pêwiste me zaraveyekî wêjeyî yekgirtî hebe û divê biryar di destê zimanzana de be
Dîrok: ÇáÃÍÏ 05 ÓÈÊãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

W: Mamoset ji salên heftiyan were cenabê we di nava cîhana nivîskartiyê de ye. Li ser deşta vê cîhanê we; cotkir, tov reşand, berhem wergirt û hêjî ev lebat, kar û bizava we berdewame. Gelo, ji encama van salan, hûn dikarin (bi kurtî be jî) behsa rewşa wêjeyê li rojavayê kurdistanê bikin, yan jî, piştî şerê cîhanê yê duyemîn û heta îro wêje li rojava di çend qonaxan re derbas bû?


B: Di nerîna min de, di serî de, qonaxa yekemîn ji piştî rawestandina tevger û şoreşên kurdî û damezrandina civata Xoybûnê destpêdike. Ev qonax qonaxeke pir hêja û giring e. koka dîroka wêje û rewşenbîriya Kurdî li rojavayê Kurdistanê ji vê dîrokê destpêdike. Hêjaye em hinekî li ser vê qonaxê rawestin

Di 5ê çiriya pêşîn sala 1927an de civata Xoybûnê li Bihemdûnê- Libnanê hat damezrandin. Di wê demê de, Sûriyê di bin sîdariya Firensîzan de bû. Ew penaberên ko li Şamê civiya bûn û bi çek ne gihiştibûn armanca xwe, ji xebata xwe bêhêvî nebûn. Dest avêtin pênûsê û bi xebata li ser ziman, forlklor û wêjeya Kurdî dest pê kirin.
Tevger û xebata pêşî bi destê Bedirxaniyan hate kirin û li ser serê wan mîrê ronakbîran, rêber û pêşengê hêja, zimanzanê yekta Celadet Alî Bedixan (1893-1951).
Di roja 15ê Gulanê sala 1932an de Mîr Celadet Alî Bedirxan hejimara pêşî ji kovara Hawarê derxist. Pê re alfabeya xwe ya Latînî û çend pertûkên li ser ziman di bin navê weşanên kitêbxana Hawarê(1932-1943) belavkir. Di riya kovara Hawarê çend navin gewre di  gasîna toreya Kurdî de hatin naskirin. Ji wan navdaran Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrîcan, Hesen Hişyar, Ehmedê Namî, Cegerxwîn û Kamîran Bedirxan….hd. Ev qonax bi van ronakbîran û bi berhemên wan hate naskirin.
Ev qonax qonaxa hişyariya hest û ramana neteweyî ya rizgarkirina Kurd û Kurdistanê bû. Berhemin hêja di warê dîrok, ziman û toreya Kurdî da afirandin. Folklorê Kurdî ji qonaxa devikî derbasî qonaxa nivîskî kirin. Folklorê Kurdî ji windabûnê rizgarkirin. Raman, hizir û bîrweriya mirovî di koda Hawarê de meyandin. Zaravayê Kurdmancî hem ji mirinê riha kirin hem jî rewan û canekî nû danê.

