Celal Talabanî û Dewleta Kurd / Tirkiye û Demokrasiya Tirkiyeyê / PKKê …
Dîrok: ÇáÓÈÊ 30 ÃßÊæÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Celal Talabanî, bi rojnamevanê Ereb û nivîskarê rojnameya Akşamê Husnu Mehallî re hevpeyvînek pêk aniye. Ev hevpeyvîna di 21. 10. 2010-an de çap bû. Celal Talabanî di vê hevpeyvînê de li ser gelek mijaran rawestiye.
Wî, li ser karektera Tirkiyeyê û demokrasiya Tirkiyeyê û Hikumeta Partiya AKê û projeya wan ya di derbarê “pirsa kurd” de, li ser çareseriya pirsa Kurdistanê û neteweya kurd, li ser dewleta kurd, li ser PKKê,  bîrûreyên xwe diyar kiriye.


Celal Talabanî, di hevpeyvîna xwe de rastiyên xwe, lê şaşiyên gelek îlmî û dîrokî û siyasî aniyê ser zimên. Dema ku qise kiriye, ji bona ku mesajên wî bigihîşe desthilatdarên tirkan, tevgeriyaye.
Vê yekê jî Celal Talabanî ji rastiyan dûr xistiye.
                                                          *****
Ev hevpeyvîna Celal Talabanî di nav kurdên Bakurê Kurdistanê de bû sedema niqaşe û gengeşiyên mezin.  Heta dikarim bibêjim, ji bona ku Celal Telabanî serokekî kurdan û berpirsiyarekî Dewleta Federe ya Kurdistanê ye, hevpeyvîna wî di nav cîwan û xebatkarên doza Kurdistanê de rê li ber bêhêvitiyê vekir.
Tê zanîn ku Celal Talabanî, ji bona ku bûye serokkomarê Iraqê nebû kesekî bi navûdeng. Ew beriya wê jî, heta dikarim bibêjim ku 50 sal e ku li Rojhilata Navîn kesekî bi navûdeng e. Ji aliyê kurdan de jî wek serokekî bijarte kurdan tê nas kirin û jê re rêz tê girtin.
Celal Talabanî û îbrahîm Ehmed û hevalên wan di sala 1966-an de dema ku Şoreşa Îlonê dom dikir li hemberî Mele Mistefa Berzanî bûn muxalefet. Wê muxalefetê şexsiyeta wî gelek şikand û ew di muxalefeta xwe de bi ser neket.
Pişt re, di desthilatdariya otonomiyê/hukmî-zatî de dîsa mecbûr bû ku bi Mele Mistefa Berzanî û PDK a Iraqê re yekîtî pêk bîne, bibe berpirsiyarekî hukmî-zatiyê.
Di sala 1975-an de dema ku Otonomiya Kurdistanê encama şerekî dijwar û Peymana Cezayîrê hat rûxandin, Celal Talabanî di HezIrana 1976-an de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNKê) li Suriyeyê ava kir. Di avakirin û pêştebirina YNKê de rol û mîsyonekî mezin anî cîh.
Wê demê ji bona ku Partiya Demokrat a Kurdistan a Iraqê (PDK a Iraqê) xwe li Kurdistanê yek alternatîf didît û demokratîkbûn pêş neketibû û nedixwast ku partiyek din xwe li Kurdistanê rêxe, di navbeyna herûdu rêxistinan de şerên dijwar pêk hatin. Wî şerî bi salan dom kir û bû sedema kuştina bi sedan pêşmergeyan.
Celal Talabanî, di sala 1983-an de gorî baweriya min şaşiyeke hîn mezintir re got erê. Bi Hikumeta merkezî ya baasî re xwest peymanek çê bike. Ew peymana ji bona ku pêk bê, diviya bû ku YNKê xwe xurt nîşan bida. Ew jî bû sedem ku YNKê êrişî derûdora xwe bike.Di wan êrîşan de û bi tabetî jî di êrîşa li ser serokatiya Partiya Komunîst a Iraqê de gelek qedroyên têgihîştî û hêja hatin kuştin.
