Serkeftin… Lê ya ”Alozîyan”
Dîrok: ÇáÎãíÓ 07 íæáíæ 2011
Mijar: Nûçe



  Azîz Aliþ

Piþtî hilbijartinên12ê Hezîran a 2011 ya li Tirkîyeyê êdî pêvajoya nirxandin û þîroveyan destpê kir. Helwesta beþek ji kurdan ya di vê hilbijartinê de û ewên ku hatin hilbijartin; him di destpêkê de û him jî piþtî hilbijartinê, di daxuyanîyên xwe de careka din helwestên xwe eþkere kirin ku, êdî sîyaseta li ser þexsan/kesayetîyan û munaqeþeyên/pirsên hevwelatîyê yên di nav Missaqî Millî bû siyaseta rojê û ya pêþerojê.


Li Bakurê Kurdîstanê her dem rê li ber polîtîkayeke serbixwe hatiye tengkirin. Ev demek dirêje ku ji bo avakirina Tevxebateke hemdem, ji bo Raya Giþtî û bi taybetî Komara Tirkîyeyê Hebûn û Realîteya Milletê Kurd qebûl bike, hin rêxistin û tevgerên li Bakurê Kurdistanê  pêvajoyek lêgerîna Tevxebatekê destpêkirin û ji bo wê armancê hin caran hatîn ba hev û hin tevgerandinek pêk anîn.
Lê mixabin ji bo hilbijartina û bi taybetî ji bo berjewendîyên xwe yên grûpî û kesayetî, bi  hesabên biçûk, careka din Rojevê þolî kirin û ew hêvîyên avakirina Helwesta Neteweyî kete rêza dawî.
Destpêkê de bazara namzedên li kîjan bajar û rêza çenda bû rojeva wan, paþê jî ji bo xatirê xatiran deng wergirtina ji milletê kurd û di encamê de ji dêvila derûdora 45 parlamenter were hilbijartin; 36 kes hatin hilbijartin û ew jî wek serkeftinê hate nirxandin.
Li gor min ne ”bazara” ku hate kirin, ne tengfikirandina kes û grûpan û ne jî encama hilbijartinê bersiva Doza Neteweyîyê da.
Belkî ji bo hin derûdora Serkeftin be ango belkî li gor projeya ”Komara Demokratîk”, Pirsa Kurd wusa tê çareserkirin, lê ev bixwe Taldehiþtina Doza Rewa ya Milletê Kurd e û tirsa KT ya li hemberî Kurdistanîyan e, ku roj bi roj dengê wan bi girseyî bilindtir dibe.
Li gor rojeva KT ya polîtîk ya îro û li gora dem û pîvanên berê, bêguman hin guhertin çêbûne û ev guhertin roj bi roj berfirehtir dibe. Lê divê em bibînin ku, Statukoparêz vê carê jî bi navê hin ”guherandinên demokratîk” û bi hin mafên çandî li pey xapandina Kurdan e ku dîsa bi stratejîyek cuda lê ser bingeha înkara Neteweya Kurd; wek Turkîya Nuh, xetê li ser hemû pêvajoyê ango dîrokê bikþînin.
Mixabin di pêvajoya hilbijartinê de ew kurdên me yên ku beþdar û serkêþîya hilbijartinê dikirin, di qada siyasetê de motivên ” Bratî, Aþtî, Demokrasî, muhatabîya Evdilla Ö., rengê oldarî û garantîya Necudabûnê ” bikar anîn û bilêvkirin.!
Evana hemû rojevên sûnî/nereal in, ku bi salan e nahêle pirsa Kurdistanê eþkere were munaqeþekirin ango ku Milletê Kurd li ser qedera xwe (self determination), biryarê bide.
Bi zanebûn alîyê xurt an jî desthilatdar bi dîtin û sloganên xwe gotin ” Tek Millet, Tek Dewlet û Tek Al ” ku, wan mesaj dida milletê xwe ku bibînin em tu tawîzan nadin.
Li alîyê din ve jî ” Bloka Kurdan ” li dijî wan sloganan, dengê kurdan wergirtin. Lê wan jî negotin ku em milletek cuda nin û li ser de bi yek dengî gotin ku em naxwazin ji Tirkîyeyê veqetin (ku ne mecbûrin bînin zimên). 
Baþe kî di hilbijartinê biserketin? Bêguman her 2 alî.
Bi stratejîyek lihevkirî ku Pirsa Kurdistanê ji qada Siyasî û di rojeva Raya Giþtî de bidine alîyekê û paþçav bikin.
Bi gotina kurt û kurmacî Proje ev e; di Dewleta Yek Ziman, Yek Al, yek Millet de Demokrasî, Hevwelatî û Bratî  pêk tê…!!!
Ez bixwe rêz li hemû xebatkar û têkoþer û þehîdên Kurdistanê digrim. Lê Þerm e ku meriv nav an jî paþnavê xizmên xwe bikarbîne û ne xwedîyê tu kêrhatîbûnekê / kompetensekê be û qaþo serkêþîya Pirsa Kurd bike. Ne Etîk e…!
Encamên Hilbijartinê ewê tu guherandinan ku wek  ”Pirsa Kurd” tê bilêvkirin de,  neke. Ji ber ku, meseleya bingehîn qebûlkirina Hebûna Milletê Kurd e. Ji destpêkê de ewên ku dengê kurda wergirtin, bi fermî û bi program daxwazîyek wenî nekirin.
Wê gavê ewên ku xeletî kirin, bila jý kerema xwe careka din Kumê xwe deynin berxwe û bifikirin ku wan çuqas xisar dan derengxistina Doza Neteweyîyê.
Encama Hilbijartinê, serkeftina Tirkiyeyê û xisar û bargirankirina Kurdan e..
Bi vê mebestê, encama hilbijartinên li Tirkîyeyê ji dêvila derîvekirina Çareserîyan; wê neçareserîyê afirand û xwedîyên vê projeyê (çi tirk û çi kurd), xwestin temenê vê povajoya sûnî dirêj bikin û pêþî li ber munaqeþeya Pirsa Kurdistanê û Kurdistanîyan bigre.!!
Nuha jî serbest berdana kesan ketîye rojeva sîyasetê û ewên ku xwe ji bo parlamentoya KT dan hilbijartinê, mixabin careka din bi awayek lihevkirî Rastîyê ango Pirsa Bingehîn dixwin taldeya serbestberdana kesan û neçûndina Meclîsa KT ê … !
01.07.2011






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2567