Di 1ê Nîsana 1942an de Mîr Celadet Alî Bedirxan hejmara pêşî ji kovara Ronahî belavkir. Ewê Kovarê nûçe û salixdanên şerê cîhanê yê didiwan bi wêne, digel gelek nivîsên hêja di warê folklor, tore û rewşenbîriya Kurdî de belavdikirin. Em dikarin bibêjin herdu kovar (HAWAR û RONAHÎ) Qur’ana zimanê Kurdî ne.
 Hêjayî gotinê ye, ko ev qonaxa dîrokî bi qonaxa Bedirxaniyan bê binavkirin. Ji ber ne tenê xebata wan diber çand û toreya Kurdî de cihê serbilindî û şanaziyê ye. Belê, di geşkirina hestê neteweyî de rol û bandoreke pirî mezin di civaka Kurdî de lîsit. Tîrêjên vê akamê bi xurtî li raman, hizir û jiyana civakî ya Kurdan kir.
Di vê demê de li Libnanê nivîskar û zimanzan Dr. Kamîran Bedirxan (1895-1978) kovara /Roja Nû/(1943-1946) û rojnama /Stêr/ derdixist. Ev berhem li nav Kurdên rojava dihatin belavkirin.
Di sala 1932an de li şarê Hisiçayê Komela(Civata arîkariyê ji bona belengazên Kurd li Cizîrê) hate damezrandin. Evê Komele armanc û sedemê çêbûna xwe di kovara (Hawar)ê hejmara:2 ya ko di 1-Hizêranê 1932an de hatiye weşandin, dide diyarkirin.
Li bajarê Şamê xortên Taxa Kurdan Nadî Henano damezrandin. Gelek xortên Kurd li dorê di civiyan. Xebata wan geşkirina hestê neteweyî û hînkirina zimanê Kurdî bû.
Di sala 1939an de li bajarê Şamê li taxa Kurdan komela (Yekîtiya xortan) hat damezrandin. lê, evê Komelê pir dirêj nekir, li ser destê nivîskarê Navdar Osman Sebrî û Nûredîn Zaza navê xwe guhertin, navê (Nadî Kurdistan) li xwe kirin.
Di nîva salên sihî de li bajarê Amûdê (Nadî Ciwan Kurd -Amûde) hate damezrandin.
Tiştê balkêş di van tevgeran de ramanin nû bi xwe re anîne meydanê mîna; Bi miletê Kurd dan zanîn ko bi zimanê Kurdî jî dikarin zarokên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin. Baweriyeke nû afirandin û dan zanîn ko xortên nû dikarin têkilî tevgerên rêzaniya welatê xwe bibin, dûrtir binêtin.
Di sala 1937an de Civata Azadî û Yekîtiya Kurdan hate damezrandin. Piştî ko Sûriyê ji bin destê sîdariya Ferensa rizgar bû û qedera gelê xwe bi dest xwe xist,  alîkarî û piştgiriya Kurdan ji xwe re jibîr kir. Hemû civat û libatên Kurdan hate qedexe kirin. Girtin, binçavkirin û setemkarî  ma  para mirovên welatperwer. Ziman, tore, çand û çapemeniya Kurdî jî qedexe kirin.
Di sala 1951ê de li parêzgeha Helebê (Komela rewşenbîrî) hate damezrandin.
Di sala 1953an de Edîb Şîşeklî, Sûriya xist bin rejîmek leşkerî û bû serekkomarê welêt. Bi hatina leşkeran zoreke mezin ket ser welat û gelê Sûriyê.
Di sala 1953an de ‘Civata Yekîtiya xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê’ hate damezirandin.
Ji xebatên Civatê yên herî giring, xebata li ser çand û xwendina Kurdî bû.
Di sala 1955an de li bajarê Şamê li mala nivîskar Osman Sebrî komela (vejîna çanda Kurdî) (Encûmen) hate damezirandin.
Di sala 1956an de li bajarê Helebê Komela (Zanistî û alîkariya Kurd) hate damezirandin.
Evê Komelê mîna yên berî xwe, xwendina zimanê Kurdî kiribûn barê xwe, û çend pertûkên hêja dan çapkirin û belavkirin.
Di  sala 1957an de Partiya Azadî li bajarê Qamişlo hate avakirin.
Di 14ê hezêrana sala 1957an de partiya Demokrat ya Kurd li Sûriyê hat damezirandin. Qonaxeke nû di civaka Kurdên binxetê de dest pê kir. Belavokek bi navê /Dengê Kurd/ bi zimanê Kurdî derxistin. lê, mexabin piştî hejmara sisiyan bi zimanê Erebî derket. Osman sebrî di wê navê de çend pertûk û elfabeya Kurdî belavkir.
Rewşa Sûriyê ji sala 1954- 1958an de û berî yekîtiya di navbera herdû hikûmetan Sûriyê û Misrê de çêbibe,  gelê Sûriyê di bin siya hikûmeteke welatî û perlemanî de, jiyanek hinek xweştir di warê siyasî, civakî û wekhevî  de dijiya. Lê dîsa jî gelê kurd ji hemî mafên xwe bê par bû.
Qonaxa diwemîn piştî damezrandina Partiya Demoqrat sala 1957an de destpêdike.
Rewşa gelê kurd ya jeopolîtîkî û dabeşbûna wan, kiriye ku rewşa toreya Kurdî bi giştî wekî rewşa ramyarî û civakî be.
Di civaka her miletekî de pêwîste rêxistin û dezgeh bêne avakirin. Bêdiro! dibin siya rejîmên setemkar û zordar de jiyan ne azad û  ne serbest e.
Lê neyê wê wateyê ko li hemberî vê rewşa heyî em bêçare bimînin. Belê giring e ko em dezgehên civakî û rewşenbîriyê avabikin riya xebatê ji nifşên pêşerojê re dûz bikin. Lê mexabin piştî damezrandina Partî ewan jî tu liv û kar ji bo rewşenbîriya Kurdî nekirin. Pirtir karê wan rewşa siyast û siyasetvaniyê bû. Tenê di wê demê de kovara Agahî bi destê Hesen Hişyar bi hejmarin hindik derket. Ev rewş weha bêdeng dimîna ta bi dawiya salên şêstî. Belê, ji bilî çend berhemên Osman Sebrî û dîwanên Cegerxwîn tu berhemin balkêş nehatin meydanê. Di wê demê de bi destê helbestvanê gewre Cegerwîn kovara Gulistan ew jî bi hejmarin pir hindik derdikeve. Dîsa rewşa wêjeya Kurdî bêdeng dimîne ta bi dawiya salên heftiyan kovara Gelawêj derdikeve û di dawiya salên heştiyan kovar Stêr û wehareng e çend kovarên din derketin. Ev qonax bi lawazî xwe dihingêve salên 1985an .
 Ji sala heştê û pêncan û bi vir de qonaxa siyemîn destpêdibe. Ev qonaxa siyemîn çapemeniya Kurdî ji bilî kovar û rojnameyan bi dehan pertûkên kurdî di warê ziman, helbest, folklor, şano, roman û dîrokê de hatin weşandin. Lê mexabin ev tevger û bizava rewşenbîriya Kurdî ne di riya karê hevbeş, xwedî dezgeh, civet û komele û rêxistina bû. Pirtir bi destê hin nivîskar û pirtûkfiroşan dihat kirin. Hêjayî gotinê ye ko di vê qonaxê de berhemên ko dihatin belavkirin du beş bûn; beşek jê kovar û belavokên partiyan ên siyasî bûn û beşê dî serbixwebûn. Bi derketina van berheman tevger û bizaveke wêjeyî pir hêja peydabû û bandoreke bi encam li civaka kurdî kir. Kesîniyeke wêjeyî ji bo Kurdên rojava avabû. Rewşenbîrin xwedî nav û nîşan di gasîna wêjeya Kurdî de peyda bûn. Ev xaka beyar ko bi tovê /Celadet, Dr.Kamîran, Rewşen Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, Tîrêj, Bêbuhar, Namî, Hesen Hişyar, Nûriyê Hesarî, Ehmedê Palo, Keleş, Ehmedê Şêx Salih û….hd./ hatibû çandin di roja îro de berê xwe wergirt.
J hêla din, ta bi vê rojê, hikûmeta Sûriyê, ji bo rewşenbîriya Kurdî tu gavên li pêş  ne avêtiye, û ne jî rêdaye ko dezgeh, civat û komeleyên Kurdî bi şêweyekî fermî bête avakirin. Siyaseteke şovînî, çewt û xerab li hember Kurdan dajo. Siyaseta Erebkirin berdewame. Xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî, çapkirina pertûkan, kovar û rojnameyên Kurdî  qedexeye. Lê dîsa xêra xwedê ye ko mirov hene kar û xebata xwe de berdewamin û di bin bask û ûştê van nîran de berhemên xwe belavdikin.

