Şeeban Ebdrehîm li kurdistanê ye.Û êêêêê
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 14 ÓÈÊãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



  Ehmed bavê Alan

Em tev matmayî man bi rastî dema me hunermendê ereb yê bi nav û deng Şeeban Ebdrehîm li ser ekranê Vîn tv me dît. Dîtina hunermendekî ereb yan jî biyanî li ser ekranê Vîn tv me matmayî nahêle, ji ber ku Vîn tv di rojê de bihtirîn ji 20 t sitiranan derdixe.Lê ya ku em hunermend Şeeban Ebdrehîm li ser tîvîke kurdî bibînin bi şal û şap,û li ser kurdistanê sitirana xwe çêkiriya,û ala kurdî li pişt wîya, ev tiştekî ne normale.
Erê sitirana Şeeban Ebdrehîm çêbûya ji bo kompaniya Deşt buhişt ya ku xwediyê wê jî hunermendekî bihtirîn bi nav û denge li nav kurdan ew jî Ibrahîm tatlîsês e.



Mebesta me ji vê gotarê ne tenê sitirana Şeeban bû, lê ew kesê ku kar dikin li ser van babetan, ku çawe  dikarin kesên bi nav û deng bênin kurdistanê û wan bixin di bin xidmeta karê xwe de, çi karê rîklam be û yan jî ahing bin. Mîna hatina henermenda ereb ya herî bi nav û deng li seranserê cîhanê feyrûz li kurdistanê ,ahinga wê cih di mîdiya cîhanî de girt, û hat naskirin ku Feyrûz li kurdistanê ye, ev tişt dilê me geş dike ji ber diyar dibe  ku ew kesê li dûv wan karan zanin çeng ji kur tê xwarin.
Û hatina henermend Ibrahîm Tatlîsês tev navê xwe û perê xwe li kurdistanê ew jî tiştekî ne normale.
Vêja em vegerin li cem Şeeban Ebdrehîm û sitirana wî ya li ser kompaniya Deşt buhişt, titşa ku bala min kişand vê sitiranê ewe ku Şeeban Ebdrehîm gotinê wê nivîsîne, û kariya çawe sitirana xwe çêkê û diyarî kurdan bike.
Erê em dizanin ku Şeeban Ebdrehîm gelek pere sitandine li ser vê sitirana xwe lê ti xem tine,ji ber ku sitirana wî hêjaye,çimkî wek me gotî sitiran wî nivîsiya, ne helbesvanekî kurd nivîsiya û wî gotiya.
Hostayî ye Şeeban Ebdrehîm têde bilinde, bala xwe bidinê bê çawe ew xweşiya kurdistanê di de nasîn û di bêje ev xweşî tev di bin siha Barzanî de ye tevlî ku ez bawerim ku Şeeban Ebdrehîm taze kurdan nasnakê jî lê zilam ji heq hat der.
Û yê ku Şeeban Ebdrehîm nasnakê, em di Karin biçekî wî bidin nasîn.
Şeeban Ebdrehîm hunermendekî erebe ji Misirê ye,berî çend salan kesî ew nasnedikir,çimkî ew kesekî belengaz bû, û karê kewîkirna cil û bergan dikir, û ew karê wî jî pir zehmet û dijwar bû,lê Şeeban di gelek dawetên hevalê xwe  de sitiran digotin,û sitiranê wî jî ta vê demê di yek ritma mûzîkê de derbas dibin, tenê gotinê sitiranan tên guhartin.
Û Şeeban hat naskirin bi sitirana xwe ya bi navê Ez ji Israîl hesnakim, vê sitiranê derî jêre vekirin, û ew bû yekem hunermend ku hukûmeta Israîl di civata xwe de li ser sekinî, û kongirisê Emrîkî jî li ser Şeeban û sitrana wî Axivî,û vê tiştê hişt ku Kenala Emirîkî CNN hevpeyvînekê pêre bike.
Û di dawî de mejî ew anî kurdistanê û me şal û şap jî lê kirin.
Sipas ji wan kesên ku Şeebole anîn kurdistanê,û sipas ji bo Şeebole û sitirana wî tevî wek min got ji bo rîklamekî bû lê hêjabû.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2232