Piştî şerê 1-emîn ya Qendavê (Korfezê), di avakirina Herêma Azad de rolekî girîng lêhist. Di sala 1992-an de piştî ku PDK a Iraqê stratejiya “otonomî ji bona Kurdistanê û demokrasî ji bona Iraqê” guhert, YNKê jî, ji bona Iraqê dewleta federal pejirand. Di avakirina Meclîsa Kurdistanê û hilbijartina wê de rolekî êrenî anî cîh.
Lê pişt re pêwendiyên YNKê û PDK a Iraqê gelek xerab bûn û di navbeyna herdu partiyan de şerên dijwar pêk hatin. Heta ew şera hate wê merheleyê ku PDK a Iraqê bi hikumeta merkezî re bikeve nav tîfaqekê û encama vê tîfaqê YNKê ji Kurdistanê were derxistin: Celal Talabanî û serokatiya YNKê biçin Îranê.
Ew, encama tîfaq û daxwaza DYA-yê û dewletên cîran dîsa vegeriya Sileymaniyê ye. Li Sileymaniyê hikumeteke herêmî ava kirin.
Ev hikumeta heta piştî avabûna dewleta federal ya Iraqê domand. Celal Talabanî di sala 2003-an de ji bona ku rejîma seddamî û baasî ji aliyê DYAyê û hevalbendên wê de bê rûxandin wek terefek kurd rolekî baş û êrenî lêhîst. Lê ji bona sîstema eyaletî bi berpirsiyarên DYAyê re peymanek çêkir. Ev peymana bû sedema gelek niqaşeyên hişk û tund. Lewra sîstema eyaletê dibû sedem ku Kurdistan û neteweya kurd beş bibe. Di encamê de îradeya partiyan û gelê kurd giraniyek çêkir, sîstema federal ya Iraqê di sala 2005-an de encama referandumê hat pejirandin.
Piştî ku Dewleta Federal ya Iraqê ava bû, ew bû serokkomarê Iraqê. Nuha jî hîn wê berpirsiyariyê pêk tîne. Dûr nîne ku cara duyemîn jî bibe serokkomarê Iraqê.
Celal Talabanî, di salên xwe yên gencitî de wek Mam Celal hatiye bi nav kirin. Ew navê wî, navekî îdeolojîk bû û ji otorîteya wî ya siyasî tê. Ew kesekî hiquqzane û nivîskar e. Ew di jiyana xwe siyasî de gelek çalakvan e û loma jî di jiyana wî de şaşiyên gelek mezin cîh girtine.
Celal Talabanî, bi taybetî di pêwendiyên xwe yên dewletên cîran de xwediyê zeafekê ye. Dema ku ew bi van dewletan re pêwendiyan dimeşîne, di wan pêwendiyên xwe de zor dide tuxuban. Ew jî li ser tevgera kurd bi giştî bandoreke neyênî pêk tîne. Dema ku bi Humeynî re xwediyê pêwendiyan bû, gelek zêde pesna wî dida. Ew helwesta wî di pêwendiya wî ya Tirkiyeyê de jî diqewime.   
Di van rojên dawî de di hevpeyvîna xwe de dîsa şaşiyên mezin qewimandine. Ji bona ku Husnu Mehallî, erebekî Suriyeyê û baasî ye, di heman dem de bi dewleta Suriyeyê re raste rast xwediyê girêdanek taybet e, Celal Talabanî dema bi wî re qise dike, hesabê Suriyeyê û welatên ereban jî dike.


Celal Talabanî di hevpeyvîna xwe çi dibêje, divê nûha em li wan binêrin.
1- Celal Talabanî, di heypeyvîna xwe de li ser pêwendiyên Tirkiyeyê û Iraqê û desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê radiweste. Diyar dike ku bi hewildana wî pêwendiyê Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê, Tirkiyeyê gelek pêşketine. Di heman dem de ew gelek kêfxweş e ku Tirkiyeyê fahm kiriye ku desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê ji PKKê re nabe alîkar.
Ew tespîta Celal Talabanî ne rast e. Lewra Tirkiyeyê hîn di wê baweriyê de ye ku heger desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê ji PKKê re nebe alîkar, PKKê nikare li Başurê Kurdistanê jiyana xwe dom bike. Bes hikumeta Partiya AKê ji bona pirsên xwe çareser bike û li hemberî desthilatdariya leşkeran xwe xurt bike, bi desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê re pêwendiyên xwe bi awayekî milîter ne, bi awayekî siyasî û aborî û dîplomatîk dixwaze bimeşîne.