Rola kesatiyên wek; Celadet Bedirxan, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj…di van qonaxan de çi bû û bingehek çawa li rojava danîn?

Hebûna mirovekî ji binemaleke mîretî û xwedî rewşenbîriyeke bêhempa û hemdemî û xwedî kedeke pak û bejneke bilind ez bawerim wê roleke xurt û bi encam li civata kurdên rojava hebe. Mirovê gewre xwedî rol û bandoreke gewre ye. Bi xwendevanê xwe re rastgo û xwedî hestekî nazik û pir sade bû. Bi erk û berpirsiyarî li rewş û awayê kar û xebat, ziman û wêje, serhawe û berhawên Kurdî dimeyzand. Hostê çêkirina peyva nûjen bû. Xwedî ferheng û azîn bû.
 Xebata vî ronakbîrî pir berfireh û ber biçav bû, rehên xwe bera civaka Kurdî dabû. Ji hêlekê de, bibû mak û dibistaneke serbixwe ji hemû rewşenbîr û nivîskaran re, û ji hêlekê din de, ramana neteweyî, zanîn û hişyarî di nav gelê xwe de dida belav kirin. Mirovekî ne heyranê kesatiya xwe bû; ji tinebûna nivîskaran di bin gelek navan de behemên xwe di kovara Hawarê de belavdikir. Wêjeyeke hemdemî û nûxwazî afirand. Zimanekî wêjeyî avakir. Sermiyanê wêjeya nûhkirî bû. Di nav civata Kurdî de xwedî rûmetbû. Xwedî navekî pîroz bû. Bi saya serê wî kurda navên Kurdî li zarokên xwe dikirin. Bi cîhanê û bi herkesî da zanîn ko Kurd  neteweyekî xwedî ziman, dîrok û xak e. Xwedî şaristaniyeke dewlemend û di dîrokê de kevnar e.
Nûredîn Zaza xortê herî biçûk ko di kovara Hawarê de nivisand. Digel Qedrîcanî bi xurtî guh da nivîsandina çîroka Kurdî û li giringiya wergerandinê bo dewlemendiya zimanê Kurdî zû haybû. N.Zaza mîna Çexovê Kurdan hate binavkirin. Li gorî çaxê xwe xortekî hemdem û modern bû. Xwedî ked û bizaveke çandî berbiçav bû. Bandorek wî xurt li kurdên Şamê hebû. Çend civat û komele li darxistin û damezrênerê Partî yê pêşî bû. Xebata wî dihat wê yekê ko em Kurd dikarin bi zimanê xwe bixwînin û binivisînin. Pênûsa wî pir bi hostayî û zanebûn dihate bikaranîn. Zimanê wêjeyê pir rewanbêj û sade û xweş bû.
Seydayê Cegerxwîn yekemîn helbestvanê Kurd e ko nav û dengê wî li herçar percên Kurdistanê belev bibû. Helbestên wî li ser zar û zimanên her kesî dihat gotin. Ez bawernakim ko helbestvanekî din mîna Cegerxwîn xwedî vê akam û rolê di nav kurdan de hebe. Helbestên Cegerxwîn û Tîrêj roleke mezin di geşkirina hestê neteweyî û hişyariya Kurdan de lîstin. Mexabin, di wê demê de, zimanê Kurdî pir bêqîmet bû. Guhdan û qîmeta zimanê Kurdî nebû. Ne herkes bîra Kurdayetiyê dibir. Bi saya van ronakbîran, bi bizav û tevgera wan, hezkirina Kurdayetiyê kete dilê gelê Kurd de. Ew mejiyê kevneperest û tevna gemara salan ji ser û guhê gelê xwe paqijkirin. Herdû helbestvanan /Cegerxwîn û Tîrêj/ xwedî û siwarê helbesta Kurdî ya resen in. Helbesta Kurdî ji peyrewtiya helbesta Erebî rizgarkirin. Di bin baskên van herdû bazan de gelek xortên nûhatî fêrî perwaze û firê bûn. Fêrî hûnandina helbesta Kurdî bûn. Rê û şop li pêşiya helbesta nûjen dûzkirin. Bûne bingeh û bihnokek di nav bera herdû qonaxan de qonaxa helbesta Kilasîk û ya nûjen. Di roja îro de bi dehan xortên kurdan helbesta nûjen dinivisînin. Eger ew bingeh nebûna me nikarîbû helbesta nûjen ava kirba. Ez bawerim her afirandekek palvanê encama ramana mirovên berî xwe ye.

