Mizgînî li we falvekerekê kurd derket
Dîrok: ÇáÃËäíä 03 íäÇíÑ 2011
Mijar: Nûçe



Diyar Ehmed

Weke her sal, di dawiya vê salê de jî min kar û barê xwe kir, rûdan û bûyerên hûr û gir yên sala borî danehev û di tûrekê botanî de di ser hev de dagirtin,ketim di ber de, bi ta û derziyê derê tûrê xwe bi kêliyên hûr dirût.piþtrastbûm û min ji xwe re got:eve min barê li ser milê xwe hilanî û xwe ji hiþkî û giraniya vê salê rizgarkir.vêca ezê rabim xwe ji sala nû re berhev bikim,ka ezê enternêtê yan televisiyonê vekim,ji ber tenê ewin pencere û çavkaniyên  pêzanîn û ragihandinan ji me re,bi wan bêhna me diçê û tê û dilê me pê dijenê,hêviyên me li ber ronahiya wan avis dibin. emê wan vekin û binêrin ka xelkê di dawiya vê sala têr kul û xem de çi kirine û xwe bi çi rengî ji sala nû re amadekirine, ka vê cîhana fereh  û vekirî wê bi çi awayî pêþwaziyê li vê sala hêvîdar bike…!!!???.


Gotinan dirêj nakim û serê we yê girêdayî bi sed paçikan bi gotin û galgalên vale na êþînim û gêj jî nakim.min rabû enternêt vêxist ,ketim di nava dûmana pêl û rûpelên malperan de , û min ew qulipandin. Dema min malpera Weltê Me vekir,herdu çavên min zîq bi gotara mamosta Qado Þêrîn ya bi navûnîþanê texmînên sala nû ket ,wek tu cerek ava sar di ser serê min de berdî,ez  vecniqîm û min ji xwe re got : eve tiþta ku ez lêdigeram  va min dît.weke hercar pêketim bi hûr û kûr min ew xwend,dema gihame dawiyê wê min xwe nedît, ji niþkî ve singa min keliþî û vebû,dilê min firî,ji rikeha kavolên ziwa û tarî derket,perpitî,lukimî,kemitî, ber bi jor ve çû di nava xunav û xwêhdana ewran de vegevizî, teriqî , hiç bû ji keyfa reqisî.firek dîtir li xwe da ku hinekî xwe bilintir bike,ta ku nexþê kurdistanê bi tevayî bibîne û bi zelalî jê ve bi xuye,sînoran tev de vegire,gund û bajarên wê bide ber dûrbîna çavan,silav bike gelê kurdistanê , gaziya xwe bigihîne wan û ji wan re bêje : mizgîniya min li we va sitêrnas û falvekerekê kurd derket,û bi vê yekê nîþanên jidayîkbûna sitêra rojeka nû li esmanê welêt hilat,pêngavin mezin wê werin avêtin ,rûdan û bûyerin giran wê biqewimin, wê rewþa me kurdan ji îro pê ve were guhertin,rewþa gelê kurd wê di sala 2011 ê de bi xêr û bêr be,kesên dilsar û tirsonek bila ne tirsin ji siyasetên erebkarî û nejadperisiyê,wê nîrê zor û sitemê li ser singa wan rabe,herweha di destpêka vê salê de desthilatdariya sûriyê wê bifikire ku çareseriyekî ji pirsgirêka welatiyên kurdên bê nasname re bibîne û ji binî ve rayê serjimara ewarte ya sala 1962 ê ji erdê rake,kesên ku ziyan ji encamên wê yên hiþk û diltevzîn dîtine,wê werin qerebokirin û mafê wan wê li wan were vegerandin,salên nexweþ û zehmet yên borî wê bên jibîrkirin,û wê li vir tenê ne sekine wê xalên mersûmê (49)ê jî biguhere.
Di sala nû de zimanê kurdî wê bibe zimanê fermî di welêt de,lê wê mamosta û þarezayên zimên kêmbin,deriyê koçberî û koçbarkirinê wê were girtin,jîn û jiyana gelê kurd wê serûbinî hev bibe û gavin berçav wê werin avêtin,miletê kurd wê li kurdîniya xwe vegere,bi êþ û janên belengaz,jinbî û sêwiyên xwe bihese,têr û halxweþ,rîsipî û kenkenên milet wê destê arîkarî û yarmetiyê dirêjî bêkes  û perîþanên xwe bikin,û bi taybetî guhdaneka zêde bi malbatên girtiyên siyasî,wan xweragir û qehremanan yên ku dev ji mal û zarokên xwe berdane,xweþî û rehetiya canê xwe kirine qurban, ta ku azadî û serbestiyê ji miletê xwe re pêkbînin.
