Mele Nûriyê Hesarî (Pirêşan)(1934 – 2011)
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 01 ãÇÑÓ 2011
Mijar: Nûçe



  Konê Reş

  
Melayê zimanzan û helbestvan.. Melayê ku di bin bandora helbestên Cegerxwîn de şiyar û serwextî derd, jan û nexweşiyên civata xwe bû û li ber şêx Elaeddînê Xiznewî rabû.. Mele, Sofî û mirîdên şêx Elaeddîn jî, şerê wî kirin, ew bi dînbûn û kufrê tewanbar kirin û di encam de pir êşiya.. Jiyanek bi kul, êş û keder derbas kir.. Wî jî, ji kerba navê xwe kir Pirêşan.. Werin, em di çilrojiya koçkirina wî de, wî bibîr bînin û silavekê li giyanê wî bikin.


   Di roja (25.01.2011) an de, Mele Nûriyê Hesarî (Pirêşan), ku navdarekî ziman û helbesta kurdî a kilasîk bû di nav Kurdên Sûriyê de, ji nav me barkir.. Bi koçkirina wî re stêrek geş û bêdeng ji asmanê wêjeya Kurdî rijiya.. Lê navê wî, bi bilndî di rêza helbestvanên Kurd de tê rojevê.. Wî jî mîna Cegerxwîn, Palo, Tîrêj, Berazî, Keleş, Rewî.. navê xwe bi berzbûn di qada rewşenbîriya Kurdî de tomar kir.. Û bi xortî rêzgirtina xwe di nav gel de çesipand..
   Erê, ew mîna mirîdekî Barzanî bû.. Xemxurekî ziman û rewşenbîriya Kurdî bû.. Bi ked û westandinê; hezkirina xwe di dilê welatiyên xwe de çand û navê xwe zindî kir.. Erê, ez jî ji Yezdanê mezin bi hêvî me ku cihê melayê Pirêşan buhişt be.  Wî navê xwe kir PIRÊŞAN, ji ber ku ew di jiyana xwe de pirr êşiya.. Erê pir êş, jan, kul û derd dîtin.. Werin em bi hev re kurtiyekê ji jînenîgariya wî bixwînin:
   Mele Nûriyê Hesarî, di 1934 an de li Hesara Kercewsê çêbûye. Di nav Kurdan de bi naznavê Seydayê Pirêşan dihat naskirin. Navê diya wî Xanim e, navê bavê wî Mele Yûsivê kurê Emer e. Emer ji gundê Hêştirekê ji malbata Etmanka, ji şaxê Elikan, ji herêma Hevêrkan bû.
   Mele Nûrî ji malbateke xweneda, zana û bîrewer bû. Bavê wî mele bû, diya wî jî keça melan û jineke xweneda bû.
Mele Nûrî di 1939 an de pêşî li cem diya xwe dest bi xwendina Quranê kiriye û li cem wê Mewlûd, Nehculenam, Nûbihar û Rewdneîm xwendine. Di 1940 î de, çaxê ku diya wî li Hesarê giyana xwe spariye Xwedê, wî li bal kekê xwe Mele Huseyin xwendiye. Lê çaxê ku kekê wî çûye leşkeriyê, vêca bavê wî ew xistiye dibistana bi zimanê tirkî ya ku li Hesarê bû.