Mamoste, wek hûn jî  baş dizanin wêje pir şaxên (Helbest, Dastan, Çîrok, Roman…) xwe hene û di dîroka wêjeyê de, wêje karî bandora xwe li civakan bike, gelo di nava van salan ev li rojava çawa bû?

Wêje mîna hemû heyîn û hebûnên mirovatiyê ye. Teqez afirîna mirov e. Azîn û rêzaniya xwe ji kûrahiya jiyanê werdigre û hunerên wêjeyê haydarin bi can û bi rewan in. Li tevna sawêr, hest, sewdan û ramanên mirov ve divalqilin û lê dihingivin. Çi karê wêjeyê be bi nivîsîna gotinê dest pê dibe û xêzik û rêzikan jiber dike. Karê wêjeyê hunermandan hînî afirîn û afirandinê bike; bê çawa ji karê xwe hunereke bêhempa û ferzende bihûne… wêje razek ji razên qeşengî û sipehîbûna hunermendê xwedî berhem e.
Di dema Kevin de, wêjeya devkî di bîr, hizir û ramanên mirov de cih digirt. Di roja îroyîn de, û bi saya van ronakbîran, bi xurtî di gasîna cîhana nivîskî de cih girtiye û nema tirs ji windabûn û berzebûnê heye. Berî hertişî ûştê zimanê nivîsînê pêwîste. Eger ev ûşt peydabû wêgavê bi wî zimanî wê bikaribe ahîn û kulên xwe, ahing û fîxanên hundirê xwe pê bîne ziman, hingê ew hunermend, nivîskar û wêjevan dikare hunera nivîskariya xwe ji xwendevanê xwe re diyar ke. Bêdiro wê gavê dîtin û nerînên nivîskar rol û bandûra wî li civakê diyar dibe. Çiqas ew nivîskar xwedî rol û bandûr be ewqasî berpisiyariya wî di civakê de mezin e. Divê çekê wêjevan peyva rastgo, xweşik û spehî be ya ko bi wê şêwe, naverok, nerîn û dîtinên xwe bigihîne rewanê xwendevan. Wêje zanîn û nasîn e. Şaxek ji şaxên gulistana huneran e. Bi ziman û gotinan ava dibe. Belê ziman wêjeyê dike huner mîna deng û awazan mûsîqa çêdike û dike huner, weharenge reng hunera wêne û tabloyan çêdike. Bêguman wêje yek ji hunerên qeşengiyê ye.
Dîroka wêjeyê bi dîroka zanîn û têgihiştina mirov ve girêdayî ye. Pêşketina miltan bi pêşveçûna wêjeya wan  ve girêdayî ye. Bêdiro, wêje çekek ji bo guhertina civakan, çêkirina miovan û rewşa civatê ye.
Wekî me gotî: wêje di qûnaxa yekemîn de bi dewlemendî kete çerxê. lê qûnaxa siyemîn yek ji sedî ji qûnaxa yekemîn pêşde navêtiye. Ew jî gelek ûştê û sedemên wê hene. Di baweriya min de ûştê rasterast siyaset û rewşa gelê Kurd e. Lê, ji alî wêjeyê ve, di qûnaxa siyemîn de para helbetê pir ber bi çav bû li hemberî kêmbûna çîrokan û tunebûna roman û dastanan ev jî kêmasî û seqetkirina rol û bandûra wan dide xuya kirin.
 
