Biryara xweser
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 27 ÃÛÓØÓ 2010
Mijar: Nûçe



Arjen Arî

Gotibin ‘zor gézaré hildike’ jî; zorbikaréner nikaribin riþma zoré ragirin, zoré nikaribin li sersedekî ranewestînin; rojek té, zor ji tixûbé zoré derbasî sînoré zordarî û zilmkariyé dibe.
Zorzorker li tu sersedan nesekinîn, sînorén zilmé nasnekirin.
Mînaka zorkerî û zorkariya di bîra mirovî de héj germ, þeré li Bosnayé ye.
Li Sirebrenisayé wekî mezelén li Newala Qesaban, li Helebçeyé gorn di ber gorné de, kél li kéleka kélé bi hezaran mirovén béguneh û bérî di biné axa sar de ne…


Serokwezîré ku di vî þeré temediréj de qaþo li ber mirina 40 hezar kesén béguneh dikeve, ji dévla ku rahije teceguleké û deyne ber seré gorneke békel a li çiyayekî an jî li newaleké; di qadén mîtingan de xemgîniya xwe tîne ziman; ji bîr dike  ku li welaté wî héj jî mirov téné kuþtin, çiya téne sotin, éþ téne dotin…
Mirovahî, ango ‘serleþkerén mirovahiyé’ dewletén ku hemû dewlemendiya xwe ji çékirina çekén mirovkuj û siruþtkuj werdigirin, ew jî béþerm û béyî ku rûyé wan sor bibe bévila wan biþewite, li péþberî mirovén di etra térkirina ziké xwe de, xemgîniya xwe dilévînin, zilma bûyî, þeré rûdayî þermezar dikin! 
Evaya, ev helwesta, wekî gotina péþiyan, ‘ Bi gur re dikuje, bi þivan re dixwe, bi xwedî re digirî’ ye.
Evcure durûtiya ku bi desté réveber û rayadarén dewletan tét kirin ma ne béehlaqiya herî mezin e!
Hal ew hal e, ev ganérén dewletén xwedî artéþén boþ, hebekî biramin dé bét bîra wan ku berikén ji devé çekén wan derketî, narincokén ku di febrîqeyén wan de hatine çékirin in én li wir û wiré dinyayé bi min mirovî, bi wî mirovî de dipeqin.
Kurmiké pékarîné, kurmiké ku di nava mirové herî milayîm de dilive û heta dawiya temené wî pé re dijî; bi bidestxistana hézé re, wî bûneweré kedî  é xwedî hestén herî narîn, ew é ku di wexté mirovbûna xwe de naxweze pé li gérikeké bike; dike hûtekî hetf serî!
Jixwe; zilmkar hûtén heft serî ne.
Hinek emerîkayî ne, hinek ewrûpî, hinin jî rojhilatî ne!
Yén ewrûpî û emerîkî, ango ‘hûtén hûtxwedîker’ piþtgiriyé nedin ‘hûtikén’ héj nû bi piya ketî; ne li Afganistané lehî radibe, ne jî her sihar ji ber gûhén vî bajarî teyrén baskhesin hildifirin ber bi çiyayén Kurdistané ve.
Ev balefir én þer in, û kesekî nekujin jî ew her roj zeviyeké, daristaneké dikin komir û bi þûn de vedigerin!
Û li vir, vé kélîké, di vé bîhnika ku her kesé umîdewar dixwaze milé bispére biryara béçalaktiya yek alî, li tevî serokwezîr hemû kizîr û wezîr ketine heyra ‘eré-nayé’!
Gotine, ‘agir berdide kayé, xwe dide ber bayé’!
Bayé herî germ û gurr ji civîna KCD derket heftiya borî :  Xweseriya Demokratîk! Yanî muxtariyet, yanî otonomî!
Li tevî gelek kurdan, tirk bi xwe jî ne li héviyé bûn, û bawer nedikirin ku kurd hatine sînoré ‘birîna xwe bi desté xwe derman kiriné.
Jixwe péþiyan gotine, ‘nexweþ bi nexweþiya xwe dizane’. Û bi ser ve kirine, ‘ tu xura xwe bi desté xwe nexurînî, xur naþike’!
Zanim; piþtî vé ‘xûr’é, xûr dé veguhere girré û girr dé cihé xwe bide ‘xura serxwebûné’, ‘ xura federaliyé’.
Yé ku bixûre, bila xwe bixurîne.
Gotine, birîna ku bixure, nîþaneya rehetbûna birîné ye!
Ez ne textor im, ne jî noþdar!
Lé ‘neþtergérén siyasî’ neþter  li ‘birîn’é dan, û gotin,  ‘derman ‘ Xweseriya Demokratîk e’!
Ji mafé ‘textorin’ din e – ew jî ku hebin û nexweþînasbin – ku bibijén na; ‘derman serxwebûn e’!
Serxwebûn, bi gotina Mam Celal ‘xewneke xweþ e’!*
Bi gotina Seroké Herémé rézdar Mesût Barzanî, ‘ her kes xewné dibîne, lé divé em rastiya xwe bibînin’ e!*
Li gorî kevnesosyalîstén seré wan mîna yé min berfa pûk bi ser de bariyayî, -mîna ku nizanibin qewmé ji vî mafî bépar é herî dawî kurd in- dibéjin, ‘daxwazeke ji rézé, siruþtî û mafé her qewmî ye’.
Her qewm?!
Kîjan qewm?
Qewmé qet qet, pare pare?
Qewmé ku héj jî sé alfabeyan bikar tîne?
Qewmé ku ‘rewþenbîrén’ wî héj jî dibéjin bila ne ev; ev zarav be zimané fermî, an qewmé ku hezar sal e hînî paxila dakirkeré xwe bûye?
Ya herî xweþ û baþ, û daxwaza ne fahþ – qe nebe vé serdemé- bi hev re jîyîn e. Bihevrebûneke bi mafén wekî hev; li tevî perwerdeyé ewleyî û parastin, xwebirevebirin û li gel ala heyî aleke din!
Heta van salén dawî jî- bi taybetî li navçe û herémén di bin desthelata PDKé de- ala Ýraqé ango a Sadam li gel ala Kurdistané nehat daçikandin!
Lé îro?
Îro herdu al bi hev re li ber bayé Kurdîstané dihejin, dilerizin…
Xestek û daxwaza  niha ne rûxandina sînorén mîsakî millî ye, ne jî binpékirina alé ye.
Ku kurd bi vé xwesteké qanih û qayil bin; birano, tirkno hima vé biryaré ramûsin û deynin ser seré xwe!

*Hevpeyvîna di rojnemaye Welat de-1993
*Axaftina di Festivala Duhoké a 1.emîn de

25/08/2010/








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2214