2- Celal Talabanî, di vê qonaxê de ji bona ku di çareserkirina pirsa PKKê de rêya siyasî derxe pêş û ji tirkan re şaşiya rêya leşkerî nîşan bide, şaşiyeke mezin dike. Dibêje ku “YNKê û PDKê her çiqas li çiyan li cem orduya tirkan li hemberî PKKê şer jî meşandiye, serkeftin nebûye.” Ew nerîna hem şaş e û hem jî di vê merheleyê de diyardaneke gelek xeter e ku di navbeyna kurdên başûrê û bakurê Kurdistanê de pirsgirêkan pêk bîne.
Rastî Celal Talabanî çima careke din behsa vê mijarê kiriye, nayê fahm kirin?
3- Celal Talabanî, demokrasiya Tirkiyeyê baş nas nake, zêde pesna demokrasiya tirk dide.
Demokrasî hem rejîma weletekî ye û hem jî awayê dewletê ye. Li Tirkiyeyê, avabûna demokrasiyê, rejîm û dewleta demokratîk, bi guhertina dewleta unîter, otorîter, faşîzan, kolonyalıst pêk tê. Ew jî bi dewleteke federal pêk tê. Ceribandina Iraqê jî vê yekê nîşan dide.
Loma jî li Tirkiyeyê demokrasî ji bona kurdan tune ye. Bes ji bona hemû kesan ji aliyê mafên kesayetî de firehbûnek heye, kurd jî ji vê yekê îstifade dikin. Li Tirkiyeyê hîç mafekî neteweyî û kollektîf ji bona neteweya kurd nehatiye pejirandin.
Projeya Partiya AKê jî di vê pirsê de pêşîlêvekirineke diyar ya demokratîk neaniye rojevê. Her çiqas di makezagonê de guhertinek di 26 xalan de pêk hat jî, di pîvanên sîstem û rejîmê de guhertineke bingehî ji aliyan kurdan de nehat rojevê. Qenaateke wusa pêk hat ku piştî referandumê ji bona makezagonek nû dê xebatê dest pê bike û di wê makezagonê de jî mafên kollektîf yên neteweyî dê ji bona kurdan bên pejirandin. Hezar mixabin piştî referandumê serokwezîrê Tirkiyeyê gelek aşkere diyar ku li Kurdistanê li dijî perwerdayê  zimanê kurdî ye.
Baş tê zanîn ku bi kurdî perwerdayê jî pirsa Kurdistanê û neteweya kurd çareser nake. Gelo dema ku serokwezîr û dewlet li dijî perwedayê zimanê kurdî be, dê çawa bikare “pirsa kurd” çareser bike û demokrasiyê ava bike?
Celal Talabanî jî dê çawa pêşniyar bike ku li Bakurê Kurdistanê her kurdek piştgiriya hikumetê bike?
Ceribandina Başurê Kurdistanê jî, ev nerîna Celal Talabanî rast dernaxe. Li Başurê Kurdistanê, Otonomiya Seddam hebû, bi kurdî perwedayê dom dikir, radyo û televîzyona kurd jî hebû, lê YNKê û PDKê û partiyên din li hemberî rejîma seddamî şer meşandin.
Ew helwesta Celal Talabanî di heman dem de tê wateya ji Tevgera Bakurê Kurdistanê re mudaxeleyê jî. Divê ku ew mafê Celal Talabanî û tu kesên din jî nebe ku mudaxeleyî Tevgera Bakurê Kurdistanê bikin.
4- Celal Talabanî di wê nerînê de ku Öcalan aşitî dixwaze, yanî Ocalan dixwaze ku PKKê dev ji çek berde. Ew nerîna ji derva de wusa xuya dike. Ew bes ji bona kesayetî û pozîsyona Ocalan dikare konjokturel rast be. Lewra Ocalan xwe dixwaze şexsî xelas bike.
