Guhertin û ..kurd
Dîrok: ÇáÓÈÊ 13 ÃÛÓØÓ 2011
Mijar: Nûçe



Keko

Guhertinê dest pê kir, dema M.elbûezîzî xwe kir qurbana guhertinê û bû sembola wê , herwiha ew guhertin bû lehî û berê xwe da bakurê Afrîka û Rojhilata nave- rast û bitaybetî welatên Ereban û bê cidabûn , û di bawerya minde tu hêz nîne xwe liber vê guhertinê bigrê yan tu welat nîne xwe jê veqetînê û her welatek wê para xwe jê bistînê , ne tenê welat lê herwiha her partî tanî her mal û her kes wê jê xelas nebê .


Gelo para me wek gelê Kurd wê jê çibe ?
Li vir me destê xwe danî ser birînê , û em gihan giringiya navnîþanê .
Wek em dizanin dam û dezgehên me kurda di Sûrîde ev Partîne yên ku bûne navbend di navbera gel û bitaybetî Ciwanên kurd yên serhildanê û lehya guhertinê de , gelo çi ji partiyan tê xwestin ?
Bê gûman xwe guhertin û xwe guhertin û dîsa xwe guhertin , tu çare nîne ji bilî guhrtinê pêve , guhertin rewþ û navnîþana demê ye û eger xwe neguherin , wê bên guhertin , nebes wê bên guhertin , wê bibin Lêmiþta li ber lehiyê , û dawî dibin Ardû .
Xwe guhertin jî ne kiraseke ji xwekin û þerwalekî û girêfatekê deynin û hew , guhertinek li gor xwestekê hemdemî yên rojane , belê yên rojane divê sînor dinavbera tevgerê de û ciwanan werin rakirin çimkî her roj û her kêlîk dem û nerîn û helwestên nû gerekin û helwest û nerîna berê kêlîkekê nema bkêrî deqîqa dawî tê , ewjî girdayî bi helwesta dewletên herêmî û navnetewî , lewma em dibînin nerînên û biryarên cuda cuda dadkevin ser ekranên Telefizyonan û rûpelên Entrnêtên û alavên ragihandina cêhanî ya bê sînor .
Lewma piþtî helwestên Qiralê Se`ûdiyê û komcivîna hevkarên dewletên kendavê yên ereb û çalakiya dewleta Tirka û bi dûvde Oropa û Emerîka zelal dibê ku gav bi gav gerek tevgera me amadebê ji guhrtina helwestanre , dibê nerîna duhî îro were guhrtin , yan emê ji geþtiyî bimînin û wê tirên ne dimde derbasbê û hew lê wê pêl mekê .
Vêca heger tevger van çalakiyan gav bi gav kêlîk bi kêlîk ne þopînê û diber çavan re derbas nekê wê necihê rêzgirtinê bê û wê qelen biha bê .







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2608