Di nava vê pêvajoyê (ji sala 1977 heta sala 2010) de mamoste Dilawer Zengî xwe çawa dibînê, anko we çikir, we çi dixwest bikin, xewn û aşopên we çi bûn, çi pêk hat û çi na?

Berî her tiştî ez xwe sûbayekî(melevanekî) nûhatî di derya zanîn û rewşenbîriyê de dibînim. Tu sînor ji kar û xebatê re nîne. Ta ez hebim û li gorî karîna xwe, ezê xwe xemxur û pasevanê wêje û rewşenbîriya Kurdî bibînim. Di qonaxa xebata sih û sêsaliya min de, ta bi vê rojê, min di nav berhemên xwe; afirandin, wergerandin, komkirin û amadekirinê de li dora bîst û heft /27/ pertûkan çapkiriye. Ji bilî wan; Bi alîkariya min li dora du sed pertûkên nivîskar û helbestvanan hatine çapkirin.
Min pênc pertûkên seydayê Tîrêj; Xelat, Zozan, Cûdî, Serpêhatiyên Kurdan- beşê didiwan û Mewlûda Kurdmancî pêşgotin ji wan re nivîsand û ji tîpên Erebî veguhest tîpên Latînî û çapkir.
Ez xwe bextewer dibînim ko bi destê min sê pertûkên Mîreka Kurdan Rewşen Bedixan hatin çapkirin û belavkirin; /Bîranên min-Salih Bedirxan. Name bo Mistefa Kemal paşa-Celadet Bedirxan û Bîranînên jinekê-perçê didiwan-/.
Min dîwana pêşî ya seydayê Bêbuhar /Zindan/ pêşgotin jê re nivîsand û çapkir.
Bi dehan xelekên fêrkirina zimanê Kurdî li bajarê Şamê min lidarxistin û gelek keç û xortên kurdan hînî zimanê Kurdî kir û min /Rêzname/- yek amadekir ji bo her şagirtekî ko qursa ziman xelas bike werbigre. Bi dehan min semînerên rewşenbîrî li herêmên Kurdî û li başûrî Kurdistanê li darxistine. Ez yek ji endamên komîta xelata Osman Sebrî me. Min rolek mezin di danasîna pirsa Kurdî û rewşenbîriya wê di nav rewşenbîr û ronakbîrên Ereb de lîst, nemaze piştî wergerandina hin pertûk û babetên giring li ser wêje, folklor û rewşenbîriya kurdî belavkir..
Tiştê min dixwest bibe û nebû eve; yek jê avakirina makek rewşenbîrî ko rewşenbîr û nivîskarên me di riya dezgeh û civatan re kar û xebata xwe bikin. Min û seydayê Tîrêj û helbestvan Mihemed Eliyê Heso û hin biraderin din xebat di ber vê daxwazê de kir lê neçû serî. Sedemê sereke  ko nehiştin ev kar here serî dixsokî û çavnebariya hin nivîskaran bû. Bê çawa heşt çapxane li Şamê (ko pertûkên Kurdî bi dizî çapdikirin) bi destê wan kesan hatin girtin û ezyeteke pir mezin gihan xwediyên wan çapxanan û gihandin me weha li pêşiya vî pirojeyî jî sekinîn û beravêtî kirin. Mexabin îro jî li ser rûyê malperên Kurdî xwe dikin lehengên wêjeya Kurdî û rasterast vir û bêbextiyan jî dikin.
Ya din vekirina weşanxaneyek Kurdî. Lê, sed heyf me nikarîbû ev herdû gav pêkbanya. Wek me gotî sedemên wê gelekin kul û derdên me pirin. 

Jibo wêjeya kurdî, berhemên wêjeya kurdî di nava wêjeya cîhanî de cih bigirê, pêdiviya zaraveyek yekgirtî heye, lê heta îro em êşa wê dikişînin, ev êş wê çawa were dermankirin, çaresrî çi ye û her yek dibêjê dengê dehola min xweştir e?

Berî hertiştî ji ber rewşa me ya awarte di warê perçebûna Kurdistanê de ji hêlekê, ji hêlekê din, ji ber rewşa kurdî ya siyasî û civakî em dûrî wêjeya cîhanî ne. lê ji bo pêdiviya zaraveyekî yekgirtî birastî ez jî xwediyê vê nerînê me ko divê û pêwîste zaraveyekî wêjeyî yekgirtî me hebe. Di baweriya min de çareserkirina wê ne di riya partî û siyasetvanan re ye. Lê, di riya danûstendina zimanzan û kadroyên ziman re li gorî Zanyarî Kurd çareser dibe..  ango divê biryar di destê zimanzanan de be ne karê siyasetvana ye. Lê sed heyf û mexabin biryar biryara siyasetê ye. Dahol dahola dijayetî û nakokî û berberîtiya navxwe ye. Ev jî dûrî karê zanistî û ziman û zanînê ye. 

Jibo we navên; Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, xak û ziman tên çi wateyê?

