(Çend agahî ji Ehmedê Huseynî) re
Dîrok: ÇáÓÈÊ 25 ÏíÓãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



  Þepal Hêvo  
Shepalhevo@live.de 

Çaxa tarîbûn bi ser xêzên rûpela te de dirije, lêvên te ji axeftinê koç dikin...
Ev rojên zigurd di þivarêkên henasên me de bela-wela dibin.Hin ji çavên gotinê û hin ji himbêza  navdariyê, ev rastiya ku ji  keçkanî ketiye, ev rastiya ku hîn jî xwe ji bo zarokên ku di zikê demê de dîl bûne xwe bi arzanî dide. Û hîn jî yên birêz qamika  pênûsên xwe bi topiskan paqij dikin.


Bila peyvên  kulek xwe bi qurbana wan zarokên ku di helbestê de  ji serma bêjîbûnê dibine hilmek û di asîmanê nivîsandinê de çengên xwe diyarî me dikin, bila bi qurbana wan leþkerên ku pasvaniya sînorên afirandinê dikin, bila bi qurbana pêlavên wan bibin.
Eger ji dergehê Felsefeya Kant, Dîkart, Firoyd, Hîgil, Markis û toreya cîhanê tu delîveyên bazdan û  revê bibînî, ez ê te bi bejna gotinên te  bidarve bikim. Û eger dixwazî bibêjî: Xwendevanên birêz, û xwe bikûzînî û çîrokeke bombekirî di guhê wan de biteqînî, bizane ew xwendevan ne yê ku di qurtekê de di zengelorka ragihandinê de tête xwarê.
Ev gengeþeya arzan, lawaz  û pîs, Çarçiya U’kaz û devavêtina Cerîr û Ferezdeq tîne bîra me, ango ez dikarim bibêjim: Hîn jî bandora zimanê erebî û bi taybetî beþê herî daketî ji toreya wê li me dibe, lê bi carekê wê dibîne mertalê rexneyê yê resen. Û ji bo nav û kursiyên xwe dikarin her kurdekî ji xewê þiyar bikin û jê re çîroka xwe pîne bikin.
Gelo di van her du mehên bûrî de çend nivîskar û çend siyastmedar ji nav me koç kirin? Gelo kesî navê Me’rûf Xeznedar li ser ekranê malperên kurdî dîtin û li ser keda wî axifîn? Ev tev de ji me re ne gerek bû, filankeso sergovendî girt bêvankeso bû mêvanê wê Tv yê û ta b.d, her kes di baweriya xwe de ku ew lehengê dastanekê yê, lê çawa û çilo ew nizane.
Ev kesê ku ji mêj ve dest bi vekirina dibistanên balkiþandin û vebûnên þaristanî kiriye, nikare gotarekê li ser aloziyên ku dibine astengî li ber damezirandina pêpelûka yekemîn di toreya kurdî de binivîse, ha hooooo qey nikare bi wê standerbûna ku xwe pê paye dike, hinekî ji xwe daxe û li ser toreya Firansî , Rûsî, Elemanî, biaxife, yan jî li ser keda hin nivîskarên cîhanê yên ku bûne hêman û egera xwendinê binvîse. Na tenê parastinên kesayetî jê re gerek in.
Bi vê rewþa jihevketî û bi van mijarên xûz ev çanda adînoþ berê xwe dide devera ku hîn jî li wir xemên xwe distre û pê kilorekê ji mirinê re çê dike, û di dawiyê de lêbûrîna xwe ji xwendevanên birêz dixwazim ku min berê vê babetê berfirehtir nekir û min nexwest ew gotinên nazik bedewbûna xwe winda bikin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2339