   Mele Nûrî di 1945 an de, dema ku di rêza çaran de dibistana tirkî dixwend, bavê wî jiyana xwe spartiye Xwedê. Îcar kekê wî Mele Hemîd ew ji dibistanê derxistiye û daniye ber xwendina medresê.       Piştî demekê ew û kekê xwe Mele Nezir çûne gundê Bilêderê û li cem birayê xwe yê ji dê mane. Pişt re çûye mala xalê xwe Mele Mihemed li gundê Êlihê (niha jê re dibêjin Batman), maye. Ji wir jî çûye gundê Kurrika li Bişêriyê, di medreseya Mele Hesenê Tilmizî xwendiye û ders ji kurê Mele Hesen Mele Faîq girtiye. Piştî demekê ji wir şûnde vegeriyaye çûye Hesarê, ew û kekê xwe Mele Hemîd ji bo xwendinê daketin Binxetê û çûne cem mala Şêx Ehmedê Xiznewî. Li wir, dîsa li cem kekê xwe Mele Hemîd xwendiye heta ku “Sadulaha Gewra“ xilas kiriye.
   Di sala 1949 an de, dema ku birayê wî Mele Hemîd xwendina xwe ya medresê kuta kiriye, di Kanûna Paşî de vegeriyaye Hesarê, lê Mele Nûrî li gundê Xizna maye.. Li cem Mele Beşîrê Batêrgizî xwendiye. Di sala 1950î de, meha adarê, dema ku Şêx Ehmedê Xiznewî çûye ber dilovaniya Xwedê, ji wir çûye gundê Til Marûf û li bal şêx Elaeddîn kurê Şêx Ehmedê Xiznewî xwendiye. Lê xuya ye ku wî û şêx Elaeddîn li hev nekiriye.. Paşê bûye ji pêbawerên Şêx Masûm kurê Şêx Ehmedê Xiznewî.
Sedema ne lihevkirina wî û şêx Elaeddîn kurê Şêx Ehmedê Xiznewî ev bû; di wî heyamê ku olperistiyê konê xwe bi firehî di ser Kurdên Cizîrê re vegirtibû, gundê Til Marûf, paytexta mala Şêx Ehmedê Xiznewî û kurên wî bû, qublegeha misilmanan bû.. Ji çar hawêr ve sofî û mirîdên mala Şêx lê diquriyan, wî li wî yê ku karibe bi çarlepkî xwe bi Şêx ve bigihîne û destê wî maç bike.. Di wî heyamî de Cegerxwîn ev helbesta xwe ya navdar di nav cemawer de belav kir:
Şêxê min! Destên te êdî maçî nakim, ez bese
Kavil û wêran te hiştin, ev sera û medrese..
Qet bi sîwaka te dijimin, paşve naçin gavekê
Bo çi tev mane perîşan, dîl û bendê davekê..
Bes di pişt perdê de rûne, ey ciwamêr xwe binas
Dijminê jîna welatî, tim bi dest te, tevr û das..
Hêj bibêjim, tê bibêjî; ev Cegerxwîn gawire
Na, di bextê tew Xwedê de, dil bi pêt û agire..
Cegerxwîn, dîwana Kîme Ez, Beyrût 1973, rûpelê128
Dengvedana vê helbestê wek peqîna qunbelakê bû.. Mele Nûrî jî di di bin bandora vê helbestê de şiyar dibe, pê tê hejandin û di encam de pîş û kiryarên mala şêxê Xiznewî bi tevayî û yê şêx Elaeddîn bi taybetî protesto dike û li pêşberî wan disekine.. Hingê mala şêx belav dikin ku mele Nûrî jî wek Cegerxwîn dîn bûye û bûye gawir..

