Basê basa
Dîrok: ÇáÎãíÓ 07 ÃßÊæÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



  Dilovan çeto

Nayê veşartin ku çawa tor û wêje bandoreke pir mezin li dîroka gelande di leyize, û bi teybetî wêjeya ku ji zarokanre tê nivîsandin û xebata divî warîde ku tê kirin jibo di paşerojêde mirovin jîr û zana û kesne positîv derkevin di nava gelê xwede. Lê belê bêtir rewşenbîr û herkesê ku di wêjeya zarokande di xebitin, guhdaneke pir mezin didine asoyên zaroka, û her û her çîrokên ku wan difirînin asîmanan û wan bi teyr û lawiranre jiyan dikin.


Jiber vê yekê min ev çîrok ji zarokanre amade kir û ez hêvîdarim ku her bav û dêyek çîrokan ji zarokên xwere bibêjin berî ku razin.
Mirovek hebû jêre digotin basê basa, mirovekî feqîr bû jixwere diçû nêçîrê.Rojekê derkete nêçîrê mîna herroj,carekê çavêwî li du maran ket pevdiçûn, jixwere liwan nerî bê çawa lihevdû dixistin ta jihev di westiyan, heryek jiwan diçû bi alîkîde.Roja dî gihişte wî cihê berê dît vaye herdû mar dîse lihevdû dixin.Liwan nerî ta jihev têrbûn û tevde bûne bixwîn,basê basa pişta xwe da wan û meşî, dengek hate guhê wî û got: basê basa ji kerema xwere virde were!! dema wisa hiskir lixwe zîvirî û nerî vaye yek jiwan mara bandikiyê!!.Matmayî ma û got: tu bi zimanê me zanê!?.Mar got belê,de virde were çend gotin hene ezê jitere bêjim .
Basê basa hinekî xwe nêzîk kir, mar got tu bixwe matmayî maye jiber ev dirojan tu me dibînê em lihevdû dixin, dibe ku tu sibe jî werê tu me bibinê em lihevdû dixin, lê ezê du gotinan jitere bêjim eger tu bixwazê limin guhdarî bikê.Basê basa got fermo, mar got: sibe vî çaxî were vir û lime binêre, emê lihevdû bixin, marê dî bixwe ciwane û ez navserî xwe bûme û hêza min nemaye û ez ditirsim ew min bikuje, lê eger kesek jime nemir û em ji hev westiyan, ku tu karibê wî bikujê ezê xelatekê pir hêja bidim te ku xelatê wilo tu kesî nedîtine, lê tu şaş nebê û tu min nekujî, ew bixwe xeteke şîn dibin qirika wîdeye û yê min xeteke sore.Di peyre ezê jitere bêjim bê çima em wisa lihevdû dixin.
Mar çû bi riya xwede û basê basa jî çû nêçîra xwe, jixwere kîvroşkek girt û anî mal, xanima wî jiwanre çêkir û ewî û zarokê xwe xwarin.
Êvarî jixwere raman dibû bi herdû maran ta di xewre çû.
Serê sibehê di wî çaxîde çû cihê ku mar lê pevdiçûn, nerî vaye herdû mar lihev dixin, rûnişt û liwan ma çav dêr.Herdû maran hevdû ji xwînê sor kirin ta ji hev westiyan û heryek jiwan birexekî de ket.Basê basa rabû û biserê rima xwe serê yekî jiwan rakir, dît vaye xeteke sore, got ev hevalê mine, rahişte kevirekî û liserê marê dî xist, ew kuşt û libin qirka wî meyzand vaye xeteke şîne,bihnek berda û çû liser latekê dûrî wan rûnişt.