Lê ew nerîneke rasteqîne nîne. Lewra jiyana PKKê girêdayî çek e. Dema ku PKKê dev ji çek berde, PKKê diqede û xelas dibe. Gelo wê dema PKKê çawa dikare dev ji çek berde? PKKê dev ji çek berde, gorî baweriya min wê demê ji holê radibe û bandora xwe wenda dike. Loma jî berjewendiya şexsî ya Ocalan û berjewendiya PKKê li dij hevûdu ne. Ew jî di çekberdanê de bes dibe taktîke siyasî.
5- Celal Talabanî dibêje ku “dema şerê gerîllacitiyê qediya”. Ew rast e. Lê ew ji bona PKKê ne rast e. Lewra PKKê gelek aşkere ye ku ji dervayî demê û globalîzmê, dema demkrasiyê tevdigere û di nav sîstema otorîter û totalîter ya Rojhilata Navîn de ji bona xwe xwediyê ciyekî ye. Loma jî dê bixwaze heta dawî ev pozîsyona xwe bidomîne.
6- Pirsa girîng ya şaş e û ji aliyê Celal Talabanî de tê ser zimên, pirsa dewleta kurd e. Celal Talabanî avabûna dewleta kurd wek “hevneke bê derfet” îfade dike. Ev nerîna wî ya kevn e. Ev nerîna wî ji aliyê siyaset van û rewşenbîrên kurd de gelek caran bi hişkî hatiye rexne kirin. Min jî rexne kiriye.
Ev nerîna, nerîneke gelek xeter e. Ev nerîna di bingeh de li dijî desthilatdariya neteweya kurd e. Desthilatdariya neteweya kurd jî bes bi dewleta kurdî ne, bi dewleteke hevbeş ya federal jı dikare ava bibe û jiyan bibîne.
Lewra neteweya kurd jî, wek miletekî, wek miletê tirk, ereb û faris xwediyê desthilatdarî û serweriyê ye. Miletê kurd jî xwediyê maf e ku çarenivîsiya xwe bi destê xwe bîne cîh. Ew jî bi dewleteke serbixwe, konfederal, federal pêk tê.

Ceribandina Başurê Kurdistanê, dewleta federal qewimand.
Serokdewleta Federe ya Kurdistanê Mesud Berzanî dema ji dewleta kurd qal dike, ew dibêje ku “di vê merheleyê de nabe”. Lê di merheleyê pêş de dewleta kurd dikare ava bibe. Di van rojên dawî de dewleta kurd ya serbixwe ji aliyê siyasetvan û rewşenbîrên kurd de li Başurê Kurdistanê tê rojevê.
Wek Celal Talabanî dibêje, çar aliyê me bi dewletên kolonyalîst ve hatibin pêçandin jî, di sedsala 21-an û dema globalîzmê û civaka zanistî de ji bona dewletên serbixwe riya jiyanê tê dîtin. Teknolojî û berjewendiyên navneteweyî jî bona vê rê didin.
Di sedsala 20-an de gelek miletên di rewşa netewe kurd de bûn, dewletên xwe ava kirin.
7- Celal Talabanî di hevpeyvîna xwe de gelek zêde pesna Tirkiyeyê dide. Ev mafê wî ye. Lê terîfa wî ya Dewleta Tirk ne rast e. Dewleta Tirk wek ew dibêje, ji bona hemû misilmanan welatê dayik nîn e. Di vê mijarê de helwest û nerîna faris û ereban gelek vekirî û neyênî ne.
Dewleta Tirk, ji aliyên gelên rojhilata navîn ve jî, wek miletekî dagirker tê nas kirin, loma jî tê zanîn ku dijitiyeke ereban li hemberî tirkan heye.
Ev yeka ji bona neteweya kurd jî wusa ye. Lewra Dewleta Tirk ji bona kurdan; dewleteke kolonyalîst e. Kurd nas nekiriye. Mafên kurdan xesip kiriye. Serîhildanên neteweyî yên kurdan bir zorê û qetlîmana temirandiye. Dewleta Tirk li Kurdistan jenosîd pêk aniye û îro jî ew jenosîda wan bi awayekî dom dike. Di sedsala 21-an de hîn mafên kurdan nas nake.
Amed, 27. 10. 2010






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2279