Ehmedê Xanî: Bavê ramana neteweya Kurd e.
Melayê Cizîrî: Teqez Mîrê helbesta Kurdî ye.
Xak û ziman: Hebûn û nebûna me ye.

Mamoste Dilawer niha bi çive mijûle, çi karî dike, gelo berhemine nû hene?

Min xwe ji nivîsandinê re vala kiriye. Çend karên hêja li ber destê min hene ez dixwazim wan bi dawî bînim. Ew jî di warê wêjeya Kurdî de ne. Lê, ne bi awayekî kilasîk. Belê, bi şêweyekî nû û hemdemî ne. Pertûkek jî li ser dîroka Botan bi belgeyin dîrokî û bi agahiyin nû cara yekemîne ko têne belavkirin. Ev belge min ji gera xwe ya li Pertûkxaneyên Ewropa û Turkiyê peyda kirin. Ji hêlekê din çend pertûkên wergerandî ji zimanê Kurdî bo zimanê Erebî li ber destê min hene. Lê, sed heyf û mexabin ji ber rewşa çap û belavkirinê heta neha nehatine çapkirin û belavkirin.

Kurtejînenîgariya Dilawerê ZENGÎ:

*Ew bixwe ji xelkê Kurdistana Bakur e, ji (Qeza Şêrwanê, welayeta Sêrtê, gundê Qewmik), û ji êl û eşîra Dumila ye.
*Di dema şerê Dewleta Osmanî û Qeyser de û ji ber sedemên ramyarî yên wê demê kalkê wî (Mihemedê ‘Emê) tevî malbata xwe ji gundê  xwe derkikevin û berî didin biniya xetê. Bi rê de, û li gundekî ji gundên Wêranşehrê Mihemedê ‘Emê dimre. Lawên wî (Isma’îlê Mihemedê ‘Emê û birayê xwe Mihemed) meşextî binya xetê dibin û li bajarê Amûdê bicî dibin.
*Dilawerê Zengî, piştî şewata Sînema Amûdê bi heşt mehan tê ser rûyê dinê. Di sala 1961ê de, li bajarê Amûdê hatiye dinê.
*Ji ber rewşa xizanî û feqîrtiyê xwendina xwe ya bilind kuta nekir. Lê xwe ji xwendina pertûkan û çûn û hatina linik mirovên rewşenbîr, siyasetmedar û zanayên Kurd û civatên wan bêpar nekir .
*Di sala 1977an de û li Amûdê bavê wî diçe ser dilovaniya Xwedê, di wê salê de dest bi nivîsandina helbestan dike.
*Li ber destê diyeke welatparêz û miletperwer mezin dibe. Ev ê diyê (Ferîde Elî) akameke (bandoreke) pir mezin li jiyana wî ya nivîskarî û ramyariyê dike. Gelek cefakêşî û dijwarî ji bo wî, di vê riyê de, jî kişandiye.
*Bandora Şêxê welatparêz û miletperwer (Şêx Sedredînê bavê kal) pir lê dibe û li ser destê wî dest bi nivîsandina Kurdî dike.
*Du salan li gundê (Girê Sor) mamosteyî dike.
*Di sala 1980an de ji neçarî berê xwe dide bajarê Şamê û li Zankoya Şamê kar dike. Piştî heşt salan ew dûrî kar dixin. Ji wê rojê de, xwe ji nivîsandin û lêkolîn û xebatê re vala dike.
*Di warê ramyariyê de jî keda wî gelek heye.
*Di sala 1987an de Rewşen Bedirxan nas dike.
*Piştgiriya Rewşen Bedirxan di wergerandin, amadekirin û   weşandina çend pertûkên wê û yên malbata wê de kir. (bîranînên Salih Bedirxan. Name bo Mustefa Kemal paşa. Mîr Bedirxan. Û....hwd)
*Di sala 1991ê de piştî serîhildana Kurdên başûr, diçe Kurdistanê û li wir çend semînerên rewşenbîrî û toreyî girêdide.
*Di hin rêdaksiyonên kovar û rojnameyên Kurdî de kar dike.
*Ji bilî nivîsandin, lêkolîn û helbestan, karê rojnamevaniyê jî dike. Di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de nivîsandiye û dinivisîne ji wan: (Gelawêj), (Gurzek gul), (Pirs), (el-Hîwar), (Newroz), (Hêvî, Parîs), (Kurmancî, Parîs) (Armanc, Siwêd), (Medya guneş, Istenbûl), (Xebat,Erbîl), (Metîn,Dihok), (Birayetî, Dihok), (el-Itîhad,Silêmani-yê), (Mîdya, Erbîl), (Gulan, Erbîl) û (Serxwebûn, Erbîl) (Rojda,Libnan) (Jîn,Sûriya) (Zevî, Sûriya)...h.d.
*Di pireya malperên Kurdî de berhemên xwe bi herdû zimanan /Kurdî- Erebî/ belavdike.
*Gelek dîwanên helbestvanên Kurdan yên navdar  ji tîpên Erebî wergerandiye Latînî û pêşgotin ji wan re nivîsiye ji wan: (Seydayê Tîrêj: dîwanên wî: Xelat, Zozan û Cûdî), (Seydayê Bêbuhar: dîwana wî: Zindan)... li dora (200) pertûkên li ser tore, çande, dîrok, û folklorê Kurdî li Sûriyê daye weşandin.
*Di sala 1985an de jin aniye. Sê kur û keçek wî hene: (Royar, Rodî, Ronî û Rewan).
*Di sala1999 an de ji hêla Rojnameya Mîdiya ya ku partiya (YNDK) li başûrê Kurdistanê diweşîne xelatê (Rêzname) werdigre.
*Di 12/7/2000 de,li ser navê Komîta (xelata Osman Sebrî) diçe bajara Enqerê û xelatê pêşkêşî prof. Ismaîl Beşikçî dike.
*Di sala 2004an li ser navê Komîta (xelata Osman Sebrî) diçe Elmanya ji bo xelata Osman Sebrî bide xanima hêja Danyêl Metran.
* Di sala 2008an li ser navê Komîta (xelata Osman Sebrî) diçe Elmanya ji bo xelata Osman Sebrî bide mamosteyê gewre Munzir Elfedil.



