Ji þewata yekem re…
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 26 íäÇíÑ 2011
Mijar: Nûçe




Yasîn Hisên

Ey tu çiqa bê bêxtî, her ku ez wê xeleka nepen di navbera xwe û te de vedikim, tu min di avêje , û xwe di kezeba min de mîna mendalekî di zikê dayika xwe de li benda avê…ez jî te xwedî dikim…bi gotinên xweþ..bi þîretên xweþ…bi hêstirên xweþ..
Sibehên te bi girî û kenê zarokan re di xemilîn…
Û her sibeh ez jî di matmayînê de di dilê xwe dikeniyam…û digiriyam…


Dema pêrgînê bû, li kolanên te….ey bajarê min î kedîkirî bi kezeba min re…
rojên te mîna hev derbas dibin, þevên te di dilê xwe de çendîn kerban hembêz dikin….
ezê tevdan bi qurbana te kim, ew kerbên me…ew helbestên me ên nexwendî..nivîsandî û ne nivîsandî…

Ew çiye te bi derdoran ve girê dide…dema her bi çavên zeriyê axê li te dinerin, û xwe noqî axa te dikin..xwe bi þevbuhêrkiên te ve asê dikin…da nekevin…

Ji þewata yekem de, tu mîna xweyî…ey bûka helbestên me. Çiko guherîn bi bejna te nakeve…cadeyên te …zarokên te…xaniyên teyî efsanewî…qublegeha helbestên ji xerîbiyê…bihna tûtina qaçax,,,pozê guhervanan diþewitîne.
Ji ber wisa ji te ditirsin…dizanin tu di kezeba me de yî…ji loma jî em te naguherin…
ma ji bilî ava min çi di zikê te de heye?
ew çi bazarin li ser te dibin?.
û hîna min xweþik te ne afirandiye…bajarê min..?
Ji berî 95 salan de, û hejmar bi dû hevde hatin…72..49…24…5..
Û ez hîna ew kalemêrê derdan im…tizbiya xwe libo libo diavêjim…dixwazim 99 nava li te bikim…
Û te ji kezeba xwe …dernexim…







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2374