê kurd û ew kiryarên ko li hemberî miletê kurd hatine kirin nemînin. Û ji bo miletê Sûriyeyê jî rewşeka demokratîk li Sûriyeyê çêbe. Vêca Beşar Esed dike yan yên ko li dûv wî tên dikin ev qenaeta me ye. Ez nizanim ka ew desthilatdarên ko piştî Beşar Esedî tên dê vê bikin yan ne. Heger nekin dê rewş xirab bibe. 

Arif Zêrevan: — Gumaneka Tirkiyeyê heye, dibêje heger Beşar Esed biçe mimkin e ko kurdên Sûriyeyê jî wekî kurdên başûr û Iraqê bibin xudanê hinek mafan û roleka wan hebe. Dibe ko Tirkiye ne zêde terefdara xurtbûna kurdan li Sûriyeyê be, qenaeta te li ser vê çi ye? 

Mesûd Barzanî: — Beşar Esed bimîne yan jî hinekên nû bên, bêguman rewşa Sûriyeyê ya niho dê bêt guhortin. Ew rewşa Sûriyeyê ya îro li ser lingan namîne û di hundirê guhortinên ko bêne kirin de divêt îtiraf bi heqê miletê kurd bêt kirin. Her dewleteka dî razî be yan nerazî be, heger bivêt ko istiqrar li Sûriyeyê çêbe divêt doza kurdan li Sûriyeyê çareser bike ji ber doza kurdan sebebeka bêistiqrariya Sûriyeyê ye. 

Arif Zêrevan: — Niho şerek li Qendîlê heye. Îranê êrişî bingehên PKK-ê yên li Qendîlê kir û niho jî Tirkiye êriş dike. Qenaetek heye ko PKK li aliyê cepheyê Sûriyeyê û Îranê ye li hemberî cepheyê Emerîka û Tirkiyeyê. Îran û Tirkiye herdu jî bi êrişên xwe dixwazin PKK-ê bixin bin kontrola xwe de. Gelo divêt PKK çi bike? 

Mesûd Barzanî: — Hesabên aliyên cida çi ne em wê danin aliyekî. Lê belê ev ji bo herêma Kurdistanê bûye problemek. Îran ji aliyekî ve şerê PJAK-ê dike, Tirkiye ji aliyekê dî ve şerê PKK-ê dike û em dizanin ko PJAK û PKK ne ji hev cida ne. PKK guhê xwe nade me. Niyeta me jî nîne ko em di vî şerî de bibin teref ji ber em naxwazin şerê kurdan û kurdan çêbe. 

— Ez careka dî dibêjim şerê kurdan û kurdan heram e. Lê belê heta hetayê bi vî awayeyî berdewam nake. Herêma Kurdistanê nikare heta hetayê baca problema PJAK-ê û Îranê bide yan jî baca problema PKK-ê û Tirkiyeyê bide. Divêt dermanek ji vê problemê re bêt dîtin û ew jî bi şerî çênabe. Ne Tirkiye û Îran dikarin bi şerî vê meseleyê safî bikin û ne jî PKK û PJAK dikarin tiştekî bi şerî bi dest bixin. Divêt hemî alî li rêya diyalogê vegerin. 

Arif Zêrevan: — Emerîka hem li Iraqê û herêma Kurdistanê ye û mitefiqa we ye, di heman demê de Emerîka mitefiqa Tirkiyeyê ye jî. Wezîrê nêvxwe yê berê û koordînatorê pirsa kurdî li Tirkiyeyê Beşir Atalay berî sê rojan got li hemberî PKK-ê hemahengiyeka temam di nêvbera Tirkiyeyê û Emerîkayê de heye. Tirkiye di êrişên xwe de xelkê sivîl û gundên herêma Kurdistanê jî dike hedef. Helwêsta Emerîkayê ji bo van kiryarên Tirkiyeyê çi ye? 

Mesûd Barzanî: — Problema mezin ev e. PKK-ê di şelîta hidûdî de meqerên xwe danîne gelek gundan. Em çiqasê ji PKK-ê re dibêjin van gundan terk bike ew terk nake. Em naxwazin bi zorê jî şerê PKK-ê bikin û bibe şerê kurdan û kurdan. Lê belê çênabe ko PKK li ser vê siyaseta xwe jî berdewam bike û parçeyeka axa herêma Kurdistanê ji xwe re bike meqer û bihaneyan bide destê Tirkiyeyê û Îranê û ew heroj deverên me topbaran û bombebaran bikin. 

