Kurê Min, Sîpan!
Dîrok: ÇáÎãíÓ 21 ÃßÊæÈÑ 2010
Mijar: Nûçe




Konê Reþ

Kurê min!
Þevên westyayî
Di nav mijgolên çavê min de
Radizên..
Xewn û xeyal
Li ber dergehên feqîr û hejaran
Radiwestin..
Em tev rastiyê nas dikin
Lê rastî kor kirine,
Nema kesî nas dike..
*          *          *


Sîpanê min!
Tu gunehkarî,
Ji ber ku te nizanîbû xwe
Xûzkiriba..?!
Bavê te gunehkare,
Ji ber ku dergehên mala wî
Bilindin..?!
Berê min ji xwe dipirsî;
Çima gul,
Hilm û bîna xwe li ber ba berdidî?!
Û ba, nihênî û veþartokan belav dike
Ta ku min naskir;
Nihênî û veþartokên þêrîn û bêdeng
Xêr in û vajî wan þer in.
*          *          *
Kurê min! Sebir û saman
Bi dûv hev de
Li ber dergehê bavê te
Disiksikin..
Selefê siwarên Beriya Mêrdînê
Li aso mêze dikin
Û di ponijin..
Hin ji kêfa bêdeng in
Hin ji neçarî bêdeng û pêjin in..
Ji ber ku dar û ço ji bilindahiya serê wan
Bilindtire.
*          *          *
Kurê min! Vexwe
Ava deryayê xelas nabe
Bela sibe bimiçiqe..
Sikak û kolan di taxan de
Biwestin..
Þev ji ber þevbuhêrkan
Di nav destan de
Nebedî bibin..
Hezkirna min bo te xelas nabe
Dûrbûn û penaberiya te
Hezkirnê gur dikin..
Tû zanî çima?
Ji ber ku hez xwe dikim.
*          *          *
Kurê min!
Min nizanîbû çima,
Dema ez pêl lata hiþk dikim
Dibe qîrîn û hawara wê..
Dema diziya darên gwîza dikim
Min naqewirîn e!
Erê.. Min kul, xem û hisret
Ji dayika xwe wergirtine..
Û ji te re wek wefadarî
pêþkêþ dikim..
Bela dîwarên vê þevê ji dor min
Belawela bibin..
Qeyd, bend û lel bi dûr kevin..
Min, pencereyên þevê
Neþkenandine..
Sira ronahiyê nedizî ye..
Lê sed mixabin
Çendî li þadiyê geriyam,
Min xwe winda kir..!
*          *          *
Sîpanê min!
Na.. Na narawestim..
Her ezê li ronahiyê bigerim..
Ezê tabî û çeperan
Ji find, mûm û çirayan re
Bikolim..
Kevirên heste û darikên çixatan
Ji Beriya Mêrdînê bidizim..
Ronahî ez im û ez deng im.
Çîrok bi min destpêdike û
Bi min bi dawî dibe.
Bela dergeh vekirî bin kurê min,
Her wê rojekê ronahî
Derbasî mala me bibe.
Erê ronahî..

Qamiþlo, Þeva 20.10.2010







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2257