JIYAN
Dîrok: ÇáÎãíÓ 30 ÏíÓãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



Demhat Dêrikî

Germê, hênkayiya çiya di nava hilma ku ji xakê radibû de, fetisandibû!...di nava vê germê de xwihdan ji canê Jiyan diherikî, tevlî qirêja canê wê dibû… û carna di navberê de destên wê dirêjî pora wê ya heyvekê nehatî þûþtin dibû, çend sipeh diketin nava destên wê..careke din ew dîmen li ber çavê xwe zindîkir;hate bîrê berî heyvekê ew û komek þervan ketibûn kemînê, þer du rojan berdewam kiribû, dema gule li lingê wê dikeve, ji hiþê xwe diçe...ev heyveke bi tena xwe,geh bi beqan, geh bi hindek giyan...li ser lingê xwe mabû! Lê, hêdî hêdî veojena wê ber bi dawî diçû, kulî kulî dimeþî, cihê birîna wê gelek werimî û dagirtî edab bûbû. Çend gavên din meþî.


Di  meþê de,çavên wê bi kunna moriyan ket, ji xwe re got:" Ev baþ bû, gelek baþ bû... ev moriyên ha, wê birîna min rehet bikin."Lingê xwe ser kunê re dirêjkir, moriyan girtinê, wisa girtinê birîna wê nema xwiya dikir, di nava demeke kurt de ew edab ji lingê wê pak bû...lê ew jiyan, ne ya berî bû; ew bejina dirêj û levhatî xûz bûbû, ew çavên reng deriyayî tarî bûbûn, ew pora di bin ronahiya stêrkên welatê çiyan de diberiqî, bûbû paytexta sipehan! Ji xwe neynûk tevî dirêjbûna xwe bûbûn parêzvanên reþqirêjê!.. Û ew rûkê ku ken wek çemên buharê ken bi coþ jê diherikî û dibû govenda dilê þervanan, li ser deh ramanên jankêþ pêþbazî dikirin!...Demekê, bê deng serê xwe danî ser xakê û got:"Ez herim kû? Bi kûve herim? Hawîr dor ji cerdevana û leþkerên Tirkna dorpêç kiriye... , min bibînin wê min bikin qet qet, wê hemû tiþtên ji derveyî mirovatiyê bikin!Ez çi bikim, nema dizanim kîjan rê diçe binecihê."Dîsa bê deng ma. Ji nîþkan ve du firmêskan ji çavan xwe berdane xwar, êdî firmêsik li pey hev diherikîn. Serê xwe bilind kir, dîsa bi xwe re axivî:"Ev çend wisa ez lewazim? Ma çi bikim, mane ez mirovim! Na na, ez mirovim, lê ka bawerî? Ka vîn? Kanî xewn û aþopên min? Jibo dozekê min zanko hêla, min beþê siyasî kire gorî serxwebûnê! Erê, serxwebûnê, serxwebûna xakê, serxwebûna jinê, serxwebûna vî welatê dike nale nal!..Ez dikim nale nal, ew dike nale nal û bi sedê salane nalîna me guhê asîman qetand. Divê ez negirîm, bila bîrên girî ji çavkaniya çavê min ziwa bibin û dilê min bi hêviya rojên geþ bê pêçan!" Jiyan da xwe û rabû, di nava hilma germa xeniqandinê de meþî. Dimeþî, diket, radibû, diket. Lê dimeþî, ber bi hêviya rojên geþ ve dimeþî ta ku careke din bibe jiyana sergovend kêþ!






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2344