   Mele Nûrî di jiyê xwe yê bîst salî de (1954), dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî kiriye û berhemên xwe hemû bi alfabeya latînî nivîsandine. Di gel wê perîşaniyê, dilêşanî û xizantiya xwe de, wî heta niha bêtir ji deh pirtûkan li pirtûkxaneya Kurdistanê zêde kirine.
   Pênasîna wî li ser qaba dawî a pirtûka wî ya bi navê (Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî), ku di sala 1997 an de çap bûye wiha hatiye nivîsand:
   (Di sala 1934 an de li gundê Hesarê ji diya xwe bûye.. Sala 1939 an dest bi xwendina Quranê kir.. Sala 1949 an di gundê Qere Hesenê re derketî Sûrî, û berê xwe da gundê Xezna û dûv re çû gundê Til Marûf, li bal Şêx Ehmedê Xeznewî xwendina olîtî xwend.. Di bîranînên xwe de dibêje: Li Tirkiyê me (Kurdan) bi zimanê tirkî dixwend û piştî ez hatim Sûrî, me bi zimanê erebî xwend. Di virde min ji xwe re got: Gereke zimanekî me jî hebe, pê bê xwendin. Weke van zimanên din..
   Û piştî li helbestên Cegerxwîn û paş re yên Melayê Cizîrî ko di civata melan de dihatin xwendin, guhdarî kir, pir pê kefxweş dibû.. û Piştî hevdîtina wî û mele Ehmedê Palo dest bi nivîsandina helbestên Kurdî kir.. Ne bes wiha; nameyên xwe jî bi kurdî dinivîsandin.. Piştî van karên wî, mala Şêx Xeznewî jê dilgiran dibûn û gotin: Dîn berdaye û çûye gihaye gunehkaran. Xwedîxêran saloxê karê wî gihandin desthilatên rêjîmê û ew, bi çend melayên din re, hatin girtin. Lê bi rêya dostaniya mala şêx hatin berdan..
   Ji sala 1966 an ve li Qenat Elsiwês, li bajarê Qamişlo rûniştiye.. Ji sala 1988 an ve, kêferatê bi nexweşiyê re dike û devê wî nagere.)
   Erê, Mele Nûriyê Hesarî, di ser deh pirtûkên bi zimanê Kurdî û alfabeya latini re nivîsîne. Hin ji wan bi dektîlo nivîsîne, hinek jî bi pênûsê hatine nivîsandin. Tev di defteran de li ser kaxezê A4 hatine nivîsandin. Piraniya pirtûkên wî helbest in û çend lib jî li ser babetên cuda bi pexşanî hatine nivîsandin.
   Lê belê heta niha çar pirtûkên wî hatine çap kirin, ew jî evin:
-          Şoreşa Barzanî: Dîwanek helbest e, di sala 1995 an de çap bûye.
-          Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî: Ev pirtûka wî di sala 1996 an de mamoste Zeynelabddîn Zinar li Swêdê ji aliyê weşanxaneya PENCINARê ve çap kiriye. Ev pirtûk jî li dor zimanzaniyê ye.
-          Axlîma: Pêlên Helbetsa Kurdî: Zimanzaniye, di sala 1997 an de çap bûye,
-          Zevîyek Gazîndan: Dîwanek helbest e, di sala 2000 î de çap bûye û Seydayê Mele Nûrî diyarî ji canê serokê nemir Mele Mistefa Barzanî kiriye. Yên din tev li ser kaxeta ne..
   Di dawiya eynî pirtûka xwe (Axlîma) de, navê pirtûkên xwe yên çapkirî û neçapkirî, di bin navê Berhemên Daner de wiha anîne ziman:
-          Şoreşa Barzanî: Helbest, 1995
-          Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî, 1996
-          Rêziman: Destnivîs
-          Ferhenga Kurdî - Kurdî, Destnivîs
-          Ferhenga Kurdî - Tirkî, Destnivîs
-          Ferhenga Kurmancî- Zazî, Destnivîs
-          Mewlida Pêxember, Destnivîs
-          Vegerandina Zimanê Erebî Şarvîn, Destnivîs
-          Koledar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs
-          Dû Mar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs, Bi zimanê Erebî ye.
-          11 Dîwanên Helbestan, Destnivîs
-          Bîranîn, ji jiyana wî, Destnivîs
   Mele Nûriyê Hesarî di sibeha roja 25.01.2011an de, di mala xwe de li bajarê Qamişlo koça dawî kir û çû berdilovaniya Xwedê. Di eynî rojê de wefadar û evîndarên wî, ew di goristana taxa Qidûr Beg de li Qamişlo, spartin axa sar û cemidî.. Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike û buhişta rengîn mala wî be.
   Hêjaye gotinê ku rehmetiyê Mele Nûrî hin xelat jî standibûn wek Xelata Festîvala Helbesta Kurdî li Sûriyê û Xelata Koma Narîn a folklorî..

Qamişlo, 27.02.2011

Jêder: Rojnameya Dilname, hejmara 4







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2423