Gotin û dîtin nabin wek hev (1-3)
Dîrok: ÇáÓÈÊ 23 ÃßÊæÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



Bihrî Bênij

Naz û bedew bayê þemal
Sihra   xuristê   da cemal
Min qet nedî þibh û misal
Miks afirand destê kemal
               ***
Mîna bihiþtek ser zemîn
Nînin li ber koz û kemîn
Herçî   bidê peþkek evîn
Derbas e    bê pirs û sual


Miks dilbera bi awira yekmîn bûm dildarê wê hîna em ji serê çiyayê Kirapêtê dihatin berjêr evîna wê ez girtim.
Pêlek   evîna    Serhedê
Tirsim mi bigrê bernedê
Jarê dilê min berxwedê
Teqez nema   jê bê felat
***
Bihrî  ne dîba   ew xurist
Dê hew vehîba peyv û rist
Lê ew   lehîba gur  dirist
Berdaye  canê  min welat

Lê ezê çawa bihêlin ev dilbera ku ji evîna min bê xeber e bi hestê min bihisê, heger ez xwediyê baxê gulan bim û ez nikaribim gulekê diyarî bikim jêre çiye sûda baxê gulan, heger qiralgehek di dilê min de hebê ew dilber ser textê wê ne daniþê xopan e ew qiralgeh, heger min negot ey dilberê ez ji te hesdikiiiiiiim û va ye nîþana heskirina min heskirina min bi demê re wê biçilmisê.

Di himbêza çiya  de
Di nav gul û giya de
Li bin   siya   biya de
Dikê xew  þarê Mikes

Belê Miksê bû helbest, bû awaz û bû stiran hîna haya wê ji bayê felekê jî tune ye.
Miksê benê devê kunekî pir ji bihrîya welat yan bi gelêrî ku tê gotin memleket vekir û peþkê ava wê ji hêrsê bûn xunav û þevnem ser pelê gul û kulîlkên zozanan nijînin û bû kevalek kêþayî  bi xameya evîna memleketê min Wanê û her deverek girêdayê Wanê, bi rengê hingivê Þaxê û penîrê Havasorê, gwîzê Warezûzê û papûlk û rêwasê , guhîj û gêlasê, rengê çemên li gelîyên zozanan diherikin ,ezman û ewr û birûskên tavan .
 
Bi çîmen e            pir dîmen e
Gulsemene           lal lê hene… gulþen e Mîksê
Spîndar e              bilind war e
Xweþ êvar e         ser zinar e… gulþen e Mîksê
Bi zozan e            bi rêzan e
Bi hozan e            bi dozen e… gulþen e Miksê

Miksê baloneke gewre pembe dagirtî perwan û bilbil bi serê xiþta xwe teqand û ew perwan û mel azadkirin li ezmanê xwe û jêre bû fîxan û xulxul , perwan belavbûn ser kulîlkan.
Miksê nîviþkê serê sibê ku tê der piþtî  bêrîvan mastê xwe bi meþkê di ber dîlokan re dikeyînin guvaþt û guvaþt kir guviþk , rastkir ser nanê tenûra dilê gur bi ardiwê evîna memleketê min.
Miksê ew bûka tu kiras li bejnê nayên ji bilî kirasê xwezayî yê hûnayî bi çem û darên sipîndaran kirasê kesk ji xwedikê yê sipî didê ber xwe wisa
Miksê hersal bûk e gih kilîla sipî lê ye gih ya kesk.
Miksê kewk e bênfereh e di rekiheke banê wê ezman e , tarê wê çiya ne ava wê serkan e, deryê do sê ne lê teng û asê ne ew jî  yek riya Wan e yek ya Hîzan e….
Miksê dilruv e pir ciwan e gencîna Feqiyê Teyran e bayê evîna wê tozê ji ser didê alî , Feqîh û teyrikên wî derdixê holê, Feqîh helbestên xwe li holên modern dixwînê,  teyrik  ji nû hêlînan dihûnin ser çiqilên dara zimanê Kurdî qîj qîja wan e.    