Di vir de jibîr nekin ku hûn mizgîniyê bidin dayîkên pakrewanên serhildana (12) ê avdarê,tenûra dil û hinavê wan sarbikin,û ji malbata þêxê pakrewanan re þêx Me''''þoqê Xeznewî re jî, ji wan tevan re bêjin:xwîna delal û xoþteviyên we li erdê ne ma,li ber serkaniyên xwîna wan ya zelal û comerd gul û kulîlkên rengîn biþkivîne,ked û karê partîzanên me bergirt,berxwedana girtiyên me vale neçû.lê mamostayê nav xweþ rêzdar Qado Þêrîn, ka tu ji min re nabêjê,tenê daxwazek min ji te heye,ez yek ji wan xweragir û berevanê kêþa miletê xwe me,min lingê xwe daye tehtê û dibêjim:ez dev ji xaka bav û bapîran bernadim,çiqasî siyasetên çewsandin û binpîkirinê,bêkarî û birçîbûnê,serdestî û nejadperistiyê bihêz bibe, rijêma þovînist êrîþên xwe yên har û hovane xurt jî bike, min sûnd xwariye ku ez dev jê bernedim û bi tu deran ve baznedim,vêca ka bêje îsal li welatê me,li rojavayê kurdistanê wê rewþa ba û baranê çawe be,gelo…wê îsal baran bibare,dexil û danên me wê þînbibin,çêra sewal û kewalî,terþ û dewarî wê çêbibe,kaniyên ava qerisî û þêrîn wê derbibin.bêje eger tiþtin pêtvî jî hebin ezê ji we re rêkim,eger pêtvî be ezê hin fincanên ferforî yên ku em qehwa sibeha li ber dengê stirana hunermenda deng xweþ Gulbuharê (kewa sibê bi xûne heyî bi xûne) tê de vedixun ji we re biþînim,yan nexþê kul û keliþî yê navdestên hin kesên bê þens û bext ku îro jimara wan li welatê me di pirbûnê de ye,yan jê ezê hin mû ji simbêlê xortin singpehin û navpol badayî bêkar rawestane li kêleka naverast û meydanên bajêr çavbelin li hêviya karin,yan jê kezî û biskek nazik û bedew ji pora keçikin dilgerim û çavbelek di mala bavên xwe de gula buhara wan seridiye,li benda þensên  xwe yên wenda û devgirtî  mane, û rêjeya wan jî pir bilind bûye û di bilid bûnê de ye,ji ber xortên kurda hêviyên wan dijiyanê de qurmiçandine,dev ji wan berdane û koçbarbûne,berê xwe dane ewropa, gelek ji wan di deryayan de xeniqîne û gelek dîtir barkirine dûr çûne,welat û milet jibîrkirine û kula biyaniyê di dilê wan de werim ye,koçberî ji wan re bû ye destpêka mirineka hêdîka,xortên dilpaqij û ciwan rêz û rawazên jiyana kurdewariyê jibîrkirine, welatê bav û bapîran valekirin.di ser van tevan de îro hikumeta sûriyê bi kunikî ketiye ber kolana bîrên patrolê de,zêrê reþ di binê erdê de dikiþînin,xêr û bêrên welatê me guvaþtin,daweta dizî û talankirinê li dare .gelo… hûn nizanin wê kengî golên petrolê biçikînin,eger welatê me ma bê av û petrol, û baranên me jî ne weke berê ne, dexil û danên me çênabin, û miletê me jî penaber û koçbarbû,partiyên me ji hev belav bûne,zimanê me maye lawaz,bê kes û kar, ma ji nû ve emê li ser çi bigirîn,welatê hiþk û ziwa,reþ û vale…!!??.
Mamosta Qado welat tar û markirin,xêr û xweþiyên wê tev de dizîn,mirovên jixwefihêt û ji malbatên mezin serþorkirin,ew fêrî destdirêjî û parsekiyê kirin,xewin û hêviyên zarokên me di dergûþan de perçiqandin.bi kurtî welatê me weke seydayê Cegerxwîn gotiye : bûye welatê çirto û virto.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2353