Marê xeta sor piştî hinekî rehet bû û bihna wî hate ber, meyzand vaye marê dî kuştiye.Bankire basê basa û got: min soz bitere daye eger tu min jivî marî xelskê, ezê xelatekê bidim te, û vaye te mar kuşt,deka bivirde were jibo ez xelata te bidime te!. Basê basa hinekî xwe nêzîk kir, mar got were hemberî min bisekine û devê xwe veke ezê xelata te bidime te.Basê basa got: heçî win marin ne bexte nejî ware, ez ditirsim tu biminvedê.Mar got: ne tirse min soz bitere daye, Basê basa xwe nêzîk kir, marjî hate ber û xwe hemberî wî rakir û got: devê xwe veke lê ne tirse, devê xwe vekir, mar serê xwe nêzîkî devê wî kir û tif kire devê wî û got: daqurtêne!!.Basê basa dilê xwe xeland û xwest ji devê xwe bavêjê lê mar bilez got: min jitere got daqurtêne.Piştî daqurtand mar xwe vezîland û got: niha ezê jitere bêjim bê çima min û vî marî lihevdû dixist.Ewî bixwe çavê xwe berdabû bûka min û lidora wê diçû û di hat.ez bixwe jivî tiştî ne razîbûm û min qebûl nekir ew lidora namûsa me herê û werê û jiber vê yekê ev şerê giran dinavbera mede qewimî, û niha here bi oxira xwede lê ezê tiştekî giring jitere bêjim û divê tu jibîr nekî, ev xelata min daye te divê kesek pê nizanibê, û eger tu ji kesnare bêjî tê wê rojê bimrî.Mar kete qulekê dibin latekê jiwan latan.
Basê basa ji xwere got ev çi xelate gelo??!!. Tiştek jiminre negot.
Roj dikê herê ava û nema karê vegerê mal, tu nêçîr nekir, berê xwe da çiyê rastî şivanekî hat liber pezê xweye û zerikek şîr liber wiye û tûrikê wî tijî nane û dixwê, lê kezeba wî ji nêza têşê.Silav kire şivan, şivan silava wî vegerand û got: fermoke biminre bixwe lê ez li kesekî digerim biminre bixwê.Herdiwa bihevre xwarin û bihevre ketine gift û goyande.Ji nişkave zûre zûra gurekî ji dûrve hat,du kûçik bi şivanre hebûn,yek mezin bû û yek cewrik bû,dema gur kire zûre zûr, kûçikê mezinjî kire ewte ewt û di peyre cewrikjî kire ewte ewt.Lê Basê basa jixwe bawer nekir dema ji zûr zûra gur û ewte ewta herdû kûçika fêm kir, lê gur dema zûrî gote kûçikê mezin vaye ezê werim jiminre berxekî veqetêne û ezê wê bikujim, paşê ez û te emê lixwe par vekin.Kûçikê mezin lê vegerand û got: were ezê berxekî jitere veqetînim.Lê cewrik lê vegerand û got: eger tu nêzîk bibê ezê herdû çavê te derxim.
Di peyre mihekê kire bare bar û bankire berxika xwe û got: were pişta xwe bide pişta min lê niha wê berf bibarê û eger ev şivan me livir bi hêlê emê ji serma bi qufilin!!.
Basê basa gote şivan tu şikeft nêzîkî te hene yan na?.Şivan got belê, çima tu di pirsî.Jêre got rabe pezê xwe rake emê herin wê şikeftê lê sermayê xwe berda nava me û ez ditirsim baran yanjî berf bibarê,wê pezê te bi qufilê. Şivan pezê xwe rakir û berê xwe dane şikeftê lê demeke baş divê ta bigihêjin şikeftê, birêde Basê basa gote şivan kûçikê teyî mezin xayîne bitere ku tu karibî devjê berde, lê cewrik hevalekî pir hêjaye.
Şivan berda kûçikê mezin û birê ketin.Birêve berf xurt barî û ji serma kavirek hebû zi,îf û gurî bû kete erdê û nema qerem dane berxwe, şivan meşî û lê ne vegera,Basê basa got: ew kavira te ma, lê şivan got devjê berde ew bixwe guriye û nema bikêrî tiştekî tê,bere bimrê çêtire.