 Miks ya îro bi navê Bahçesarayê tê naskirin li parêzgeha Wanê ew peyva jorîn lê tê pejirandin, çimkî divê tu Miksê bibînî ta ku tu karibî pesnê wê bidî , divê tu di nav xelkê wê de bijî da tu zanibî çendî dilpak in herweha divê tu dîroka wê bixwînî da tu behwerbikî bê çi çavkaniyek e tor û wêjeya Kurdî ya resen e , xurista wê ya zengîn bi avzêm û kanî, çiya , gelî, berf û baran, darên meywe û sipîndarên dihingivin asiman darên gwîzan û gêlasan, guhîj û kiwarên hingivîn yên wek kulîlkên þîn ser xalîçeke kesk belavdibin li her deverê Miksê ….

Kiwarên mêþên hingivîn

 Xuþxuþa çemê Miksê yê ku tê der ji serkana ku çend kilometran xemilandî bi darên sipîndaran yên bilind derveyî þarê Miksê ye bi ava xwe ya qerisî ji belekberfên serê çiya ku weke tîrê rewan e, gih rengê ava wî þîn e zelal e, gih sipî mîna þîr e. Feqiyê Teyran berî nêzîka 400 salî weha gotî ye:
 (Ey av û av ey av û av
Ma tu bi iþq û muhbetî
Mewc û pêlan tavê belav
Bê sekne û bê rahetî

Tu ji emrê kê her tê bi bez
Sewda serî þubhetê ez
Ji kê re dikî çûna bi lez
Vê serqutan û xulmetê

Gehgeh  sipî  þubhetê þîr
Qet mislê te   naçin tu tîr
Reng e ku te  yar tête bîr
Meyla hebîb ji çûna te tê).
Helbet çemê Miksê ev wêneyê Feqiyê Teyran tê de eþkere ne

Çemê Miksê

Çemê Miksê


Serkana çemê Miksê


Serkana çemê Miksê


Warezûz 


Miksa ku Warezûz gundek e ser milê wê hêmin ketiye xew bi gora þaiirê kilasîka Kurdî Feqiyê Teyran ve aram e di ber mizgefteke nûjen de, bûye qiblegeha nivîskar û lêkoleran , bi þahnazî dibin mihvan li cem Feqiyê Teyran yê ku bû ye simbola têkilbûna mirov û xuristê bi av û balind gul û giya perwan û kulîlk û helbestên þaheser afirandine mîna Ey av û av..Ey dilberê Ey dilberê…
Miks navçeyek e Wanê ye 120 km dûrî bajarê Wanê ye .  
mirov ji ser riya Gurpinar (Havasor) û Hekarî berê xwe didê baþûrrojava di nav gelî û zozanan re  dibê hevsînorê navçeya Çatakê( Þaxê) ya ne kêmî wê ye bi bedewîya xwezayî kû tê de kaniyasipî wek sûlavek bi dirêjahiya 40 metrî ji çiya diherikê, bi masî û hingiv, gwîzên xwe ve, bi berhemên þîrê bêrîvanên zozanan ve bi nav û deng e  ji aliyekî dî ve hevsînorê Gavaþa 38 km dûrî Wanê hemberî girava Extemarê , Hîzanê ya girêdayî parêzgeha Bidlîsê ku di  kevirê Qul re rê ji baþûr ve tê wî bajarî herweha hevsînorê qeza Perwarî ya girêdayî parêzgeha Sêrtê ye.

Wan


Riya Gurpinar û Hekarî


Riya Gurpinar û Hekarî

Akdamar (Extemar)


Ser riya Hîzanê


Muhsin Qizilkaya

Ahmed Qazî

Hesen Silêvanî

Kevirê Qul Bidlîs


Bergehê Miksê

 Gavaþ


Mardîn Westegehek ser riya Miksê,  nivîskar Konê Reþ



 berdewam dike .....







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2262