Cejna Rojnamegeriya kurdî ya/113/mîn
Dîrok: ÇáÃÍÏ 24 ÃÈÑíá 2011
Mijar: Nûçe



    Berhevkirin:Selah Beyro
 
  Bê goman hemî nivîskar û rojnemevan û rewşenbîrên kurd bendewar bûn û xwe berhev dikirin ji bo vejandin a cejna rojnamegeriya kurdî ya ku li/22/ê nîsana sala /1898/an de li qahîra paytextê misrê ji bal Meqdad Medhet Bedirxan ve hati bû weşandin.
Lê mixabin ji encamê vê rewşa aloz ya ku welatê em Sûriya têre derbas dibe derfetê gêrana ahingan  ne bû, lew ra me dixwest cejna hemî rojnemevanên kurd ji herdû regezan pîroz bikim,


û ji bo bîranîna wê mebesta min jê ewe ku vê lê kolînê bi heyamê weşanên wê rojnamê bi kurtî û ji bilî roniyê berdime ser cih û qûnaxên her hijmare kê ,û ji bile ez ser nivîskarên wan bênime ziman:
Kurdistan beşek dagirkirî bû ji bal impiratoriya osmanî ve ,ta dawiya çerxê /19/ê.
Miletê kurd pir êş û stem karî dît mîna miletê din yê dibin deshilata vê impiratoriyê de
Tê zanîn ku deshilata vê  impiratoriya nexweş karê xwe kiribû xirakirin û  talan kirina miletên dibin desthilata xwede,ew hemî dibûne encamê  dihên raperîn û şoreşan li kurdistana dagirkirî,peyamên wê serdemê bi rêya floklor û hilbestan gihiştine guhê me,ev impiratoriya fereh û behen nexweş û lawaz bû, dibin bendora pir xalên giring de,hate ruxandin û hêrfandin ,û dibû encamê rizgarkirina hin milletan mîna:
1-Miletên yonanistanê
 2- miletê bilxarî
3-miletê ereb.
Ji wan xalên giring :1-şoreşa (sînahî)li oropa 2-derketina ramanên pêşketî û demoqratî
3-bazdana leşkerê osmanî li ser destê leşkerî rûsî.
Her wise ev impiratoriya lawaz dibû nêçîrek di destê fernsa û birîtanîya de hedûkan liser samanên xaka wê zimanê xwe li dora divê xwe didan.
Û her dîsan Rojnamegerîya oropî yek ji encamê şoreşa(sînaî)bû, lê zayîna rojnamegeriya miletekî bin pêkirî  mina miletê kurd ew bixwe şoreşeke çandî û siyasî mezin bû,û gava yeke mîn bû ji bizava rizgarîxwaz ,weşan rojnama Kurdistan li /22/ê nîsana/1898/z.roleke giring û mezin lîzan din li gurbûna hestê netewa kurd de,û derçûna vê rojnamegeriyê xaleke giring bû ,li dîroka rojnamegerîya kurdî de, li çerxê /19/mîn de.
pirsa livêdê tê kirin,zayîna vê rojnamegeriya kurdî ye netewî ji bo derbirîna berjwendiyên komelekê bû?,û ya nû bera weşan rojnamegeriya kurdî ji dest pêkê de û danîna hîmê niştîmanî resen bû?û yan dezgihekî pêxistina çirawîska  agirê hişmendî ya netewî û pê xistina çirawîska  siyasî ya netewa rizgarî xwaza kurdî bû?,û ji bo besend kirina vê yekê emê rojnama Kurdistan ênine ziman.
Navê wê ((Kurdistan))yanî ew nave welatekî netewîye nave wî kurdistana ku kurd li ser xaka wê dijîn,ew nameke bi di şêweyaye :
A-namek bo dagirkeran di bêje: em xudîyê welatekî netewî dagir kirî ne nave  wê kurdistane .
B-namak bo gelê kurd ku dibêjê:hişmend bin ,em kurdistanîne xebata me ji bo rizgarkirina kurdistanê ye,çimku pesend kirina hebûna welatekî netewî navê wî fermî merckî giringe ji bo pêkanîna mafên wî reasteqîne .
2- weşana wê bi zimanê zik makî  nasnama wê netewî û giyanê wê ye,weke ronak  bîrê elmanê di bêje((ziman giyanê gele)).
3-naveroka mijarên wê yên siyasî û netewî yên taybet bi kêşeya kurdî ve ,û hinartina hezaran ji rojnamê bo parçê dinî kurdistanê ji bo belav kirinê bê buha dibe xetîrek ronî kirina rêyê xebatê, û ronîya hiş û hişmendîyên netewî.
4-rojnamekik şerê wê bi hêz û dijwarî bê kirin ji bal komara osmanî ya ve û neçarbibe cihê weşana xwe biguherê ew bixwe bawernameke rêzgirtinê ye ,ev rojnama roleke  rahêner li berhemê xweyê netewî û nama xewe ya  kurdî de çêdike.
Rojnamegerîya kurdî di dest pêkê de netewî bû ,û dezgihekî pêşketî bû ji bo vejîna gelê kurd î dagirkirî bû.
Li vêdê em karin bi şêweyekî kurt roznama û kovarên ji dest pêka ­çerxê /19/mîn de
Hatine weşan din bênine ziman.
A-roznama((Kurdistan)):li/22/ê nîsana  sala /1898/an de li qahîra paytextê misrê ji bal Meqdad Medhet Bedirxan ve hate weşandin,û piştî wî ji bal birayê  wî Ebdilrihman Bedir xan ve çar sala berdewam kir,weşana wê  li /14/nîsana /1902/an de weşana wê rawestiha, û biqasî /32/hijmaran bi zaravê kurmancî bivî şêweyê xwarê hate weşandin:

1- Ji hijmara (1-5)     li qahîra
2- Ji hijmara (6-9)     li  cinêv
3- Ji hijmara(20-23)  li qahîra
4- hijmara(24)           li lenden
5- Ji hijmara(25-29)  li folgiston
6 Ji hijmara(30-31)   li cinêv
  hijmarên vê kovarê hemî di bîriwên netewî de li bajarê (mar bork)li elmanîya roj ava ne, û hijmara yeke mîn jê di pirtok xana gelê asya li bajarê(lênîn gira de )ye, hêjaye gotinê ku ev rojnama yeke mîne bû bi zimanê kurdê dijî desthilata osmanî taxivt,û gotarê lêkolînê di peyîwendîyên nav kurd û gelê ermenan de bilav dikir ,û kiryarên osmanîyan ku li gek kurdên oldar dijî kirîstanîyan şermrzar dikir,û gotarên giring li dor ziman û çanda kurdî bilav dikir.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2496