Koçkirina Seydayê Mele Nûrîyê Hesarî Û Kurtiyek Ji Jînenîgariya Wî
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 25 íäÇíÑ 2011
Mijar: Nûçe



  Konê Reþ

   Belê, îro (25.01.2011), me navdarekî ziman û helbesta kurdî a kilasîk winda kir.. Stêrek geþ û bêdeng ji asmanê wêjeya Kurdî rijiya.. Lê her wê navê wî, bibilndî di rêza helbestvanên Kurd de bê rojevê.. Wî jî mîna Cegerxwîn, Palo, Tîrêj, Berazî, Keleþ, Rewî.. navê xwe bi berzbûn di qada rewþenbîriya Kurdî de tomar kir.. Rêzgirtina xwe di nav gel de çesipand.. Erê, îro me mirîdekî Barzanî windakir.. Xemxurkî ziman û rewþenbîriya Kurdî ji ber çavê me xwe da alî, lê her wê di dilê me de zindî be... Cih buhiþt be melayê Pirêþan, te navê xwe kir PIRÊÞAN, ji ber ku tu di jiyana xwe de pirr êþiya.. Ma ji kê û ne kê..


Werin em bi hev re kurtiyek ji jînenîgariya wî bixwînin:
   Ew di sala 1934 an de li gundê Hesarê ji diya xwe bûye… Di sala 1939 an de dest bi xwendina Quranê kiriye.. Di sala 1949 an de daketiye Sûriyê, di gundê Qerehesenê re derbasî gundê Xizna û di pey re gundê Til Marûf bûye û li bal Þêx Ehmedê Xeznewî xwendina olîtiyê bi dawî aniye û bûye melakî 12 ilmî..
   Di bîranînên xwe de dibêje: Li Tirkiyê me Kurdan bi zimanê tirkî dixwend û piþtî ez hatim Sûrî, me bi zimanê erebî xwend.. Di virde min ji xwe re got: Gereke zimanekî me jî hebe, pê bê xwendin. Weke van zimanên din.. Lê piþtî ku li helbestên Cegerxwîn û paþ re yên Melayê Cizîrî ku di civatan de dihatin xwendin guhdarî kir, bi wan pir kefxweþ dibû.. û Piþtî dîtina Cegerxwîn û mele Ehmedê Palo dest bi nivîsandina helbestên Kurdî kir.. Ne bes wiha; nameyên xwe jî bi kurdî dinivîsandin..
   Piþtî van karên wî, mala Þêx Xiznewî jê dilgiran dibûn û gotin: Dîn bûye, berdaye û çûye gihaye gunehkaran.. Hina saloxên karê wî gihandin desthilatên rêjîmê, wiha ew û bi çend melayên din re hatin girtin. Lê belê bi rêya dostaniya mala þêx hatin berdan..
   Ji sala 1966 an ve mala wî li Qamiþlo ye, taxa Qenat Elsiwês e, ji sala 1988 an ve, kêferat bi nexweþiyê re dikir û devê wî nedigeriya ta ku îro 25.01.2011 koça dawî kir û çû berdilovaniya Xwedê. Hem jî îro ew li Qamiþlo, di gorstana Qidûr Beg de hat veþartin.

Ji berhemên wî:
-  Þoreþa Barzanî: Helbest, 1995
-  Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî, 1996
-  Rêziman: Destnivîs
-  Ferhenga Kurdî - Kurdî, Destnivîs
-  Ferhenga Kurdî - Tirkî, Destnivîs
-  Ferhenga Kurmancî- Zazî, Destnivîs
-  Mewlida Pêxember, Destnivîs
-  Vegerandina Zimanê Erebî Þarvîn, Destnivîs
-  Koledar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs
-  Dû Mar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs, Bi zimanê Erebî ye.
-  11 Dîwanên Helbestan, Destnivîs
-  Bîranîn, ji jiyana wî, Destnivîs
Hêjaye gotinê ku mamoste Zeynelabdîn Zinar jî pirtûkek wî li Swêd çap kiriye, navê wê nayê bîra min. Her wiha wiha rehmetiyê Mele Nûrî hin xelat jî standine wek Xelata Festîvala Helbesta Kurdî, Xelatek ji Koma Narîn a folklorî..
Fermo van çend firdikan ji helbesteke rehmetî li dor mirinê bixwînin:

Hey wax ji derdê mirinê, ez pê nizanim wê çikî
Ev bê dila pir ijdehar, bo çî me dê winda bikî

Qîza ji ber xortan dibî, axîn ji dil der nakevin
Îdî nema peyvê dikin, mîna kesê ku bê devin

Geh bav diçî, geh dê diçî, zaro dimînin bê xwedî
Îdî nema ew têr dixwin, lewra dikin tirs û fedî

Hey mirinê ka min çi dî, ku ez ji cîhanê herim
Qey tê bihêlî carekê, pey mirinê ez vegerim?!

Qamiþlo, 25.01.2011







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2372