Banga komîta Roja Helbesta Kurdî
Dîrok: ÇáÎãíÓ 05 ÃÛÓØÓ 2010
Mijar: Nûçe



Wek hatiye zanîn ku roja koçbarkirina helbestvanê mezin Cegerxwîn ( 22. 10) bi ( roja helbesta kurdî ) ji sala 1993 ê de, hatiye binav kirin. Ji lewre her sal di meha Çiriya Pêþîn ( Oktober ) de, mehrecana helbesta kurdî li der û hundirê rojavayê welêt lidar dikeve.
Ev çalakî û komcivîna ku ji gelek nivîskar, sazî û rewþenbîran pêk tê, dewlemendî û parvekirina hestên kurdewarî geþ dike û li van welatên dûrî axa me moraleke baþ dide civata zimanhez û helbestvanan.


Ji bo lidarxistina vê roja girîng, em her sal bang li sazî, destgeh, komele û kesayetiyên xwe dikin, ku li vê rojê xwedî derkevin.
      Da ku em bi hev re wan dîwarên qedexe yên li ser zimanê kurdî biherifînin, û zimanê kurdî ji binpêkirin û têkçûnê rizgar bikin, hêviya me ew e ku di salên bê de jî, kesayetiyên welatperwer, û rêxistin û sazî û komeleyên Kurdan bibin alîkar.
Berpirsiyariya parastin û pêþketina zimanê kurdî erkekî netewî ye.
Roja helbesta kurdî nîþana vejîna zimanê me ye.


Komîta amadekar:
Keça Kurd
Helîm Yûsiv
Arþev Oskan
Nezîr Palo
Elî Cefer
* Ji bo têkiliya:  helbest-2010@hotmail.de
3. 8. 2010







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2204