Ew ware lź ne ew buhare
Dīrok: ĒįĪćķÓ 14 ĆČŃķį 2011
Mijar: Nūēe



Diyar Ehmed

Berî çend rojan serok komarê Sûriyê Bežar El Esed bi žandekê çalakiyên civakî re, ku ji zanayên olî, kesatiyên civakî, rîsipî û serok êl û malbatên navdar ji kurd û Erebên parêzgeha Hisîça pêkhatibû, li žamê bi wan re civiya.
Wek ku ji naveroka wê civînê derket û hate ragihandin,serokê Sûriyê dilê xwe ji žandê mêvan re vekir û ji wan xwest ku yarmetî û arîkariyê bi hev re bikin ta ku bikaribin bi hev re avekî bi vî agirî de bikin û Sûriyê ji vê " pîlankariya qirêj " bi parêzin,


 ji ber dewleta Sûriyê welatê tevaya pêkhatiyên wê ye û çi metirsîn di ser êmnahî û aramiya wê de werê wê zirarê bigihînê wan tevan, û her ji wan re dubarekir ku wê guhdaneka taybet bidê parêzgeha Hisîça, û wê berdewam bê di pirojeyên xwe yên gežepêdan û avakirinê de,cejna Newrozê wê bikê cejneka nižtîmanî di Sûriyê de, serjimara sala 1962 ê wê çareser bikê û rewža ewarte wê rakê, û yasaya rêkxistina partiyan, çaksaziyên siyasî û aborî, rêgirtin û dijîtiya gendelê, dîtina derfetên karî ji nefžê nûhatî re, serbestkirina azadiyên gižtî, û pir tižtên nû yên dî jî di tevî waran de wê bikê û derêxê.
Ev melûyên soz û beryaran serokê Sûriyê di zeviya kar û karnama xwe de li žûna xwe raxistin û ji mêvanên xwe xwest ku bi hev re wan melûyan bidinhev û bikin dêz, bi avakirina wan dêzan Sûriya nûjen wê ava bibê.
Ev tev de gotin û sozin di dawiya buhara rijêmê de û di bin birih û fižara hêza pêla nerazîbûn û xwepêžandanan de, li ser zarê serwer û serkarê rijêmê û daxwazên wî hatin gotin û kirin. tev de jî beryar û sozên baž û pêtvî ne. lê di vir de tižta seyîr û cihê ne baweriyê, û herweha bû cihê pirs û nerazîbûna gelê Sûriyê bi gižtî û gelê kurd bi taybetî, ew bû ku dema vê civînê gelekî dereng hat û ew soz û gotin di çi demê de hatin û ji kî re hatin dayîn, endamên vî žandî kîne , û berpirsyarî û nûneratiya kî dikin.celda kurdî wan kesan tevan ji nêzîk ve nasdikin, evan kesa di berê de darê pêstûriya rijêmê hilgirtine û pê siyaset û kiryarên rijêmê yên regezperist û wêrankarî dijî gelê kurd û kêža wî ya rewa cîbicî dikin.ew peya û nanxwerên rijêmê ne û gelek kar û helwêstên wan yên xirabkarî û bêkêr di ber ciwankirina rûyê rijêmê û berevanîkirina di ber de, di komelgeha kurdî de kirine û karên wan ji her kesî re jî berçavin.bi rastî ew kesin ne tenê di komelgeha kurdî de ne cihê baweriyê ne, lê belê ne cihê bawerî û serbilindayê ne di nava malbatên xwe de, di nava êl, cîran, mirov û gundiyên xwe de û li cem zarokên xwe jî cihê žermezariyê ne, baweriya wan bi xwe bi wan nayê, ji ber wan girêdan û kiryarên wan yên sivik û erzan ku zarok û mirovên wan jê žerim dikin û bi taybetî di vê dema ku çarenûsa rijêma Ba`as û dûvelankên wê li ber hilwežandinê ye.
Žareza û pisporên siyasî guman dikin ku ev rengê civînan wê bêhtir tevgera kurdî ya siyasî û celda kurdî hižyar û hoždar bikê,ji ber encam û gera vê civînê diyarkir ku rijêma Sûriyê îro roj û pižtî pêla van nerazîbûn û xwepêžandanan ti nêt û pêžkariyên wê yên berçav nînin, ku çareseriyekî dadmend ji kêža gelê kurd re bibînê, wek kêža miletekî li ser xaka xwe ya dîrokî dijî û ev milet taybetmendiyeka netewî heye û ew  jî žirîkê vî welatiye, mafê wî ne tenê dana nasnamê ye,yan pêkanîna hindek kargozariyên gelêriye,yan jê hinek daxwaz û xwestekên cemawerîye. û her dîsanê wan žareza û pisporan  ragihandin û balkižandin li ser wê yekê ku di dema bê de ev yeke wê bibê egerê gurkirin û bihêzkirina pêla wan nerazîbûn û xwepêžandanan di celda kurdî de,ji ber gelê kurd ji alîkî ve ne bawere bi wan kesan û ji aliyê dîve bi zarekê zelal dibêjê: dibin çi merc û kewdanan de em naxwazin mafê gelê kurd li ser hesabê têkožîn, xwîn û xebata pakrewanên De`aa, Banyas û Himsê werê pêkanîn. vêca ji ber wê yekê em jî ji wan kesên erzan û netewfirož re dibêjin: ma hê hûn negihane wê baweriyê ku wê rijêma Ba`as hilgurê, ma hûn di guhê Gêde ne ji xewa giran hižyar nebû ne, li dora xwe binêrin, li dîroka patoxwer, quroçî, caž û xwefirožan temaže bikin.ew erik û berpirsyarî ji we û berjewendiyên we yên piçûk mezintir û buhatirin, bibihîzin û hižyar bibin, ev çarenivîsa miletane, mafê netewane, hebûn û ne bûna gelane, bi êgir nelehîzin, ji ber di dîroka gelan de yê bi vî agirî dilehîzê, dawiya wî rež û tariye, ji ber di dawiyê de ew û axayê xwe bi hev re pê dižewitin û cih di nava sergoyê dîrokê de digirin.rabin ji režtariyê rizgarbin, hê hûn êsîrê hižemendiya kevinin, li gora berê dixebitin û gavên xwe davêjin, ne lehîzin û li xwe vegerin, ev dem serdema žorežên xortane, dilê wan paqijin û hižê wan vekirî û zelale, ewan xortên ciwan karîn bi rêya alavên teknolocî û žoreža ragihandinê ya nû rêbarên çareseriyê ji gelên xwe re destnîžan bikin, baž bizanibin û têbigihin ku dolabê dîrokê paž ve venagerê, raste " ew ware lê ne ew buhare ".







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2488