Gotara Serokź Sūryź cawa tź fźm kirin
Dīrok: ĒįÓČŹ 25 ķęäķę 2011
Mijar: Nūēe



  Mehmûd Biro
 
Pižtî ku zedetir ji 1300 kesî ji hemwelatîyên sûrî hatin terorkirin liser destê recîma Besa dikator û regezperist û havaldožkên wê ji hêzên terorist yê Partiya Xwedê ya Libnanî û sofîkên melayên Îranê yên rih bi qirêj û gemar. Herweha kužtina bi dihan ji xortên kurda yên ku di erkê ležkerî
nižtimanî de, xebat diber parastina welat û miletê Sûrî de dikirin. Zêdetrir ji 10000 hemwelatî îro dibin konikan de dijîn li Turkyê, bihezaran liser sînoran mane birçî û bê kes.Pižtî vêqasê carek din serokê Sûryê hat beramberî xelkê û liser ekranên telvizyonan gotara xwe da.


Di gotara wî de gelek tižt tên fêmkirin di behwerîya min de:
 
1- Tirs û lerzek bê sînor ketîye nava dilê kurê rovî de, lewma jî kenê wî kenekî derewan bû û ne kenekî jidil bû.
2- Diyarbû ku Beshar ne kesayetîyek siyasî ye, herweha ti zanîna wî liser revebirya welatan tuneye, nexasim di dema qeyranên siyasî de wek roja îro li Sûryê.
3- Gotinên xwe baž ezber kiribûn û herweha wisa jê hatibû xwestin ku bêjê û bixwenê.
4-Berazît û zirtên wî nižanek zalalbûn liser hovîtîya wî û kêjbûna wî ya siyasî û hizrî.
5-Naveroka wê gotarê diyar bû ku ewî riya ležkerî û agir û hasin beramberî gel hilbijartîye hetanî dawî.
6-Signalek da ku ew amadeye hovîtiya xwe berdewam bikê hetanî ku rewža Sûrî bibê wek ya Lîbya jî, jêre nexeme, ew dibêjê yan jimn û yan ji wane, wata yan ew wê biserkevê û serokatîya welat û milet bikê û yan jî wê werê avêtin nav zibilxana dîrokê.
7-Hate diyarkirin ku qet bernameyek nishtimanî rastî nîne linav destên kurê rovî de, û hemû sozên wî derewin.
8-Dûrbûn ji rastteqînîya rewža Sûrî, em dibînin ku fitne û pîlanên gemar û desttêwerdanên herêmî û internasyonal, zelal bûn ku kurê rovî dikê bi arîkarîya hevaldožkên xwe wek Iran, Rusya, û partiya xwedê ya libnanî. Di wextekî de ku hemû ev tižtên me lijor gotin hatine red kirin ji alîyê žoreža Sûrî û hemû xortên serhildanê, ku ew tenê berdewamin liser xwenižandanên ažtîyane û qebûl nakin kes destên xwe berdin nava Sûrî û têwerdanan bikin.
 
Ya ku ji milet tê xwestin jî eve:
 
Hevgirtin û yekbûna hêzên žorežgêr liser erdê, û berdewamîya kar û xebatê û xwenîžandanan. Herweha cihbichkirina encamên wan kongirên ku hatin lidarxistin , wek Antalia biteybetî, û nêzîkbûn û rêkeftin ligel hêz û qewtên derveyî vê kongirê jibo berferehkirin û bihêzkirina wê. Herweha hemû hêzên derveyî welat divê bikevine pêžbirka xizmet û xebatê bo gel li hundirê welat.
Nekevine milmilanîya ku her yek bêjê ez û ez, tenê ez nûnerê miletim, yanjî tenê rastî liba mine. Rastî liba hemîyan peyda dibê û divê em karibin wê rastiyê li hevdû kombikin diriya dialog û gengežeyên biratî û çarenûsî dinav gelê kurd û Ereb de, hevparên çarenûs û welat.
 
 
Nerwîc 22.06.11








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2556