Dema xwestin bimeşin dengê wê kavirê hate guhê Basê basa (eger Basê basa zanîba ku ezê sed berxî bênim û di peyre jî ez xwe nadime bi her sedî,ewî dev ji min bernedida)??!!.
Dema ev gotin bihîst lê vegera û rahişte wê kavirê her çar lingê wê di stiwê xwere anîn û meşî, şivan got bawer bike ew lê ne hêjaye tu xwe rawestînê jibo wê.Lê Basê basa meşî û deynekir.
Gihane şikeftê û berfê zorkir ta liwan bû sibeh.Berf sekinî û rojê tîrêja xwe belav kir,Basê basa got ezê rabim herim demate bimînê xweş.Şivan got ev qenciya te bimin kir ez tucarî jibîr nakim, lê ez dixwazim tu sê çar berxê baş jixwere hilbijêrê û jixwere bibî.Basê basa got gelek sipas ez tu berxa jite naxwazim ji bilî vê kavira gurî pêve!.Lê şivan jê xwest çendekî qelew û baş bibî lê Basê basa ji bilî wê pêve nexwest.Dîsa herçar lingê wê di stiwê xwere anîn û bêrê xwe da mal.
Sala wan qeda kavir avis bû û dema wê qeda, kavir za ciwî anî, sala dî za careke dî cêwî anî, û herweha salê di peyre jî.Di peyre çi kavira avis dibû cêwî tanî, bivî rengî sal derbasbûn ta jimara pezê Basê basa bû sed.Rojekê Basê basa pezê xwe derxistibû çêriyê û xanima wî hate bêriyê û destpêkir ew doştin,dema dora ew kavira gurîbûyî hat û Basê basa ew girt jibo wê bidoşin û piştî xanimê wê doşt ewê kavirê xwe Hilda û got: min ne got ji Basê basare ezê sed berxî werênim û ez xwe nadime bi tevan!!.
Dema Basê basa ev gotin hiskir kenî,lê xanimawî got: tu biçi dikenê?.
Basê basa got:ez bi tiştekî nakenim.Lê xanimê kenê wî kire dilê xwede. Êvarî piştî vegerane mal xanimê got eger tu jiminre nebêjî çima tu kenî ezê devjite berdim!!.
Basê basa kete rewşeke nexweşde û nema zanê çibikê,hercarekî jibersiva pirsa xanima xwe bazdidê lê xanim bixwe jipey pirsa xwe danakevê.Rojekê Basê basa li pêşiya xanî genim dida mirîşkan, carekê dîkek pey mirîşkekê ket, lê mirîşk firî ser dîwarê hewşê,dîk lipey firî, mirîşk firî û çû ser banê xanî, dîk lipey çû, lê mirîşk xwe avête erdê,carekedî dîk xwe lipey avêt, mirîşkê carekedî xwe firande ser dîwar, lê dîk vegera nav mirîşkan û got: ma qey ez weke Basê basame ku ez bidime peyte!!.
Basê basa diber xwede got wey ez mîna vî dîkîjî nayêm,darek anî û bankire xanima xwe,dema xanim hate balê jêre got tu dixwazê sedema kenê min zanibê,xanimê serê xwe hejand,lê Basê basa darek di kulîmeka wêre anî, tu dixwazê zanibê çima wê rojê ez kenîm û darekî dî li nav milê wê xist.Xanimê qîrek da û got: ez naxwazim bizanim sedema kenê te, û ji îro pêve eger te dît min daxwaza tiştekî wisa kir wê çaxê tu serbestî tu çi jimin bikî.
Basê basa darê xwe danî û rûnişt û çixareke xwe pêça, dûmana çixara wî biser serê wî ket û ramanê wî çûne dûûûûr.
---------








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2244