Spasname
Dîrok: ÇáÃËäíä 05 íæáíæ 2010
Mijar: Nûçe



Arþevê Oskan

Mirov di jiyana xwe de, nizane sibê dê pêrgî çi bibe, lê ku pêrgî çi hat jî, ji bilî aramî û liberxwedanê tiþtekî dî bikêr nayê. Carnan ku mirov dikeve tengasiyekê, jiyan lê dibe mîna çaleke kûr û tarî, loma çavên xwe li dost, heval û hezkiriyên xwe digerîne.
Ku ew jî peyda nekir, dê dermanekî pûçkirinê bistîne da ku bi zindana xwe ya bêderî hestiya nebe. Ku hat û mirov li dostekî xwe rast hat ”dostên bi rastî” ew dost hin ji êþên wî pê re par ve dike.


Ji heyvekê zêdetir li nexweþxaneyê di nav êþ û birînan de vedigevizîm, bi sedan dost û hevalan li min pirsîn, telefon kirin, hatin serdana min, email nivîsîn… helbet hebûna wan dostan ji bo min pir giring bû û ji dermanan bêhtir êþên min sivik kirin. Ji wan hevalan yekî hunermed di serdana xwe de, pênûs û defterk li þûna gurzek gul da destê min ev pênûsa ku niha pê dinivîsim. Wî hevalî dizanî bû ku pêdiviya min bi pênûsê heye. Hevalê/a ku herî bêhtir êþên min sivik dike pênûs e. Ji xwe berê jî min gotibû ku ji nivîsê pêve ji tiþtekî din re nabim û jiyana min î mayî jî dê dîsa ji nivîsandinê re be.
Ku mirov hat û qesrek ava kir, dê rojekê bê herifandin û bibe kavil. Mirov hat û rezek çand dê rojek bê ku bête cotkirin û birize. Lê nivîs tiþtê herî nemir e di jiyana mirovan de. Nivîs tiþtê herî bi bandor e, ku li her tiþtî mikur tê, li baqijî û qirêja jiyanê û teresiya demê û di hundirê wê lêmikurhatinê de, hem pîvana giyanî û hem jî ya mirovatî di neynikekê de niþanê mirovan dide.
Serpêhatî û bîranînên mirov bi awayê nivîskî dihêle mirov bi wî kesî re di demeke jibîrbûyî de bijî. Evîna ku li rûpelê bête nivîsandin evîneke pîroz û nemir e. Bi nivîsê mirov û xeyal, hêvî û xewnên xwe bi hezarên salan dijî, bê nivîs jiyan bêwate û stun þikestî ye.
Ev tiþt û gelek tiþtên din, li nexweþxanê di serê min re derbas bûn û êþên min bi min dan jibîrkirin. Dihiþt ku ez li wan demên xwe yên vala poþman bibim. Gelek hevalên ku di nav toza salan de wenda bûbûn hatin bîra min û gelek bîranîn û çîrokên ku ji dîwarê serê min hatibûn þuþtin dîsa xwe nû kirin û reng vedan… Hiþtin ku ez bê hiþê xwe bibêjim; wax temen çiqas kin e, û mirov çiqas bêhêz û belengaz e.
Spas ji bo her kesê ku êþên min par ve kirin.

2.7.2010







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2182