Gulgenima Adarê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 09 ãÇÑÓ 2011
Mijar: Nûçe



 
Azad EKKAÞ
roni_alend@hotmail.com

1: Ramûsa Yekem.
 16`a Adara Sala 2004`an, piþtî destpêka Raperîna Qamiþlo bi çar rojan û di roja Bîranîna Helepçe de, Ruhstîn konên xwe li Heleb û Efrînê jî vedan...


Dîdara me li keviya kolanê bû,
     bi derengî ez hatime
Sirweya alayan û dengê qirikan
     em ber ba kirin
Morana Qamiþlo xwe berdabû taxa me;
     Þazdeha Adarê ye
Çavên wê di nav girsê re bihurîn
       soza ramûsan çirûsiya

Gerdûmên1 dojehê çerxên xwe
   di ser me re gindirandin
Bangên azadiyê hêrandin
    azadî talan kir
Qîrîniya guleyên tîz noqiya
     di laþan de difetisî
Berika2 qederê di eniya wê de hênijî...
       mirin... hilmijî

Ruhstîn3 yara min ramûst revand
    þahniþîna xwe
Laþeke rengavêtî nav baskên min de hêla,
       nêrîneke bêhay
Ji berîkê nameya evînê der anî,
   min þûna ramûsê kir nihanî
Moran bi ser Helebê de digirt,
         çavên wê jî... xatir xwast çûn

Çarþem -21-7-2010 (Heleb)


2: Xewnên Miriyan

Bayê sibehên biharê di qirpîniya gorê re diguvguvî, peyvine hênik pê re hil dihatin li bînahiya dayikê leylan didan...

Fermîskên te ne dayê,
   rengê jînê bi min daye
Bê xêlî ketibûm sayê4,
   reng e Ruhstîn zava ye
Lorî lîlî dilsotê,
   çima te çav kil nedayê!
Gelo þehîd namirin,
   aya gotin ne wa ye!?

Roja welat her li ava,
   sorrengî dida... tav e
Bi tehreyan5 re hilatim serava`,
   tavîm ji her dil û çava`
Bi mijê zivistana har re,
    min nem da li rûyên evîndara`
Kena min ku li kavilan dipistiya,
   dibû sirûþa6 peyambera`

Yaro nivîna min dûr e,
   êdî ne li çu gor e
elendeyan dengê tilûr e,
   hinguran awaza bilûr e
digel roja bîstûyektîrêj e
   berve nehêniyê digihêje.
Ji Efrînê þûlikîm Laçînê7,
   ma Kurdistan her sor e!

În -23-7-2010(Heleb)

3: Lavijên Niviyan

Wa bîranînê,
   nema nimenim8 bihatî,
zarþîrîn genimgwîn kelogirînê...
Ma li kûristanê razî, tuy´
  çon bibînî?
   raperîna sêwî hê nebû þoreþeke fedîyok

Li ber dergehên paytextan
    tu qereçîk bî,
    li dorbajaran þilfetazî sema´kî bêmiþûr9,
ba began bizava gewda te bibe
     xebat û dîrok,
dê tevtûþî10 te bin dehak û serok.

Ka wê kî bi ava þîndamarê biþon
                 termê11 bûkê
ji nav sergoya partîne sergadoþ,
            hilînin nava çavika Termê Nehê12
ne nimêjkar in ne lavijbêj bona Karwankuj13

30-11-2010(Hewlêr)
__________________________________________
[1] - galîske; erebeya ga.
2 - gule.
3 - Ezraîl; Ferîþteyê Mirinê.
4- saye: sî.
5 - kelegerma havînê ya dema nîvroyan.
6-  Îlham, Wehî.
7- Paytexta Kurdistana Sor.
8 - Dengê dilopên baranê.
9- Bê zehmetî; bê westî.
10 - Tecawizî.
11 - Laþ.
12 - Birceke stêrkan di nîvekada bakurî de, ji nav stêrkên wê Qurix (Stêrka Cemserê an jî Qawanê) stêrkeke pir ronîdar e her tim nîþanî aliya bakurê dike.
13 - Stêrkeke ronî ye, carina kerwanvan di navbera wê û Qurixê de þaþ dikin û riya xwe wenda dikin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2445