Jin û mafê jiyanê, û bandora Misilmantiyê li kurdan.
Dîrok: ÇáÓÈÊ 01 íäÇíÑ 2011
Mijar: Nûçe



  Şêrzad Efrînî

Em niha di sersala 21 an de ne lê xuya ye em kurd hîna di bi bandor û kultûra Ereban de di jîn û em nikarin xwe rizgar bi kin ji sînorên Misilmantiyê û kultûr a wan …  em nikarin biguncin li gor demê nû . berî çend rojan min raportek xwend li ser kuştin a jinê li kurdistan ê bi rastî ew raport pir bala min kişand ji ber ku li ser kuştina jinşn kurd di ke . wek ku tê xuyan bi sedan jin tên kuştin li kurdistan a başûde û sedem tiştên vala ye û di wê raportê de xuya di ke ku jinek kurd hate kuştin sedem ku destê xwe daye peya kê yan zilamekî … bi rastî ev di kultûra kurdan de nîne lê xuya ye ku kurdên me yên başûrî kurdistan ê ji Ereban misilmatirin û hişkitin .


Ne tenê wilo partiyên Îslamî bêtir hewş ve di de û pir tir di bin di nav gel de û tiştê herî balkêş bandor a xwe li hukomet a kurdistan ê di be û ger qanonek ne li gor wan be yek ser vîto da tînin ser û wê qanonê radiwestînin bi taybetî ew qanonên ku bevedêr bin ji mafê jinan re .  tiştê herî balkêş di dem a dawiyê de li herêma kurdistan ê Sinet kirin a keçên kurd  pir bû ye di nav gel de ji bo ku dilê wan Sex ne xweze . ev tişt wek tê xuyan ji nav kultûr aEreban girtine . li Misrê û Sûdan û Morîtanya  di demên dawiyê de pir Misilman keçên xwe sinat di kin û çilkên wan jê di kin ji boyî engîz ne bin li ser Sex . pir program di teltfizyonên Ereban de hatin weşandin li ser vê meselê û pir caran yonêsko li ser vê yekê protêsta kiriye û hewl dane ku vê tiştên xerap bi seknînin lê bê fayde bo .
Ji Alyê dî ve rewşenbîrên kurd di baweriya min de alîkarin di vê meselê de ji ber ku bi erkên xwe rana bin û ne alîkarin ku jin bighên mafê xwe wek gelên Awropa û  carne jî bêtir di hêlin ku mafê jinê were xwerin . wek nimûne berî demek ne dirêj keçek kurd xwest xwe wek gelê Awropa xwe bi de nasîn û kilîpek xwe nîv tazî kişand û balav kir tevî ku em hemo di zanin sedemek hebû ku wê keçê wilo kir û ji gel re xuya kir ku sedem ji kilîp a wê Azadiya jinê yê û mafê jinê ye  tevî wê di malperên kurdî de ew cerisandin û rezîl kirin û wênehên wê belav kirin û hinek gorar jî li ser wê hatin nivîsandin . di vir di xuya di ke ku rewşenbîrên me hîna mêjîtengin û bandora nezantiyê li ser wan heye û nikarin biguncin li gorî demê û tevî ku bêtirî wan li dewletê Awropa di jîn û baş Dadmendiya wen nas di kin lê na xwezin li gorî wan bi çin ji ber ku ew jî xuyaya di xwezin xwe bi kin padîşa li serê jinên xwe ..
Yê min ez na bêjim ku jinên me bela bibin Qehbik û li kerxanan konê xwe bi din . ne . lê gereke ev kuştina jinê raweste çi di nav kurdên me yên Awropa çi li kurdistan ê û ez hêvî di kim ku hukmet a herêma kurdistanê Qanonen nû der bi xe û mafê jinê têde werê parastin û ger jinê şaştî kirin bela bi xin zindanê û yên jinan di kujin bala wan mehkeme bi kin û hukmê wan wek kesên mirovekî di kuje bidin wan , ne ku mirovek jinekê bi kujê 3 heyvan têxînin zindanê û piştî wê berdin . ev qanonê ku niha heye di hêle kiu kuştin a jinê bêtir bi be û Alîkare di kuştin a jinan de .. di nav berê 3 salan de 2500 jinên kurd hatin kuştin û bêtirî wan tu şaştiyên mezin ne kirine  ji bilî wî video yel di Youtube di belav kiribûn çawa ku bi dehan li jinekê di civin û wê ji ser xanî ve davêjin û bi keviran li serê wê dixînin . gava mirov li wê video yê sêr di ke di bêje qey dewlwt li kurdistan ê nîne û nejî hukmet heye û di baweriya min de kesên ku wilo bi dilekî sar ew keçik kuştine neha azadin li kurdistan ê û li çayxanên Dihokê rûdinin û ji xwe re di bînin ku serbilindî kirine mixabin ev rastiye.  Tiçtê herî balkêş ku em hemo di zanin  ku gelê ereb paşketirîn mirovin di topa dinê de û tiştên herî xerap di kin û hemo dewlwtên wan Dîktatorin tevî wê em li gor sîstêm a wan di çin û em nikarin xwe ji bin kultûrên wa derxînin .  li dawiyê ez di xwezim tiştekî balkêş xuya bi kim li kurdistanê bêtirî peyan di çin qehbiken û ne tanê mirovên normal yê ku berpirsyar jî û em hemo çêrok a  qehbikên Kerkokê di zanin ku çawa berpisyarên me bi hezaran dolara li waan serf di kin . pirsê dawiyê çima ji peyan re helele ku biçin qehbikan çima ji jinan re çênabe li gor kultûr a Mislimanan  di vir di xuya di ke ku dîn ê wan ne ji cem xudayê ban hatiyê ji cem Casin û Xelef hatiye ev dîn . ji ber ku yuda em giş wek hev çê kirine ne ku zilam ji pîrekê çêtire û ne jî pîrek jim zilaman çêtire wek pêximber Isa di bêje em giş wek hevin ….. ji bo em kurd ji vê xerapixê xelaskin yan em  ji Misilmantiyê dûr kevin yan jî em qanonen di pişgiriya jinê de der bi xin ji ber ku jin xûşka mirov e dayîk a mirov e  û em ji wê peyda bû ne .. 
Ger em wilo ne kin tucarî em kurd pêş na kevin û emê her tin di bin bandor a Xelef û Casim de bimînin yên ku ji beyebanan hatin e û ji kultûra kuştin û ceng û talanan hatine .  kultûr a bombe û teqînê kultûra ku li kolanan zarokên biçûk dikojin bi dilekî sar û bervedêriyê ji ber ve di kin  tevî ku mirovantîm çend pêş ketiye lê hîn a ew di serdemên Mohemed Pêximber dijîn yê ku 14 ji ji xwe re anîbû ji bilî yên ku ji xwe re carî di hesiband û kêfê xwe bi wan di anî ……
Ez hêvîdarim ku kurd huşyar bin û mafê her kesî bidinê û li gorî demê biguncin û bi pêşerojê bifkirin ne li rojên bihurî…..

  Şêrzad Efrînî. 31 / 12 / 2010.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2350