Karê Dinyê Welê Ye
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 15 ÏíÓãÈÑ 2006
Mijar: Helbest


 Di roja 04/12/2006 de diya min (Þêxa Tahirê Hisên) çû ber dilovaniya Xwedê, min jî ev çend gotin li ser wê gotine:

Þêxa Tahirê Hisên
Ji nav me daye rê ye


Ew dayikek ciwan bû
Þêx Cibir kalê wê ye

Kalo bi ûcaxên xwe
Tu lê bike rehmêyê ye

Diya me pir þêrîn bû
Rihstîn kete rê ye

Canê nazik jê stand
Ew qedera Xwedê ye

Bi hêvî bû bibîne
Fewaz tê ji oxirê ye

Lê sed heyf û xebînet
Karê dinyê welê ye

Dinya baqê nîvciye
Kes namîne li wê ye

Penceþêra bê derman
Xwe berda hinavê ye

Ne di çax û deman de
Ew bir ji vê dinyê ye

Mal xweþe bi dê û bav
Stûna malê dê ye

Oxir be ey diya min
Berê me jî li vê rê ye..

CANÊ
  Qamiþlo14/12/2006

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=242