Melayê Me, Melayê Min (Mele Nûriyê Hesarî)
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 26 íäÇíÑ 2011
Mijar: Nûçe



Mûsa Zaxuranî

   Îro 25 ê meha yekê 2011 Mele Nûriyê Hesarî koça dawî kir, mûmeke geþ ji mûmên þeva me a tarî vemirt. Gunehkariya dîrokê jî li ber dadgeha maf, hate xuyakirin… û kevirên dibistana Sor li bajarê Cizîra Botan hêstir barandin. Mergên mamoste û þagirtiyên wê dibistanê, canê wî xwestin cem xwe û lê xwedî derketin û.. Hîna ez þeþ - heft salî bûm, min seydayê hêja, zana û welatperwer naskir… Mala me li gundê mala Þêkir( Letîfiyê) bû, û ew melayê gund bû. Xweþ tête bîra min, Xwedê jê xweþ, wî çaxî zarokên gund, hînî xwendina Kurdî dikirin, di ber fêrkirina Qurana pîroz re..


Diyar e camêr dixwest zarok xwe baþ û durist nas bikin, her weha temenê xwe hemî di riya zimanê Kurdî de burand û hunandina helbesta Kurdî beþê kilasîk.. Xwedê jê xweþ, bibêdengîke bi gurmînî dabû ser þop û riya Xanî, Hacî Qadirê Koyî .. û kincên dibistana Sor li xwe kiribûn..
   Hêja du tiþt li ba wî herî pîroz bûn, di ser her tiþtî re bûn; yek hezkirina Xwedê û ola Îslamî, dido hezkirina rêbaza azadiyê, rêbaza cangoriyê, rêbaza Barzaniyê nemir.. Rojekê min û rehmetiyê Mihemed Emîn, Bavê Kawa û çendekî dî me ew xelat kir û xelat wêneyê Barzaniyê nemir bû.. Melayê me, bû weke zarokekî û bû kûr kûra wî giriya, hêsira di çavê wî de rê nedida hev, cote cot dibarîn.. Car cara ez diçûm serdana wî û her ku min ew didît, min destê wî maç dikir, min ew destê ku dirahiþte wê pênûsa mafnas- þûrê zanyaran- tewaf dikir..
   Kar û xebata wî di warê nivîsandinê de, dide zanîn û dîdarin ku melayê weke wî kêm bûn.. û di ser hemî kar û xebata xwe de, melayê me mirovekî dilovan bû, rastgo bû, dilzîz bû, zar þêrîn bû.. pênûseke pîroz bû, ramanekî bilind bû, zanîneke bêsînor bû, hez ji mirovatiyê dikir, þahê spîtayiyê bû.. Dil, rû, dest û her weha cilê wî jî spî bûn.. Derd û hêviyê wî ji derd û hêviyê miletê wî bû..
   Û di dawiyê de ji ebda tê veþartin ji Xwedê nayê veþartin; rehmetiyê Nûriyê mala Þêkir yekemîn dostê wî bû û her weha seydayê Palo jî..
Li gor ez dizanim, Nûriyê Þêkir gelekî guhdidayê û qencî pê dikirin.. Piþtî mirina Nûrî û di van salên dawî de, çend caran digote min; mala wan ava yên ku arîkarî kirin di çapkirina pirtûkên min de.. Nav jî nedigotin. Ez jî bi Xwedê jê xweþ re Nûriyê Hesarî re dibêjim, mala Nûrî û wan kesên ku guhdane mele Nûriyê Hesarî ava û serê kesên wan sax be..
    Xwedê dilovaniya xwe li mele Nûrî bike, wî bi bihiþtê þa ke û serê her kesê camêr sax be.
Di dawî de dibêjim, bawer bikin navê melayê me, kurê gundê Hesarê (Ronahî) bû û  bi rastî jî ew ronahî bû..

25.1.2011








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2375