Berhemên Dilawerê ZENGÎ yên çapkirî ev in:

*Dîwana (Pêdarî) helbest1985.
*Gramêra ziman-Celadet Bedirxan û Rojê Lîsko-wergerandin-1990.(bi arîkariya hin mamosteyan).
*Ji mesela Kurdistanê-Celadet Bedirxan-wergerandin-1990.
*Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî(Ji evîna çirayên kevin) wergerandina tîpan1991.
* Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî (Li xelkî tehlê li min şirînê)- wergerandina tîpan1991.
*Mîr Bedirxan: Lutfî, wergerandina: E.S.Goranî. Amadekirin û lêveger: Rewşen Bedirxan û Dilawerê ZENGÎ.
*Alîkariya Rewşen Bedirxan kir di weşandina hin pertûkan de, ji wan:
-Bîranînên min -Salih Bedirxan-.
-Name bo Mistefa kemal paşa. (Celadet Bedirxan).
-Bîranînên jinekê (perçê didiwan).
*Şerefnameya Menzûm-Cegerxwîn-ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî, û lêveger, ravekirin û serastkirin.1997.
*Bîranînên Celadet Bedirxan-komkirin û wergerandin bo zimanê Kurdî.
*Ez û Agir- Dîwana helbestvan Hizrevan-wergerandina tîpan 1998.
*Stran, berf û baran -helbestvan Mûeyid Teyib wergerandina tîpan.
*Bedirxanî di Cezîra Botan de-Malmîsanij-wergerandin: Gulbuhar Bedirxan û Dilawerê ZENGÎ.1998.
*Berî heyv hilê -çîrok- wergerandina Tewfîq El-Huseynî ji zimanê kurdî bo zimanê Erebî.Nivîsandina Dilawerê Zengî- Ji weşanên Mîdiya-Erbîl.2001.
*Qedrî can-helbest. Gotar. Çîrok û wergerandin.- amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Erebî).çapxana Aras, Hewlêr 2001.
*Bîranînên Osman Sebrî- bi zimanê Erebî-2001.Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
* Bîranînên Osman Sebrî- bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
*Şerrên Sasûnê -Osman Sebrî-.komkirin û amadekirin. Bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
*Dîroka kelepora mîrnişîniya Botan. –Mele Xelefê Bafî.-veguhestina tîpan. Bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
*Qedrî can-helbest. Gotar. Çîrok û wergerandin.- amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Kurdî).çapxana komal, Istenbol-2004.
*Qedrî can-helbest. Gotar. Çîrok û wergerandin.- amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Kurdî).çapxana Emîral, Beyrît- Libnan. 2005.
* Şerrên Sasûnê -Osman Sebrî-.komkirin û amadekirin. Bi zimanê Kurdî -2005. Istanbol,weşanxaneya Pêrî, 2005.
* وثن للعشق dîwanek ji helbestan- wegerandina:Şêx Tewfîqê Huseynî ye. Weşandina Dar Kîwan e-Şam-2005.
*Mewlûda Pêxember –Tîrêj- veguhestina tîpan û pêşkêşkirina: Dilawerê  Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxaneya Emîral. 2006.
*Serpêhatiyên Kurdan-Tîrêj- veguhestina tîpan û pêşkêşkirina: Dilawerê Zengî. Beyrût- Libnan. Çapxaneya Emîral.2009.
*Muxtaran (Lîqaat we Hîwarat), Dilawerê Zengî, Perçê 1+2, Beyrût-Libnan. Çapxaneya Emîral.2009.
*Etyaf El-Madî, Dilawerê Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxaneya Emîral.2009.
*Bînahî- (Gotar û Lêkolîn, Helbest û Hevpiyivîn), Dilawerê Zengî, Beyrût – Libnan. Çapxaneya Emîral.2010.
*Bîranînên Celadet Bedirxan-komkirin û Amadekirin bi du zimanan Kurdî û Erebî. Beyrût-Libnan,2010. Çapxana Emîral.

