Qamiþlokê
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 22 íæáíæ 2011
Mijar: Nûçe





Yasîn Hisên
Amûdê

Erê…Erê…Qamiþlokê
Qamiþloka rengîn…ûzanegîn
Tu beþekî biçûk bû ji mezin ji giyanê min…
Peymanên teres…yeko yeko hatine rêsandin
Da te bikin bûka min î bi tenê…
Tu dizanî ku nisêbîn bi têlên xweyî rêsayê bi ser te digiriya…
Tu dizanî ko hilma evêna Memê ji Dêrikê tê…
Dibe ko me li ber xwe bibe ha…


Amûd…tew…tew Amûdê..
Xuþka Amed û Amediyê…
Mîna mendalekî xwe Mêrdînê re paye dike…

Koban…ma tu dizanî tu sitran û dastana sirûcê bê xew e…
Efrîn…tu carî gotin têra wê nakin…
Aniha…hilmeke din…gaveke din
Wê ba û Bavê Felkê bên
Dibê ku bêjin:" bilind e bejin û bala te".
Wê Arifê Cizîrî bike qêrîn: " lê lê wayê".

Ez jî mîna dizê þevê diber xwe de dibêjim: Qmiþlo bajarê evînê…
Cihê govenda û civînê…

Û aniha govend min û te himbêz dike…
Dibe ku em bibin semayeke xwedawendî
Û li pêþiya zavayên te xwe li ba bikin…







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2584