Gotina Kovara PIRSê Di yekemîn salvegera koçbûna rewþenbîr û nivîskarê Kurd Rezoyê Osê de
Dîrok: ÇáÎãíÓ 03 ãÇÑÓ 2011
Mijar: Nûçe



Dost û hevalên dilsoz…
Belkî ji qedera gelê Kurd e, ku boneyên wî yên herî gewre û rojên wî yên bi êþ û þewat jî di mehe Adarê de ne.
Berî niha bi salekê, li çarê meha Adarê, lawê gelê Kurd, mirovê zana û rewþenbîr, birayê me yê hêja Rezoyê Osê govdeyê xwe yê nazik li êþa xwe pêça û bi rêwîngiya xwe ya bêveger de çû.
Mîna ku em dizanin, mamoste Rezo ji destpêka jiyana xwe de di nava pirsên gelê xwe de bû, ew bi hemî rê û þêweyan, çi yên rêzanî û çi yên rewþenbîrî, bi erk ustubariyên xwe yên neteweyî radibû, wî tevhiya jiyana xwe terxandi bû gelê xwe, û di wî warî de mînak û pêþeng bû.


Kek Rezoyê di jiyana xwe de wek mirovekî ramyar û rewþenbîr jî, bi comerdî dara mirovatiyê av dida, û xema wî ya mezin çareserkirina pirsên azadî, dadwerî û mafên mirovan bû.
Lê tiþtê herî balkêþ ew bû, ku zimanê Kurdî li ba mamoste Rezo cihekî zor bilind digirt. Parastin, pêþdebirin û bikaranîna wî xembariya wî ya yekê bû. Gava ziman û çanda zimanê Kurdî dihat meydanê, cihê xwehezî û ezîtiyê li ba kek Rezo nedima û qîretê di dilê wî de hildida. Loma jî çi dema ku ew ji bo kar û çalakiyên zimên û çanda Kurdî dihat agahdarkirin, wî hesabên biçûk binpê dikirin, û bê erêna bi hemî kanînên xwe jê re amade dibû.
Ji ber wê jî, û digel ku kek Rezo bi bêtirî zimanekî biyanî baþ dizanî û kanî pê binivîsanda jî, lê biryara bikaranîna zimanê dayîkê li ba wî bêveger bû, û hemî cureyên nivîsarên xwe bi Kurdî dikirin, û herwiha bi dehan lêkolîn, çêrok û gotaên xwe, bi kurdiya xwe ya zelal nivîsandin.
Xebata wî ya di kovara “PIRS” de jî di çarçewa dilsozî, hezkirin û pêbendiya bi zimanê Kurdî re bû. Bi rastî jî eger ne bi saya xemxarî û dilsoziya kek Rezo û kesên mîna wî bûya, wekî ku çawa gelek kovarên me yên Kurdî li Sûryê rawestîne, niha kovara “Pirs” jî dê rawestiya ba.
Kek Rezo… Ustubariya me ye ku digel hemî asteng û kêmkasiyan, emê þopa te bajon, û bi alikariya dost, heval û rewþenbîrên dilsoz, û li pêþ her tiþtî jî wek pêbendiyeke sinciyane bi zimanê me yê þêrîn re, emê derhanîna kovara xwe berdewam bikin, û dara ku Rezoyê Osê bi xuya eniya xwe av dida, biparêzin û nehêlin pelên wê biweþin.
Belê hevalino… Erê em niha birayê xwe Rezoyê Osê bi bîr tînin, lê bê guman ew li ba me û li ba tevahiya gelê Kurd nebûye bîranîn û dê nebe jî, ji ber ku mirovên mîna wî namirin, û her dem di hiþ û dilê gelê xwe de zindî dimînin.
Desteya rêvebirina kovara PIRS
03.03.2011z







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2428