Gerîlayên zimanê kurdî
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 17 ÏíÓãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



  MÎRZA RONÎ

Merheba xwînerên delal ê zimanê dayika xwe. Di sêrî de ji bo ku hûn vê rojnameya Azadiya Welat a kibleya nivîsa zimanê kurdî dixwînin gelekî pê keyfxweş û dilşad im.
Heke ku sernivîsa min bala we kişandibe ez dixwazim hinekî kala vê sernivîsê bikim bê ka çima gerîlayê zimanê kurdî. Hevalên delal wekî ku hûn dizanin gerîla peyvek pîroz a têkoşeran e. Li hember neheqî û zordariya li ser her tiştî peyva gerîla sêrî hildide û li hember bêrêziyê têkoşîna mafdar dimeşîne. Yekem car min ev hevoka ku sernivîsa min pêk anî di Azadiya Welat de dît.


 Rûpela ku hefteyê carekî di Azadiya Welat de, ji bo ciwanan tê veqetandin min dîsa dixwend. Min di nivîsa hevalekî de dît û digot: “Divê em tev teybetî jî ciwan ji bo parastina zimanê xwe bibin gerîlayê ziman.”

Çi hevokek li gor min bû xweda. Rastî jî dema min ev hevok dît min gelek eciband ji bo ku divê mirov di her qadê de ji bo mafê xwe têkoşînek gerîlayî bimeşîne. A herî xwe jî divê mirov ji bo zimanê xwe bimeşîne. Ji wê çendê dema min rewşa zimanê xwe yê dayikê ber çavên xwe re di nava mêjiyê xwe de derbas dikir min armanç kir ku ez ji wê dîtina hevokê pêde hertim gerîlatiya zimanê xwe bikim. Şûna peyva aktîvîstê/tekoşerê zimanê kurdî êdî ez dixwazim di hemû qadê de ‘gerîlayê zimanê kurdî’ kar bînim.
Xwînerên Azadiya Welat dizanin bê ka rewşa zimanê kurdî di çi astê de ye, dizanin bê ka çiqeder qedexe û polîtîkayên pişaftinê bi sala ne li serê vî zimanê delal û dewlemend e. Lê mixabin civaka me taybetî jî siyasetmedarên me wekî xwînerên Azadiya Welat nizanin bê ka zimanê me di çi rewşê de ye. Tekoşîna zimanê kurdî di sêrî de bi têkoşîna rojnameya kurdî Azadiya Welat û pêde avakirina Enstîtuyan dîsa di van salên dawî de avakirina rêxistina TZPKurdî pêde êdî ji hêla hişmendî, perwerdeya kurdî de rih kete ser zimanê kurdî. Lê mixabin asta tê xwestin hêj destneketiye. Xwîner û nivîskarên vî zimanî hêj ne ligor civakêne û kêmasiyên ziman hêj pir in. Di vir de dîsa mijar an jî bar dikevê ser hewldana ku em hemû bibin gerîlayê zimanê kurdî. Em tev li ber ziman xwe bisekinin da ku em nehêlin bilewitê. Divê em şev û roj ji bo zimanê xwe bi xebitin, ku heta em zimanê xwe azad bikin û têxin zimanê xwendin û perwerdeyê heta ku civaka me tev ji bo vî zimanî perwerdeyê bînê ligor min ev ziman ne gihiştiye tu astan. A niha ê ku em bibêjin gerîlatiya zimanê xwe dikin di sêrî de tekoşerên TZPKurdî ne û rojnameya Azadiya Welat e. Bila nivîskarên vî zimanê dilê xwe negirin lê a rastî dengê wan jî, ji bo ku bibin gerîlayê ziman dernakeve.
Me got maf tev bi rêxistina hewldana gerîlatî tê standin. Heke em ji bo zimanê xwe jî, armanca ku gerîlatî dike, nekin emê zêde kedê jî, ji bo zimanê xwe nekin. Bila em çi qeder binivîsin û bixwînin heke me ne karî em qedexeya li ser zimanê xwe rakin; wê demê xwendin û nivîsandina mirov jî, ji bo azadiya ziman tu pere nake. Ji bo ku têkoşînek civakî ji bo azadiya zimanê kurdî pêk were divê em tev; taybetî jî pêşêngên siyasetê û rêxistinên civaka kurd bi yek dengî dibin banê TZPKurdî de kom bibin û bibin gerîlayê zimanê kurdî. Her çiqas ev çend salin ji hêla rêxistina azadiya gelê kurd û TZPKurdî ve ji bo li xwedî derketina zimanê kurdî hewldan û perspektîf hatibin dayîn jî, mixabin me ew hişmendiya zimanê kurdî di nava civaka xwe de û di nava siyaseta xwe de nedaye rûniştandin. Heke em hinek rexnewarîjî nêzî vê mijarê dibin ev jî, ji erka gerîlatiya zimane. Ji bo ku me gelek siyasetmedarên me dîtin derdiketin li hember gelê ku tirkî nizane jî li hember wan bi tirkî xeber didan û siyaseta me bi tirkî ji gel re didan fêmkirin. Dîsa me gelek siyasetmedarên me dîtîn digotin emê hînî vî zimanî bibin, emê perwerdê bibînin, lê mixabin me tu lê xwedî derketina vî zimanî nedît.
