PÊWîSTîYA LÊVEGERA KURDÎ
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 06 ÏíÓãÈÑ 2006
Mijar: gotar


GÊLO ÎSA  

    Welatê sûrî diva qonaxa dijwarde, di nava tevleheviyakê de dijî, û hêvîya gel jî ku gel derbasî qonaxeke nû bibe, jibo jîyanek azad û birûmet bi serbilindî jîyan bibe di nava welatê xwe de, ji ber vê yekê di van salên dawîyêde tevgerek di nava hemû netew û kêmnetewên sûrî de dest pê dike


jibo ku vebûnek di nava þepêl û partîyên sîyasî yên  nîþtimanî de ava bibe, ta karibin lêvegereke nîþtimanî ji opozisîyonan ava bikin, ragihandin û nêrîn ê cûda hatin berbiçav, lê nikaribûn di bin navnîþaneke hevbeþ de  xebat bikirana, ta niha dibin gelek navande xebat têkirin, ji ber vê yekê ji gelê kurd û tevgera kurdî hinik pêwîstî girîng in, çimkî partîyên dijber yên erebî ne partîne bihêzin,  lê mirov dikarê bêjê ew mirovne bihêzin, lê dinava wande Partîya birayê misliman ew partîyek bihêzbû lê roja îro hêza wana ne wek berêye, ji ber vê yekê mirov dikarê bêje ew mirovne bihêzin, lê di nava kurdande partîyên bihêz hene, lê   mirovên bi hêz tinene, gava mirovên bi hêz di nava tevgera netewa kurd e hebûna wê va ne rewþa têkilîyên di nava kurd û erebandaba, gava guftû go dinava partîyên kurd û ew kesayetîyên ereb de çêdibe ew mirovên ereb xwe wek partîyek kurdî û carnejî xwe jê mestir dibînin, ew xwe dibînin xwedîyê netewa sereke, ji ber vê yekê xwe mezin dibînin, û bîr û bawerîya xwe bi doza gelê kurd naynin wek gelê li ser axa xwe, carne bi devkî dibêjin lê di rêbaza xwede nanivisînin,    ev kesayetîyê ereb dixwezin kurdan têxin bin bandora xwe  û bazirganiyê bi kêþya kurdî bikin, ev ji çi tê gelo, ji tinebûna sîwanek yan nêrîna hevbeþ di nava tevgera netewa kurdîde tê, lê hêvîya gel ji tevgera netewa kurd heye ku tevgera me xwe bide ser hev ta karibe lêvegerek netewa kurdî di çarçewî sûrî de avabike jibo bercewendîyên gelê xwe biparêze, lê mirov dêþe ku gava mirov li ser malperên entirnêtî dixûne çawa di daxûyanî û gotaran de êrîþî hev dikin, ji dêvla bihevdûra rûnin  û guftû go bikin li ser bûyerên li hirêmê, ta karibin nirxandinek hevbeþ bidin li ser rewþa gelê xwe, hêvîya gel ewe ku tevgera me  li xwe vegere û ji xwe bipirse girîngîya hebûna wan jibo çîye gelo,  ma ne jibo parêstina bercewendîyên gelê kurd e wek gelê li ser axa xwe, di vê gel li dij va pêlanan derkeve çi pêlanên ji hindir tevgera kurdî çi ji dervayî tevgerê, lê dawîya dawî divê lêvegera kurdî avabibe ta çiqas dijwerî û pêlan mezin be, pirsa bav û kalan eve : ez bêjim ez tu bêjî ez, wê gur têkeve nava pez

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=227