Hêvîyên qurmiçî
Dîrok: ÇáÓÈÊ 04 ÓÈÊãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



Lewend Dalînî

Diya Bêkes dixuyê ku qedandin li vî bajarî nemaye bavo? Ka fincanek qehwe vê sibehê bide min û peyre ezê bi ser sinceqê ve dagerim, ji dostekî, ji hevalekî yan jî mirovekî ku bi deynê xwe çend qureþekî bide min, bi hêvî me ku ez karibim kirya þandina van pirtûkên xwe bînim û rêkim welatê biyanî yê? Ew camêrê Ferhad xwe daye ber belavkirina wan li wêderê!! Tu zanî bê çiqasî ez westîyame ji belavkirinê ji alîkî, û di dîtina karekî ji alîyê din ve jî? Tu bawer bike kes nemaye li vî bajarî ku min xeber nedanîye cem û min jêre negotiye? Û tanî îro jî kesî negotiye were bi çerxîkî jî karbike!? Vaye dîsa dawîya  mihê hat û krîza kirya xanî û av û elekrtîkê wê dest pê bikê.


Rengê buharê di riya di navbera wî bajarî û devera wî de, ne bi rengînî xuyanî dikir, û ramanên wî jî tevlî hevdibûn!, mij û dûmanê reþa xwe li pêþeroja wî di pêça, gelo kû ne nivîskarek ba lê belê hostayê xanîya yan jî ên patoza ba wê jiyana wî ne tekûztir û çêtirba!!?.

Dilê wî bi belengazî di sebeta sînga wîde lêdida, û melûlî di herdû çanvên wî,  bi hesanî dihatin xwendin û pêlên germî û sarîyê canê wî di sipartin hev û heyecanê di kûranîya xemgînîyê de ew perçe perçe dikir!. Jiyan di rûbarî herdû çavên mest û melûl bi rengekî reþ û ne zelal, û nejî sazkar û bi ronahî, dihate xuyanî kirin û di vê derheqê de xameya xwe tawebar û weke polekî bê nirx didît,!!?.û weke seqetekî ku nama xwe nikaribê bighînê û li nîvê rê beravêtî bibê, qurmiçî bimîne? Dîsa didît?, û ew peyva ku digot: Hêza xamê ji a çek û sîlehan bêhtire di wê kêlîyê de ne gelekî sazkar didît!!?? (Tevlî ku di jiyana xwe a nivîsînê de û bi xama xwe û li ser rûpelan, sînor û dezgeh, tevde derbas dikirin û tu rûbarî li pêþ wê nedidît).

Moralê wî di riya vegerê de ku dostekî wî ne tenê ew qedandibû, lê firavînek xweþ û bi tewaþ jî dayê û ew bi germî rêwingî ber bi bajêr ve kirribû, hebekî hate guhertin û rengê wênê, pêre pêre ew jî dihate nûjenkirin? Rengên reþ û domanî dest bi texlîtan û xweþikbûnê dikirin, û Aso yê xwe li pêþ çavên zelal dirêst.

Zinglê telefûnê di bêrîka wî de bi xurtî lêdida dema bi peyatî û li bayê lezê, riya di navbera Termînala otobosê û çarçiya bajêr de bi kinayî qut dikir……Elo diya Bêkes çiye?...Tu li kûye? Va ez gihiþtime bajêr? Û berê min li cihê þandina pirtûka ye?...Bi lez were mal yan tu bighê ser Bêkes yan na? û dest bi girî kir…..

Destê xwe avête pakêta çixarê ji bêrîka xwe kiþand, çixarak jê anî der, pêxist, û dinav diranên xwe de  cût  …agirê wê di miza yekemîn de weke pizotekî sorbû û nîvê wê þewitand!? Domanê xwe Hilda jor, û dû xwe li jorê belavkir… Aso ji reþî û domanî vê carê bi temamî li pêþ çavên wî nema dihate xuyanî kirin, û bêhemd ber bi malê de bezî.

Di wan hersî rojên ku bi þev û roj,  li nexwþxanê û li ber serê Bêkes qedandin, û bi zehmetî bijîþka ew ji mirinê vegerandin!?...Bavê Bêkes netenê kirya þandina pirtûkê li ser kir, lê weke wan jî bi ser de deyn di kir!!!??..

Qamiþlo, 1 ê Gulanê 2010







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2221