Ketme derdê evîna te
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 06 íæáíæ 2011
Mijar: Nûçe



 
Þêrzad zeynelabidin

Ketme derdê evîna te
Þev û roja me xew nîne
Ketim ser rêka jîna te
Were bîmarê xwe bîne


Were bîne bîmarê xo
Yê te sotî binarê xo
Rakêþe ber dîwarê xo
Nebê xelkî evê dîne

Wekî hiþ çû xem peyda bû
Ku tîra xo li cergî dabû
Ne roh girt û ne berdabû
Lewa çav me pirrî xwîne

Bihar çû havîna bi rêve
Çi rû gul hirmî û sêve
Devê xirte nekir xêve
Bes carekê li vir rûne

Bes carekê mi gazîke
Dilê jar bes tu tazîke
Ji rehma xwe m razîke
Çi biþkoje çi solîne

Çi solîn nêrgiza meste
Riha min wê li jêr deste
Lewa herdem dibim xeste
Mi bi sojîtin qed xem nîne

Bi xemza çava nê kuþtim
Dil pirt pirt bû hem bihiþtim
Birîndar mam û rûniþtim
Ku çavên wê her dibirsîne

Þeva bêdeng û mit maye
Tijî leþî sir û taye
Li vê deþtê hirr û baye
Rû ji rondika nimandîne

Bes rojekê were vêrê
Sto bo te kefte ber kêrê
Bibim qurban bo wê xêrê
Nebê mêhvan bê wextîne

Çi sultane li ser dilê min
Dem û gava li ser milê min
Xew nahêt çavê zilê min
Þev û roj li me têkpeþîne

Bi þev û roja bê halim ez
Bûme ebdal dinalim ez
Ne dujmin nê hevalim ez
Wî perrê reþ ka bidirrîne

Neke axiftina ji qesta
Nê dil pîr bû gelek westa
Ha dê kevîte ber besta
Carek negot destî bîne

Carek negot ka destê xo
Negot da sehkem mestê xo
Bigehim bîmar û xestê xo
Ku lêvên wê ditêhnîne

Ji çava min esrîn dibarin
Bihar çûn û xema xarin
Dil bê mal mesken û warin
Kesek dî wek te qed nîne

Kesek wek te min nevêtin
Cerg û dil me tijî pêtin
Kaniya hiþk bûy ji nû dê zêtin
Axînkên min pawîzîne

Bimînim ez li benda te
Heyranê naz û xenda te
Ketim nav derya menda te
Ka carekê serhelîne

Pawîz bo min çi xoþ ware
Neya germ û neya sare
Li derdê me bike çare
Nê rojên me dihijmartîne .

Þerzad zeynelabidin

02_ 07_ 2011








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2566