Serdana Gora mamoste Rezoyê Osê
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 04 ãÇÑÓ 2011
Mijar: Nûçe



Qamiþlo, 04.03.2011, Vê sibehê saet deh, birek ji nivîskar û rewþenbîrên Kurd di gel redaksyona kovara Pirsê çûn gundê Dekþûrî(15 km bareþî Qamiþlo ye), serdana gora nivîskar û rewþenbîrê Kurd Rezoyê Osê. Yê ku ji berî salekê ve, di eynî rojê de koça dawî kiribû.

Li gundê Dekþûrî, redaksyona kovara Pirsê, ya ku rehmetî Rezoyê Osê kadiroyekî wê yê bingehîn bû, gurzek gul û kulîlkên rengîn li ser gora wî danî.. Her wiha rewþenbîrên Kurd jî gurzek gul danîn..


Piþtî xwendina fatîheyê li ser canê wî, tev li dor gora wî bûn wek xelek û her yekî gotin û bîranînên xwe pêre anîn ziman.. Di wê navê re Avokat Xelîl Sasûnî jî hat û gurzek gul li ser gora wî danî..

Piþtî sihbeta ku dor saetekê dirêjkir, birayê rehmetî (Bavê Azad), spasiyên xwe ji tevan re anî ziman û got: Koçkirina wî xisare ji we re berî me..

Konê Reþ

Qamiþlo, 04.03.2011











Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2434