Guhartinên mezin
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 22 ÝÈÑÇíÑ 2011
Mijar: Nûçe



M. Þêx Allî *

Li vê dawiyê , piþtî têkçûna rejîma serok Zeyn-elabidîn bin Elî li Tûnisê û ya serok Hisnî Mobarek li Misirê , xwepêþandanên berfireh li Lîbiya , Behrên û Yemenê destpê bûn û hê berdewam û li darin , ji bilî xwepêþandanên li hin deverên Urdon û Îraqê , herêma Kurdistanê jî di nav de , nemaze herdu bajarên navdar Silêmanî û Kerkokê . Û li hêla dî , nûbûna xwepêþandan û çalakiyên nerazîbûnê li Tehran , Ehwaz û bajarên herêma Kurdistana Îranê .


Karbedest serûber xemgîn û mijûlin , nikarin têr razin , çavsor û sergerim dibin , û ji ber ku ew malxur , setemkar û dizin , lewre jî xwe sopermirov dibînin , xwe di ser milet , welat û dewletên xwe re digrin û dixuyê ew nikarin nejî dixwazin rastiyên heyî bibînin , berjewendiyên gelên xwe , rûmet , azadî , jiyana rojane û mafên mirov û hemwelatiyên xwe binpê dikin , û loma jî ew hertim bi darê zorê , bi tevdîr û kiryarên hovane , bi dek û dolab û pîlanên nediyar û nehênî dixwazin bersivan bidin . Kul û derdê wan karbedestan , armanca wan ya herî sereke , domkirin û berdewamiya kursî û quretiya karbedestiyê ye û hew , vêca çi dibe bila bibe ! . Zarzimanê wan di riya dezgehên wan ên raghandinî yên rengîn û pir alî re , bi herhawî dikin ku rûyê hêz û kesayetiyên nerazî û rikebir reþ derîne û bêje – xwedê giravî – ev xwepêþandan , çi li vir û çi li wir , karê nokerên hêz û dewletên biyanî ye …. !, lê , bûyerên heyî , rastiyên berçav digel gelek rapor , dîmen û wêneyan , didine xuyakirin ku , ew hêz û cemawerên xwepêþandanan , ne ajan û nokerin , nejî þêt û bêhiþin , an terorîst û xwînrêjin … Ew mirovhez , dilsoz , dilgerim û hiþyarin , heyranê miletên xwe ne , xwedî doz û daxwazên dadmend û rewa ne , bi þêweyên aþkere û aþtiyane dengê xwe li beramber malxurî û setemkariyê dihildin û dibine ciyê rêzgirtin û hezkirina gelên xwe .
Hêjayî gotinê ye ku , di pêkanîna van çalakî û guhartinan de , xwediyên rola herî li pêþ û berçav , nûhatî , xortên zana û nifþên nû ne , ewên dilgerim , sernerim , xwedî hêvî , jîr û jêhatî ku , bi Entirnêtê baþ fêm dikin û karin li destên xwe bigerînin da bi hev re têkildarbin û bibine hêz .
Li hêla dî jî , ew guhartinên mezin , pîroz û serkeftî yên ku li Tûnis û Misirê cîbecî bûne û li cîgehên dî jî dibin , didine zanîn û xuyakirin ku , rewþên hundirî , pirsên xizanî û bêkariyê , pirsa demokrasî , rûmet û mafên mirovan , jêder û bingeha guhartinan ne , û çendî hêz , partî û tevgerên siyasî serbixwe û welatparêz bin , ne li gor siyaset û berjewendiyên derve bin , û biryarên wan hêz û partiyan di destên wan de bin , ewqas , dê serfiraz û serkeftî bin .
Pirsgirêkên welatên Ereb û rojhilata navîn bi tevahî , Sûriyê jî di nav de , cîbecîkirina alfebeya demokrasiyê , rêzgirtina mafên mirovan , çareserkirina pirsa bêkarî û perîþaniyê ye , pirsa azadiya peyvê û wekheviyê ye .
Di gavavêtin û serkeftina çareserkirina van pirsan de , pirsa gelê kurd jî ciyê xwe yê rast dê bibîne û çê nabe jê bête cudakirin . Hê jî gelek henin naxwazin bawer bikin ku dem hatiye guhartin , û bi darê zorê , bi girtin û lêdanê , bi kuþtin û xwînrijandinê , bi tang û topan û þerxweziyê , girêk û astengî bêtir dibin , nexweþî , derd û kul , kîn û keder kûrtir dibin , rê li ber aþtî û diyalogê dixetime û tê girtin .
Heleb 22.02.2011
===================
* Sekretêrê parta yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê .








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2416