Milet qeþitandina serokên kurdan dixwaze
Dîrok: ÇáÎãíÓ 21 íæáíæ 2011
Mijar: Nûçe



Qado Þêrîn

Þoreþa Sûryeyê di meha çaran deye, rojane ciwan li kolanan tên kuþtin, çarenûsa bi hezarên girtiyan ne diyar e, hîna jî serok û rêberên ereban mîna keviran bê helwest û bê deng in.
Li Sûryê bêtir ji sê milyon kurd dijîn, ew jî ji hemû mafên xwe yên rewa bê parin. Serokên me kurdan jî mîna serokên ereban li dijî rêjîmê bê helwest û bê deng in.


Em ji serokên ereban helwest û dengbilindkirinê li dijî rêjîma Beþar Esed dixwazin, lê serokên me jî ji bo me kurdên rojava hîna bê deng û bê helwest in. Serokên me jî hema hema wek serokên ereban in, êdî guhertin û avêtina wan ji berjewendiya me kurdan e.(kurmê darê ne ji darê be dar kurmî nabe).
Serokên me yên ku gelek kurd bi qoqê wan sûnd dixwin û navên wan ên mîxkirî li zarokên xwe yên bêguneh dikin, mîna  Barzanî, Talbanî û Ocalan, mixabin hîna ew jî bê deng û bê helwest in.
Bi gumana min serok Barzanî, Ocalan û Talbanî baþ dizanin bê kurdên rojava çi ji wan re kirine. Barzanî û Talbanî baþ dizanin ku sedema bingehîn a serhildana 12ê adarê ew bûn. Êdî ji wan tê xwestin ku xwedî li birayên xwe yên kurd derkevin.
Serokên me dikarin rolek dîrokî bilîzin, ew dikarin serok û rêberên partiyên rojava bînin ba hev û helwest û gotara wan di dema þoreþê de bikin yek, çimkî em ji her demê bêtir, îro hewcedarî yekkirina helwest û gotara kurdî ne. Eger serokên partiyên rojava di nêzîktirîn wext de biryara kurdî nekin yek, ew ê li ber lehiya laneta berpirsyariya dîrokê biçin. 
Bi gumana min, serok û merokên me kurdan jî mîna yên ereban kevn bûne, gelek pirsgirêkên me ji dû serê wan in, hin bûne diktator in biçûk, hin serok in ta ebed(wek serokên ereban), hin xurifî ne, dem ne dema wan e, êdî gerek bên guhertin. Di berjewendiya miletê kurd deye ku bên avêtin. Ew bûne sedema pirsgirêkên kurdan, eger ne ji wan be miletê kurd hemû yek deng, yek helwest û yek can e.
Miletê nikaribe ji wan serok û merokan baþtir bide, ew milet nehêjaye bijî. Êdî bila ji biçûktirîn serok ta bi mezintirîn serok bê guhertin..avêtin..qeþitandin, eger rewþa kurdan baþtir nebû ezê þeþ pîvazan bi guhên xwe vekim.
20/07/2011








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2582