„ Roja helbesta kurdî li derve“bi beþdariyeke germ, pêk hat.
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 26 ÃßÊæÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



Di 16/10/2010an de, „Roja helbesta kurdî li derve“ li bajarê Bottropa Elmanyayê lidarket.
Helbestvanên beþdar ev bûn:
1-Abbas Abbas
2- Dilyar Dêrikî
3- Jan Dost
4- Husên M. Hebeþ
5- Keça Kurd
6- Kawa Þêxê
7- Mizgîn Hesko


8- Merwan Osman
9- Merwan Elî
10- Abdulqadir Mûsa
11- Alwan Þivan
12- Nezîr Melle
13- Nezîr Palo
14- Tengezarê Marînî

Helbestvanên mêvan yên ji her sê perçeyên Kurdistanê yên din ev bûn:
1- Newaf Mîro (Bakur)
2- Evdulhemîd Bamernî (Baþûr)
3- Hesen Îrandost (Rojhilat).


Herweha, nivîskar, lêkolîner û rexnegirê Heyder Omer ji hêla komîta birêvebir ve hat xelatkirin.

Þanogerê kurd Kerîmo jî bi xwînsivikayiya xwe, derket ser dikê û bi þîroveyên xwe yên qerfî beþdar kêfxweþ kirin.
Hunermend Zubêr Salih bi stiranên xwe yên ku gotinên wan ji helbestên Melayê Cizîrî hatibûn girtin, dawî li „Roja helbesta kurdî li derve“anî.

Pêþkêþvanî û birêvebirina rojê: ji hêla Narîn þêxê û Helîm Yûsiv ve, hatin kirin.
Komîta amadekar ya „Roja helbesta kurdî li derve“ ya îsal 2010 ji Keça Kurd, Elî Cafer û Helîm Yûsiv pêk hatibû. Gotina Komîta amadekar Elî Cafer xwend:

Gotina komîta amadekar ya „Roja helbesta kurdî li derve“ li jêre:


Gotina komîta amadekar

Xûþk û birayên hêja! Mêvanên helbesta kurdî!
Nivîskar, helbestavan, hunermend û rewþebîrên rêzdar!
Medya ya kurdî bi hemî cureyên xwe! Dema we hemiyan xweþ.
Em, wek komîta amadekar ya „ Roja helbesta kurdî „ bi kêfxweþî pêþwaziya we hemiyan dikin, û dibêjin, hûn bi xêr hatin, ser seran û herdu çavên me.
Hêjayan!
Îsal jî, wek erkekî rewþenbîrane me dît ku va çalakiya salane, ya ku dîroka wê vedigere sala 1993 an, dema ku helbestvanên Rojavayê welatê me, destnîþankirin ku roja koçkirina helbestvanê navdar Cegerxwîn 22. 10 an, bibe roja vejîna helbesta kurdî li vî beþî.
Helbetê gelek caran ji me tê pirsîn; gelo çima roja helbesta kurdî li beþê Rojava tenê? Ne li seranserî Kurdistanê? Bersiva me weha ye: Wek hûn dizanin di destpêka salên 90 î, ji çerxa borî, û ji ber sînorên hatine dayîn di navbera herçar beþen welatê me, û nebûna derfetên danûstandinê, ku em karibin pêþniyaza xwe bighînin hevpêþeyên xwe li beþê din, nemaze helbestvanan, loma me nav lêkir ( li Rojava ), lê îro bo me wê gelek cihê kêfxweþiyê be, ku helbestvanên beþên welatê me yên dî jî va rojê, wek roja helbesta kurdî li seranserî Kurdistanê bipijirîn. Wekî çawa ku 22 Nîsanê roja rojnamegeriya kurdî li hundir û derê welêt, ev roj jî wisa bê. 
Her dîsa di wê demê de, hêviyek hate pêþ ku li duwarojê helbestvan û ronakbîrên me yê li dervayî welêt, ew jî karibin li welatên miþextiyê vê rojê vejînin. Xweþbextane ku ev bû çara pêncemîne, nivîskar û helbestvanên me li Elmanya vê rojê didûmînin û bejna helbesta kurdî bilind dikin.
Beþadrên hêja!
Dema ku em vê rojê bi bîr tînin, mebest jê ew e, ku helbestvanên me bi kêmanî salê carekê hevdu bibînin, afrandinên xwe yên nû ji hev re bixwînin, û danûstandinek di navbera nifþê nû û yê berî wan de peyda bibe. Herweha armancek me ya din jî heye, ew jî ew e; ku bi baweriya me, dema em vê rojê vedijînin em helbestvanên xwe yên giran biha mîna: Ehmedê Xanî û Nalî, Melayê Cizîrî û Hejar, Cegerxwîn û Dildar, Osman Sebrî û Ebdula Goran, Tîrêj û Qadir Koyî, Feqê Teyran û Herîrî, Qedrîcan û Pîremêr û bi dehan navên din yên hêja. Em dixwazin dilên van giþan di gorê de þa bikin. Û ji wan re bêjin: Vaye nifþên pê we, riya we girtiye berdewam dikin.
      Li dawiyê em spasiya hemî kesayetiyên piþikdarbûne di amadekirina lidarxistina va roja pîroz; nemaze „ Komela Hevaltî li Bottropê „ ku bi riya wan me ev cih girtiye. Hunermend Zubêr Salih ku bi alav û dengê xwe hazir bûye. Dîsa spasiya kesayetiyên alîkariya diravî pêþkêþî komîta amadekar kirine, herweha spasiya alavên ragihandina kurdî yên îro þahiya me bi me re parve dikin.
Her bilind be peyva kurdî

Komîta amadekar ya Roja helbesta kurdî li derve

 













 











 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2271