Dibe pirtûk
Dîrok: ÇáÎãíÓ 28 ÃßÊæÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



  Isma’îl Umer li gor karîn û derfetan 47 salan ji bo me hemiyan, ji bo doza gelê xwe xebat kir. Di þazde saliya xwe de tev li tevgera kurdî bibû û bê rawestan ta roja dawî ji jiyana xwe xebat kir.
Ji bo ku em tim Isma’îl Umer li bîra xwe bînin û xwedî li nemirên xwe derkevin, me biryar û soz daye ku gotar, helbest, berhem, helwest û daxuyaniyên partiyan, wêne û nameyên sersaxiyê yên ku piþtî mirina wî hatine nivîsandin, her wisa yên ku dê hîn di pêþeroj û di çilrojiya wî de bên nivîsandin û xwendin, bikin pirtûk, pirtûkek bi du zimanan, kurdî û erebî.


Me ta ana hemû gotar, berhem, daxwiyanî, wêne û nameyên sersaxiyê yên di malperan de belav bûne, dane ser hev, û rojane malperan diþopînin û berheman kom dikin.
Îca heçê ku li ser nemir Isma’îl Umer çi nivîskar, çi dost, çi partî, çi bi navê partî û rêxistinan tiþtek nivîsandibe, an dê hîn binivîse, çi li welêt çi jî li derve, her wisa dê hîn di çilrojiya wî de binivîse, mîna gotar û sersaxiyên ku di behiyên nemir de hatin xwendin, bila li ser Maila jêrîn li gel wêneyekî xwe yan logoya partiya xwe, ji me re biþîne.
E-Mail: pirtuk@live.com
Mala we ava, gelek spas ji bo alîkariyê.
Her þad û li pêþ bin.
Qado Þêrîn







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2273