Em çiqas dirêj bikin em dikarin liser kêmasiyên ku di hêla zimanê kurdî de hatin kirin dirêj bikin. A niha ez bawerim gelek heval tenê xebata zimanê kurdî li ser pişta TZPKurdî dihêlin û dibêjin ew pergala perwerdeya zimanê kurdî ye, bila ew bitêkoşin. Ax û sed car ax ma qey ziman tenê zimanê TZP’ê ye. Dema ku hevalek me mijara ziman vedike wek ku wê mijarê ji bo xwe tenê vekiriye gûhdar dikin û dibêjin bila û encama wê biryarê dimînê wê erdê. Dema ku endamek ê TZP di civînan de an jî di konferansan de radibe diaxive, serê gelek hevalan de derbas dibe dibêjin: ev heval wê li ser ziman biaxivê, wê me rexne bike, wê bibêje hûn kurdî naxivin û hwd. Ê raste em dibêjin divê endamên civaka kurd tev kurdî biaxivin û li zimanê xwe xwedî derkevin.
Wê rojê hevalekî min, ji min re digot: “Dema em li konferansê bûn hevala Xecê (berdevkê TZPkurdî) mafê axaftinê xwest û rabû, dema rabû me dizanî wê behsa çibikê û dema axivî wek me derket û em rexnekirin û behsa zimanê kurdî kir.’ Ê dewere dîn nebe; di vir de ev şîrove derdikevê ku hevalên me hêj hişmendiya zimanê xwe nexistine mejiyê xwe. Ji bo wê çendê wek ku bibêjin em dizanin hevalên TZP’î ye wê çi bibêjin hema ne hewceye biaxivin. Ax û sed car ax; hevalno! Qêrîna TZPkurdî û rêxistina azadiya gelê kurd ewê ku em zimanê xwe wek nan û av ji bo azadiya civaka xwe û mêjiye xwe ferz bibînin û ji bo azadiya vî zimanê tekoşînê gûr bikin. Ziman ne tenê ewe ku di devê me de diaxivê. Ziman ewê ku ê nasnameya mirov diyar dike, ziman ewe ku hebûna mirov mîsoger dike, ziman ew e ku netewa mirov azad dike û ziman ew e ku mejiyê mirov paqij dike. Heke ku mirov zelal û paqij zimanê dayika xwe neaxivê, mêjiyê mirov jî zelal û zindî naxebitê. Pisporên zanistê tev vêya dibêjin; zimanê dayîkê ji bo mirovekî ku bikaribê mêjiyê xwe di hêla fikr û raman de kûr bifikire, divê zimanê xwe baş bizanê. Nexwe çiqas bi zimanê biyanî xeber bidê jî ji hêla raman û fikrên xwede nikarê kûr û zelal bikevê nava hewldanan. Em dikarin bibêjin zimanê dayîkê ji bo me mifteya deriyê mejiyê mirov e.
Heke me bi zimanê dayîka xwe ew derî vekir; ew derî heta dawiyê diçe paş û derî ji bo zanîn û ramanê azad vedibe. Lê heke ku mirov bi zimanek biyanî deriyê mejiyê xwe vekir wî demî ew derî taze navebê û mirov dikarê bibêjê wê girtî jî bimîne. Tenê kulika dêrî re wê mêjî xwe bigihîne zanîn û ramanên azad fikirandinê. Ji bo vê felsefeya zanîna ziman divê civaka me tev bi zimanê dayîka xwe bi fikirê. Civaka me bi zimanê xwe dikarê azadiya xwe destbixê û civakek azad û paqij bête afirandin. Qêrîna Tevgera Azadiya Gelê Kurd û TZPkurdî ji bo vê armanca azadiya zimanê kurdî, di nava xebatên rêxistinî û hişmendiyî dene.
Heke em ji bo van aramanca nebin gerîlayê zimanê xwe emê gelek tiştan winda bikin em lixwe ne hesayî. Ez wek gerîlayekî zimanê kurdî wê rojê bi biryara ji konferansa wejeya kurdî derketî gelek keyfxweşbûm. Biryara ku ji bo qampanya perwerda zimanê kurdî îmze bên kom kirin, biryarek a gerîlayê zimane û divê em tev li wê kampanya yê xwedî derkevin û nêzî deh milyon îmze kom bikin dema ev îmze kom bûn wî demî bizanibin em tev bûne gerîlayê zimanê kurdî. Dîsa gerîlayek zimanê kurdî li Cizîrê serî hilda û biemrê xwe ê dozdeh salî rêheval ‘Arjîn’ li Navenda Çand û Hunera Mem û Zîn’ê mamostetiya zimanê kurdî dike û nêzî heftê û heştê xwendekarên wê hene. Ev e gerîlatiya ziman...








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2333