Ji Dilawerê ZENGÎ re

Li Şamê qebqeba kew tê
Li min da şewşen û şewtê
Hilavêtim nema xew tê
                          Ji rengê Dicle rûbar im

          Hejandim nameya ZENGÎ
Ji xew rabûm bi wî dengî
Bi kêf û rewş û ahengî
                          Ji mihla wî evîndar im

Ji mihrê pertewek da min
Li min nûkir evîna min
Du mestanê bi yek cam in
                          Belav û sewsî û tar im

Kevanê Xan-Şeref da mil
Li min nêrî bi çavê kil
Perî kêşane cerg û dil
                         Bi sê tîran birîndar im

Li meydanê DILAWER bû
Di mihrê de li hev wer bû
Bi nîşana xwe bawer bû
                         Di fitrakê giriftar im

Çeleng û jîrek û têz e
CELADET vêge ew rêz e
Ziman û şêwe parêz e
                         Bi seyda re tebakar im

Ji endamê dibistan e
Tenê murxê gulistan e
Li dora wî piristan e
                         Digel wî hemdem û yar im

Li goşê bîr û zanînê
Di ferhengok û azînê
Bi endazî diraçînê
                         Li wê kamê xerîdar im
Enî jor û qelemgêr e
Sipas û aferîn jêre
Dijî dijmin ez im pêre
                         Li dengê wî hewadar im

Li baxê rist û awazî
Bi raman û qelembazî
dibînim wî bi ustazî
                          Ji bo mafî nigihdar im.

  Ehmedê Şêx Salih
                   Cizîrê-Eyndîwar/1991

-----------

Ji Dilawerê ZENGÎ re


Mizgîn li te be Cegerxwînê Kurd
Seydayê nemir, zana û rêber
Warê tu lê bû, nemaye xalî
Di pey te îro, maye DILAWER
Şehr û bajarê tora gelê Kurd
Nemaye vala, bêkes û xwedî
Barê te’y giran, daye milê xwe
Şopa te îro, ewî daye ser
Seyda de rakev, bê derd û bê kul
Ala te îro wa hildaye jor
Xortê çeleng û jîr û hinerbaz
Şahê evînê li textê Keşwer.

                                     Seydayê Tîrêj
Cizîrê/Hisiça
22/6/1985

---------
Dilawer

Hey Dilawerê ZENGΠ             Lawekî çak û şengî
Hem tu comerd û zanî             Hem tîkoş û lehengî

Girnas û dilawerî                     Ji bo welat perwerî
Îro ji gelê Kurd ra                    Hozan û rewşenberî

Kurd bi hewcî wek te ne           Ên wekî te çande ne
Kurd di şevên tarî da               Li ber ronahî we ne

Gelê Kurdê pehlewan              Mabûn ne xwendî nezan
Gelê Kurd zana kirin               Xortên wekên te hozan

Gelê Kurd raketi bûn               Sed salan paş keti bûn
Bindest kevneperestan            Bend bend bi hev keti bûn

Ji ber dijmin zan kuştin           Heçî ên nezan hiştin
Xwe firoş kirin padşah            Wan Kurd bi hev dan kuştin

Hozan rabûn ban kirin            Gelê Kurd şiyar kirin
Kurdan riya çewt berdan                   Wan riya rast naskirin

Yek Cegerxwînê nemir            Wî bi rista xwe şerkir
Kirk ji dest xwe berneda                    Wî nivîsî heya mir

Yek ji wan Osman Sebrî                    Zanê manî nemirî
Li pişt mê xema mexwin                   Zanyarî ezber kirî

Tu û seydayê Tîrêj                            Hûn du devên hingivrêj
Hûn di pê Cegerxwîn ra          Şewq didin wek gilawêj

Em milên xwe bidin hev          Binvisînin roj û şev
Wek Cegerxwînê nemir           Bê çewtî badan û rev

Hozanên li çar birran               Ji Sor û Lor û Goran
Ji Badîn û Zaz em tev              Hilgirin barê giran

Hevalê min Dilawer                 Ez dibêjim bi bawer
Kurd nagên armanca xwe        Bê tore û rewşenber

Heçî gelê bê hozan                            Wê tim bimîne nezan
Ne şiyar û raketî                      Bindest, hejar û xizan

Ê hozan û tore bê                    Dibê yara wî hebê
Nizanê binêvêsê                      Di evînê wernebê

Ji eşqê bûm Bêbuhar                Ez pir geryam war bi war
Kurdistana xwey rengîn          Min jê rindtir nedî yar.

       Bêbuhar (Yûsifê Berazî)
    Cizîrê- Serê Kaniyê  19 / 7 / 1985

www.rojnamawar.com
2010/jimara 228/rûpela 7
 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2225