— Niqteya didoyê jî ew e ko kontrola asîmanê Iraqê di destê Emerîkayê de ye. Bêguman heger Emerîka rê nede balafirên Tirkiyeyê ew nikarin bên û êriş bikin. Ev bi razîbûna Emerîkayê çêdibe. 

Arif Zêrevan: — Hebûna gerîlayên PKK-ê li devera Qendîlê yan jî derketina wan û bicihbûna rêxistineka terorîst wekî Ensar El-Îslamê li Qendîlê ji bo ewlekariya herêma Kurdistanê baştir e? 

Mesûd Barzanî: — Ne ew û ne ew. Divêt hêzên herêma Kurdistanê biçin wêderê, yan jî hêzên hidûdê Iraqê biçin wêderê. Ew dever ne cihê PKK-ê ye û ne jî cihê Ensar El-Îslamê ye. 

Arif Zêrevan: — 12-ê hezîranê li Tirkiyeyê hilbijartin çêbûn û bloka BDP-ê 36 kursiyên parlamentoyê bi dest xist lê belê neçû Parlamentoya Tirkiyeyê. Gelo berjewendiya kurdan di siyaseta sivîl û hilbijartinan û diyalogê de ye yan jî di siyaseta şerî ya PKK-ê de ye? 

Mesûd Barzanî: — Zemanê şerî nemaye. Bi qenaeta min kurdan şerê xwe li parlamentoyê kiriba sed caran ji wê tesîrtir û çêtir bû ko biçin û deh eskeran bikujin. Em li dijî vê siyasetê ne. Ev şerê vê dûmahîkê ko PKK-ê kir û esker kuştin, bi qenaeta min xeletiyeka zêde mezin bû û hîç xizmeta doza kurdî nake. Herin şerê xwe li parlamentoyê bikin. 

Arif Zêrevan: — Planek hebû ko ”konferanseka kurdistanî” li Hewlêrê çêbe. Gelo bi konferanseka wisa mimkin ko kurd PKK-ê qane bikin ko dest ji siyaseta şerî berde? 

Mesûd Barzanî: — Konferans ji bo wê bû ko em peyama aştiyê ya miletê kurd bidin Tirkiyeyê, bidin Îranê, bidin Iraqê, bidin Ewropayê, bidin Emerîkayê û bidin hemî dinyayê. Piştî peydabûna vê rewşa niho hêdî ti faydeya konferansê nîne. Di bin agirê top û bombebarankirin û şerê PKK-ê û şerê PJAK-ê de konferans çênabe, zehmet e ko bêt çêkirin. 

Arif Zêrevan: — Çênabe yan jî têt paşde dan? 

Mesûd Barzanî: — Di vê atmosferê de konferans nayêt kirin. Konferans ji bo peyama aştiyê bû. Em konferansekê çênakin ji bo ko biryarê bidin ka em piştgiriya şerî dikin yan li dijî şerî ne. Em konferansê ji bo şerî çênakin, em dê konferansê ji bo aştiyê çêkin. Çi dema ko şert minasib bin û konferans jî ji bo aştiyê be hingê em dê çêkin. Niho rewş rewşa şerî ye, em ji bo şerî konferansê çênakin. 

Arif Zêrevan: — Mesaja cenabê te ji bo kurdên bakur û Tirkiyeyê çi ye. Divêt kurd çi bikin ji bo ji aliyê Emerîkayê û dinyayê ve rûbirûyê tawanbarbûna bi terorê û şerî nebin? 

Mesûd Barzanî: — Kurd şûna ko biçin şeş eskeran yan heşt eskeran li Çelê bikujin bila biçin li parlamentoyê raya xwe bibêjin, siyasetê bikin, daxwazên xwe bikin, biçin sefareta Emerîkayê bibînin, sefaretên ewropî bibînin, biçin cem Yekîtiya Ewropayê behsa problemên xwe bikin, neko biçin şeş eskeran bikujin. 

Arif Zêrevan: — Emerîka dê îsal hêzên xwe ji Iraqê vekişîne. Derketina hêzên emerîkî xeterekê ji bo ewlekariya herêma Kurdistanê ji aliyê welatên cîran ve çêdike yan ne? 

Mesûd Barzanî: — Di nêvbera Emerîkayê û dewleta federal ya Iraqê de niho danûstandin heye, ji bo ko hinek hêzên emerîkî bimînin û di warê perwerdeyê de arîkariya hêzên Iraqê bikin. Bi qenaeta min dê lihevkirinek çêbe û ji bo perwerdeyê hinek hêzên emerîkî dê bimînin. Emerîka bi temamî terka Iraqê nake. 
22/8 2011
Jêder: nefel

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2620