GOTINEK RESEN
Dîrok: ÇáÃÍÏ 17 ÏíÓãÈÑ 2006
Mijar: gotar


BEXT REÞÊ KOÇER

Ji pirojeya min di  gasîna nivîsandinê de û nêrandina min li ser piraniya berhemên nivîskarên ciwan yên ku hatîn çapkirin û belavkirin di dema van deh salên dawî de , û dan û standina min bi gelek nivîskarên extiyar re , yên ku xwe dibînin stûnin di gasîna nivîsandinê de di beþê Kurdistana Sûryê de , gelek têbîniyên min hene li ser van kesên xwe her wesa dibînin .


Gelek ji wan xwe dibînin rexnevan û lêkolînvan dema berhemek nû ji nivîskarek ciwan derdike ve holê û rexneyek bero vajî li wî berhemî dikin û mebesta rexneya wan ya ku li wî berhemî dikin ne ku sûdeyekê bidin wî nivîskarê ciwan û kêmasî û kurtiyên wî jê re bidin xuyakirin , lê di rexneyên xwe de hewlê xwe dikin ku wî nivîskarê ciwan perçe perçe bikin û nivîsandinê li ber çavên wî reþ bikin û wî dûrî nivîsandinê bikin , ji ber  ew nivîskarê ciwan sibe bi nivîsên xwe di ber wan re dernekeve û cihê wan negire û ji ber gasîna nivîsandinê ji wan tenê re bimîne .

Lê ev nivîskarên ez li ser wan di axivim û ev nivîskarin yê ku bi çavek mezin li xwe dinêrin , mirov bê rastiyê ne nivîskarin û tu girêdan di navbera wan û nivîskarên bi doz û welat perwer de peyda nabe , ji ber nivîskarên bi doz û welat perwer kêfa wan tên dema bi þûn xwe ve  hejmarek cîgerên xwe dibînin .

Û li gor nêrîna min , yên ku xwe dibînin stûnin di gasîna nivîsandinê de divê ji nivîsên nivîskarên ciwan netirsin û divê baweriya wan werê bi yaseya nivîsandinê ya ku parçeyeke ji yaseya dinyayê .

Gulek ji dara xwe dike ve û yek din ji nû ve vedibe ji ber cihê wê bigire .

Mejiyek tê girtin piþtî rola xwe dibe serî û mejiyek din derdike ve hebûnê ji ber armancên xwe bi cih bîne di hebûnê de .

Ev gotinên ez dibêjim pêwîstin bigihin li hemî nivîskar û rewþenbîrên Kurd û bi gotinên min bikin , û hêvîdarim çi kovar be çi rojname be bi zimanê Eُrebî be  yan bi zimanê Kurdî be yên tên weþandin di beþê Kurdistana Sûryê de , qorziyên taybet di wan de hebin ji nivîsên nivîskarên ciwan re , ji ber gelek bêtar û pirsgirêkên nifþê nû hene nivîskarên extiyar nikarin xweþik li ser wan binivîsînin û çareyan ji wan re pêþkêþ bikin û nivîskarên ciwan bihtir dikarin çareyên nû û wêneyên nû ji bêtar û pirsgirêkên xwe re pêþkêþ bikin .

Banga min ji wan nivîskarên yên ku bihtir derfeta xwe dîtin di nivîsandinê de .

Werin bihtir delîvê bidin nivîskarên ciwan wek hûn jî rijek ji rojan ciwan bûn  û ji berhemê koþ û xebata we di cîhana nivîsandinê de hûn gehane vê qonaxê û vê navdariyê ev nivîskarên ciwan jî rojek ji rojan wê bibin stêr di esmanên Kurdistanê de û wên roniya xwe belav bikin bê ku roniya wan sînoran naz bike .

17 . 11 .2006
Sewêdiyê









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=246