Konferensa bijîkên kurd
Dîrok: ÇáÃËäíä 11 ÃÈÑíá 2011
Mijar: Nûçe



Li roja roxandina rêjîma Sedam Husên de, li 9.04.2011, bijîjk ên kurd li Elmaniya konferensa xwe ya 31an li bajarê Hannoverê li dar xistin.
LI vê Konferensê hijmareke mezin, ji bizîþk ên kurd ji deverên cuda ji Elmaniya hatibûn. Bizîþk ên kurd ji derveyî elmaniya jî, ji welatên Europa, mîna Swêd, Ingiltera û ji bakûrê Kurdistanê Dr. Þemesdîn Koç, serokê hicra bijîjkan li Amedê û rêveberê tendurustiyê yê parêzgeha Duhokê Dr. Abdelah Se,îd jî amade bûn.


Ji bilî wan, rêvebira hicra bizîþkên iyaleta Nîedersachsen û seroka þaredariya bajarê Hannover xanim Ingrid Lange jî beþdariyî vekirina konferensê bû û peyva bixêrhatinê ya bajarê Hannover pêþkêþî beþdaran kir û hêviya serketinê bo konferensî xwest û soz da,piþtî wêneyên ciwan yên suruþta Kurdistanê dîtî, ku ew seredana Kurdistanê biket. Her wisa jî, behsê girêdanekê di navbera bajarê Hannover, Amedê kir û amanc bi hindê kir, ku Duhokê jî di gel Hannover çend hingav avêtine.

Li vekirina konferensê, ku li bajarê Hannover, li xwaringeha perlemana Niedersachsen, li dar ket, Prof. Dr. H. Bektaþ roja Konferensê bixarhatina hemî mêvanan kir. Di pey re Dr. R. Fakî, serokê komela bijîjkên kurd li Elmaniya axaftina vekirina Konferens da.
Dr. Abdullah Said, rêvebirê tendurustiya parêzgeha Duhokê axaftinek kir û di axaftina xwe de, spasiya komela bizîþk ên kurd li Elmaniya bo vê vexwendinê kir û hêvî kir, ku têkilî di nav bizîþk ên kurd li her cihekî lê bin, bi hêz bibe. Dr. Said amac bi wê hindê kir, ku dê rojên tendurustiya Mezopotamiya yê 3 li bajarê Duhokê pêk bêt û spasiya parêzgerê Duhokê rêzdar Temer Remazan kir, ku ew her dem yê piþtevan e, bo kar, çalakî û bizavên wisa. Her wisa jî di axaftina xwe ya diwê de, li ser amadeyiyên parêzgeha Duhokê bo li darxistina rojên tendurustiya Mezopotamiya kir, ku dê 28,29.10.2011 pêk bên.
Seroka hicra bizîþkan ya Hannoverê amadebûna xwe dan, ku ew bo her têkiliyekê amade ne.
Nûner ên komeleyên bizîþkan, Wan, Swêd û Ingiltera jî axaftin di derbarê komele û karên xwe pêþkêþ kirin.

Tiþta balkêþ di vî konferensê bizîþkan de, ku babetên zanistî yên tendurustiyê ji hêla bizîþk ên kurd yên pisporên cuda û li ser gelek waran hatine pêþkêþkirin.
 Konferens wê komîteya xwe ya nû hilbijêre.
Di vî konferensî de, gelek xwendekarên kurd yên temenbiçûk amadebûn û wan jî amadeya xwe diyarkirin, ku piþtî xwendbidawîanînê xizmet milet û welatê xwe bikin. Di vê konferensê de, hate pêþniyarkirin, ku organek bizîþkan ya giþtî li Europa bête damezirandin û hemî rêxistinên bizîþk ên kurd di bin sîwana vê saziyê de, kar û xebata xwe bikin, têkiliyên xwe û serpêhatiyên xwe yê zanistî bi hev biguherin.

       Hannover/ 9.04.2011

            Tengezarê Marînî




































Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2484